Navenda Nûçeyan
Foza Yûsiv derheqê êrîşên dewleta tirkî yên ser başûrê Kurdistanê got, êrîşên îro li dijî şervanên azadiyê, êrîşên ser nirxên demokratîk in. Dijminê me li dijî gelê Kurd şerekî giştî daye destpêkirin, divê em jî berxwedaneke giştî bikin.
Dewleta tirkî bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Nîsanê êrîşî erdê başûrê Kurdistanê kir. Li kêleka van êrîşan hikûmeta Iraqê êrîşî axa Şingalê kir û dewleta tirkî jî her roj êrîşê bakur û rojhilatê Sûriyê jî dike. Welatî li hemberî van êrîşan li her aliyê Kurdistanê û derveyî welat çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin û nerazîbûna xwe nîşan didin. Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsiv derheqê vê pêvajoyê de ji ajansa nûçeyan JINHA re axivî.
‘Plana dewlata tirkî û PDK’ê qirkirina gelê Kurdistanê ye’
Foza Yûsiv êrîşên ku îro dewletên dagîrker li her aliyê Kurdistanê dimeşîne wiha nirxandin: “Ev şerê ku îro li Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê PDK’ê ve tê meşandin, siyaseta qirkirina gelê Kurdistanê ye. Ev tifaqa herî dawî ya ku di navbera rayaderên PDK’ê û Tirkiyê de çêbûye, encama wê îro êrîşên li ser axa Başurê Kurdistanê, şervanên azadiyê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê tê çêkirin. Xêr û dewlemendiya Kurdistanê hatiye pêşkêşkirin, miqabilê qezencên malbatî û qezencîn partîbûnê. Ev yek jî wek civata kurd em nikarin qebûl bikin. Îro kurd li Rojhilata Navîn bûne hêzek, ji bo ku ev hêza lawaz û perçe bibe, ev pilan tê pêşxistin. Hevkariya PDK’ê di nava vê pilanê de, cesaret û hêzek mezin dide dewleta tirk û hêzên ku di nava vê pilangeriya qirêj de cîh digirin. Çawa ku tifaqa Lozan û Sykes Picot, kurd bêmaf, bêazadî û bêwelat hiştin, di heman wextê de ev tifaqa qirêj a niha çêbûye jî, li ser tunebûna nasname û tasfiyeya azadiya kurdan hatiye pêşxistin. Ev peymana nû ji aliyê dewleta tirk, navteweyî û PDK’ê ve çêbûye, destpêka pêvajoya Lozan a nû ye. Ev dîwarên tên lêkirin jî perçekirina Kurdistanê ye. Em xeteriyek mezin li ser her aliyên Kurdistanê dibînin.”
‘Hikûmeta Iraqê perçeyek ji vê planê ye’
Foza Yûsif bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ji aliyê demografiya Başurê Kurdistanê ve û wiha domand: “Ger îro hikûmeta Iraqê tev hemû saziyên xwe helwest li beramber vê êrîşê daniba, dewleta tirk cesaret nedikir ku êrîşî axa Başurê Kurdistanê bikira. Dibe ku hin rayedarên Iraqê li dijî vê êrîşê bin û helwesta wan hebin, lê di aliyê biryara siyasî de, di nava vê pilanê de ne. Bi taybet dîwarê ku di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de hatiye lêkirin, berdewamiya pilana dewleta tirkan e. Ev pilan bi aqlê dewleta tirk hatiye çêkirin û rayedarên Iraqê jî vê erê kirine û pêk tînin. Tifaqiya Sykess Picot, kurdan kir çar perçe, ereb jî kirin 22 parçeyên dewletan. Îro ev rewşa ku li Iraq û Sûriyê jî tê meşandin, dana rûnişkandina tifaqiya qirêj a sedsala 20’an de hatiye meşandin û nûkirin. Her wiha civaka ereb jî ji hev perçekirin.”
Foza Yûsiv bîranî ku Kesên çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê lawaz xistin, Hêzên Sûriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê bûn û got, Armanca avakirina vî dîwarî ji bo hem Rojavayê Kurdistanê, hem jî Şengalê lawaz bike, ava dikin. Hikûmeta Iraqê perçeyek ji vê pilanê ye.
