Darîn Dilê/Qamişlo
Her sal bi nêzîkbûna cejna Remezanê re welatî berê xwe didin bazarê, da ku pêdiviyên cejnê bistînin. Lê îsal ji ber krîza aborî, herwiha bilindbûna nirxê dolar û bihabûna pêdiviyan, welatî nikarin weke her sal amedekariya cejnê bikin.
Ji ber daketina nirxê lîreyê Sûrî beramberî dolar, bihayê her tiştî gelek zêde bûye. Ji ber wê jî welatî nikarin weke salên berê pêdiviyên xwe yên ji bo pîrozkirina cejnê pêk bînin. Li ser mijarê welatiyên bajarê Qamişlo û xwediyên dikanan nêrînên xwe ji me re diyar kirin.
Derfet nîne cilan ji zarokên xwe re bikirim
Welatiya bi navê Heyfa Hisên diyar kir ku ji ber bihabûna pêdiviyên cejnê û rewşa heyî wê pîrozbayî, herwiha keyf û xweşiya cejnê ne weke salên berê be û axaftina xwe wiha domand: “Her kes dizane ku ji pêwîstiyên cejna Remezanê kirîna şekir û cilên zarokan e. Ev çandeke di nava civakê de ye; kirîna cilan ji zarokan re keyf û xweşî dixe dilê wan. Her sal min cil ji zarokên xwe re dikirîn, lê îsal derfet nînin ku cilan ji wan re peyda bikim. Çimkî ne cilên zarokan tenê, gelek pêwîstiyên cejnê hene.”
‘Ji ber ku çavdêrî li ser bazarê nîne bihabûneke bêserûber heye’
Heyfa bal kişand ser bihayê şekirê cejnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îsal kîloyê şekir bûye 20 hezar, yê ku çend kîlo şekir bikire 100 hezar jê re pêwîst in. Em êdî nizanin çi bikin, vê bihabûnê barê gel pir giran kiriye û bûye gotina ser zimanê her kesî. Jixwe kesên xizan êdî nikarin tiştekî bikin.
Heyfa Hisên di daviyê de got, kontrolkirina bihayê pêdiviyan pêwîst e. Da ku gel bikare jiyana xwe baş dserbas bike û cejina xwe weke her sal pîroz bike.
Xwediyê dikana şekiran Mihemed Ebdulkerîm Faris da xuyakirin ku îsal ji ber bihabûnê tevgera welatiyan kême û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Ji ber bilindbûna nirxê dolar û girtina riyan bihayê şekir pir bilnd bûye. Her sal em gelek cûreyên şekir û biskewît û şîranahiyên din dikirin. Tacir li gorî xwesteka xwe bihayê şekir diyar dikin. Ev bihabûn zirar li me û li gel jî dike. Dema tiştek biha dibe em jî êdî nikarin weke berê, kar bikin û astengiyan di karê xwe de dibînin. Îsal ji ber ku şekir pir biha bû min kêm aniye dikanê. Tevgera welatiyan jî kême, kesê ku şekir dikire jî yê erzan dikire. Sala çûyî şekirê ku me bi deh hezaran difirot îsal em bi 14 hezaran didin.”
Mihemed Ebdulkerîm Faris di dawiyê de got, rewşa aborî ya gelê herêmê pir lawaz bûye, ji bo wê jî em bi hêvî ne ku şopandineke sererast ji vê rewşê re bê kirin û ji bihayê pêdiviyan re venêrîneke cidê bê kirin.
‘Ez cejnê pîroz nakim tenê sibehan diçim goristana şehîdan’
Welatiya bi navê Zibêde Xelîl Ismaîl dayîka şehîd Ednan da zanîn ku cejna xwe bi çûna ser gora kurê xwe yê şehîd, pîroz dike û wiha got: “Ez hatime bazarê şekir bikirim da ku li zarokên goristanê kom dibin belav bikim. Îsal şekir pir biha ye. Lê em neçar in bikirin. Ezê şekir ji bo zarokên goristanê bikirim. Ez cejnê pîroz nakim, tenê ezê sibehan biçim goristana şehîdan.”