Li Welatê Baskê, Jineolojî Center û Kulturarteko Plaza Feminista ‘Odeya Sakîne Cansiz’ ava kir. Li vê navendê wê alîkariya jinan bê kirin.
Li Welatê Baskê, Jineolojî Center û Kulturarteko Plaza Feminista ‘Odeya Sakîne Cansiz’ ava kir. Li vê navendê wê alîkariya jinan bê kirin.
Li Welatê Baskê li aliyê Spanyayê dagirkirî, li gundê Hernani yê herêma Gipuzkoayê ‘Kulturarteko Plaza Feminsta’ (Warê Pirrçandî yê Femînîst) bi karê jinan radibe.
Li vê navendê ji alîkariya psîkolojîk heta bi alîkariya jinên penaber, dersa zimanê Baskî û gelek atolyeyên hene.
Li vê navendê odeyên xebatê hene ku navên jinên pêşeng û naskirî li wan hatine kirin: Odeya Rosa Parks, Odeya Emma Goldman, Odeya Berta Caceres.
Niha jî endamên Jineolojî Center û xebatkarên Kuturarteko Plaza Feminista civiyan û projeyên xwe dan naskirin. Yek ji wan projeyan jî ragihandina Odeya Sakîne Cansiz bû. Li vê odeyê li gel danasîna jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz, her wiha ji gelek aliyan ve wê xizmet ji jinên li herêmê re bê kirin.
Xebatkara Kulturarteko Plaza Feminista, Kattallin li ser mijarê got, “Tevgera Jinên Kurdistanê hevalbenda me ye. Em ji têkoşîna wan sûdê werdigirin. Têkoşîna Jinên Kurdistanê ji bo jinên cîhanê gelekî girîng e.”
Kattalin bi bîr xist ku Sakîne Cansiz ji pêşengên Tevgera Jinên Kurdistanê ye û wan jî bi lêkirina navê Sakîne Cansiz li odeya xwe ya xebatê, xwestiye hem têkoşîna wê bidin naskirin û hem jî bikin ku mirov sûdê ji dîroka jinên Kurd wergirin.
ANF