‘Bila ti kes xwe nexapîne PKK lawaz bikeve, Hewlêr nikare xwe biparêze’
Foza Yûsiv êrîşên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê yên ji aliyê dewleta tirkî ve tên meşandin jî wiha dinirxîne: “Dewleta tirkî li hember Kurdan şerê tunebûnê îlan kiriye. Kurd li kuderê bin, tirk dijminatiya wan dike. Ev şerê ku dewleta tirk, li hemberî gelê kurd îlan kiriye, roj bi roj bi rêbazên cur be cur dewam dike. Îro êrîş li dijî her çar perçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibin, ev yek perçeyek ji konsepta tasfiye û qirkirinê ye. Êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başurê Kurdistanê konseptek giştiye û di esasa konseptê de ku kurd di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de bê par bimîne. Di heman demê de weke di sedsala 20’an de ji mafê xwe mehrûm bimîne û neçarî bindestiyê bibe. Bila kes nekeve nava xapandinê ku tenê şervanên azadiyê hedefin; hemû gelê Kurd armanca êrîşan e. Di serî de Kerkûk û Hewlêr armancin. Ger tevgera azadiya kurd, lawaz bikeve, Hewlêr nikare xwe biparêze. Êrîşên li ser Rojava tê kirin, êrîşên li ser şervanan tê kirine û her wiha li ser gelê Başurê Kurdistanê ye.”
‘Bi erêkirin û sîlehên hêzên navneteweyî gelê Kurd tê qirkirin!’
Foza Yûsiv bal kişand ser berxwedana gel û wiha domand: “Êrîşên li ser gelê Kurd tên kirin, bi erêkirina hêzên navneteweyî tê kirine. Hêzên ku karibe, Rojhilata Navîn demokratîze bike, tevgera azadiya kurd e. Hêza ku dikare Rojhilata Navîn û cîhanê bandor bike, hêzên li Rojavayê Kurdistanê bi pergala Rêveberiya Xweser têkoşîn didin meşandin e. Tevgera azadiya Kurd li Rojhilata Navîn, tevgera herî ku nirxên demokratsiyê, azadiyê û azadiya jin diparêze ye. Şervanên azadiyê li Kurdistanê, hêza herî zêde li hember çeteyên DAIŞ’ê şer kiriye û gelê kurd ji qirkirinê rizgar kiriye. Hêza herî zêde nirx daye mirovatî ye; ger îro şervanên azadiyê nebûna, dê Kobanê, Hewlêr, Kerkûk û Bakurê Kurdistanê di bin bandora çeteyên DAIŞ’ê de bûya. Tevahî cîhan, deyindarê şervanên azadiyê ne. Binketina çeteyên DAIŞ’ê bi bedelên ku şervanên azadiyê daye çêbûye. Êrîşên hovane yên ku îro li dijî şervanên azadiyê rû dide, êrîşên li ser nirxên demokratîk e. Çekên ku îro li beramber me tê şixulandin jî tevahî, ji welatên Ewrûpa tên. Gelê Kurd di bin xeteriya qirkirinê de ye; erkekî mirovahiyê ye û deyîneke li ser hêzên demokratîk ku li dîjî vê qirkirinê rabin û xwedî helwestekê yekpare bin. Divê li her derê çalakiyên radîkal pêş bikevin.”
“Divê her Kurdê xwedîşeref, piştgiriya şervanên azadiyê bike’
Foza Yûsiv berxwedaniya li hember êrîşên faşîzmê li ser axa Başurê Kurdistanê tê meşandin wiha dirxand: “Tasfiyekirina şervanên azadiyê, tê wateya tasfiyekirina hemû destkeftiyên Kurdistanê. Ji ber ku şervan hêzên parastina mafê jinan, gelan û azadiya jinê ne. Ev hêz nebe, xeteriyên pir mezin derkevin holê. Divê herkes li her derê helwesta xwe nîşan bide. Şervanên azadiyê hêza garantiya, hebûna gelê kurd û yê azadixwaz e. Ji ber tevgera azadiyê, nasnameya kurdî diparêze, ji bo wê ewqas dibe hedef. Divê her kurdekî xwedî şeref, piştgiriya şervanên azadiyê bike. Ev roj, roja rûmeta neteweyî ye.”
‘Her du alî ne bira ne, yek li hemberî dijmin şer dike yek bi dijmin re êriş dike!’
Foza Yûsiv ji bo helwesta gel a li hemberî xiyaneta PDK’ê jî ev tişt anî ziman: “Helwesta şermezar a rayedarên PDK’ê da nişandan ku pêwiste em weke gelê kurd li hember wan xwedî helwest bin. Em nebêjin her du alî jî kurdin û birane, na yek li hember dijmin şer dike û ya din jî bi dijmin re dibe yek. Biratî û hevaltiyên wiha nabe. Divê em wek gel ji vê yekê re bêjin bese û pêşiya wê bigirin. Divê em ji dijmin û hevkarên wan hesap bixwazin. Bila her kes bizane ku gelê Kurd vê yekê qebûl nake. Ev roj, roja rûmet û berxwedanê ye. Derveyî vê ti çare nînin. Ji bo em careke din sedsaliyeke rezil, bêmaf û bêazadî derbas nekin, dirûşma me ew e ku her tişt ji bo rûmet, azadî, hebûn û nasnameya xweparastinê ye.”