Pirtûkxaneya Rêbertiyê ya gerok, ji bo fikrên Rêber Abdullah Ocalan bide nasîn, ji 3´yê Nîsanê ve, bajar bi bajar digere.
Pirtûkxaneya Rêbertiyê ya seyar ji bo fikrên Rêber Abdullah Ocalan bide nasîn, ji 3´yê Nîsanê ve, bajar bi bajar digere. Li bajarê Almanya Frankfurtê xelkê elaqeyeke baş nîşanî pirtûkxaneyê da. Pirtûkxaneya Rêbertiyê 3´yê Nîsanê li bajarê Elmanyayê Stuttgartê dest bi gera xwe kir. Ew beriya bigihîje Frankfurtê çûbû Heilbronn, Nurnberg, Saarbrucken, Mannheim û Darmstadtê. Ew doh li meydana Hauptwache ya Frankfurtê bû. Pirtûkxane, bi kitêb û broşurên bi Elmanî û Ingilîzî yên li ser Ocalan û fikrên wî Rêber Ocalan dide nasîn. Li Frankfurtê ku rawestgeha dawî ya vê pirtûkxaneya seyar bû, xelkê gelekî elaqe nîşanê kitêb û broşurên li ser Ocalan û yên Ocalan da.
Ozgûr Polîtîka