Rojnameya Kurdistanê berî 124 salan 22’yê Nîsana 1898’an li Qahîre ji aliyê Mîqdad Mîthat Bedirxan ve hat derxistin.
Rojnameya Kurdistanê beriya bi 124 salan di 22’yê Nîsana 1898’an de li Qahîreyê ji aliyê Mîqdat Mîdhat Bedirxan ve hat derxistin. Ji ber ku yekemîn rojnameya bi Kurdî bû, di roja me de 22’yê Nîsanê weke roja Rojnamevaniya Kurd tê qebûlkirin û pîrozkirin.
Bi munasebeta rojê, Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê Serdar Altan got, çapemeniya azad di nava zor û zextan de ava bûye:
“Berxwedêriya wê, bûye karektera wê. Rojnamevaniya kurd ruhekî nû da rojnamevaniya cîhanê.”
Serdar Altan bi bîr xist ku rojnamevan beriya bi 300-400 salan, bajar bi bajar digeriyan û agahî parve dikirin û debara xwe bi vî rengî dikirin.
Altan da zanîn ku ji wê rojê ve rojnamevanî gelek guheriye: “Modernîteya Kapîtalîst li cîhanê serdest bû û gelek texrîbatên mezin kirin.
Çapemeniya azad ev yek sererast kir. Piştî ku dewlet bi girîngiya çapemeniyê hesiyan, ew weke hêzeke duyemîn, sêyemîn dîtin û bi kar anîn.”
‘Bi berdêlan azad bû’
Altan got, rojnamevaniyê xwe bi berdêlên giran gihandiye roja îro û hê jî bi berdêlan xwe li ser piyan digire. Derbarê astengî û zextên li ser rojnamegeriyê de jî got, “Dewleta Tirk warê ragihandin û çapameniyê ji xwe re wek metirsiyekê dibîne. Rojnameya Ozgur Ulke wisa bû, rojnameya Ozgur Gundem wisa bû. Nûçeyeke ku ne bi dilê wan yan jî ne di kontrola wan de be, wekî tehlûkeyekê dihesibîne, wekî bombeyekê dibîne. Ji ber wê, timî dixwaze rojnamevanî di bin kontrola wê de be.
Di sala 2016’an de FETO’yê qaşo darbe kir. Bi vê hincetê tevahiya rojname, ajans, kovar û televîzyonên Kurdan hatin girtin. Piştre berê xwe dan derdorên muxalîf. Xwestin bi sirgûn û tirsandinê çapameniyê hemûyî bişibînin xwe, lê belê rêûresma çapemeniya azad wekî xwe tevdigere û serî natewîne.”
‘60 rojnameger girtî ne’
Altan ji êrişên li dijî rojnamegerên Kurd nerazîbûna xwe nîşan da û got, zêdetirî 60 rojnamevanî girtî ne, her roj şidet li bi 10’an rojnamevan tê kirin û gelekan dixin nezaretê. Wî axaftina xwe wiha qedand: “Doza bi sedan rojnamevanan dewam dike. Rojnamevaniya Kurd îro li cîhanê xwedî cihekî sereke ye û ji bo ev yek xurtir û baştir be, çi hewce bike, em ê bikin.”
MA/AMED