Darîn Silê/Qamişlo
Di salvegera roja rojnemevaniya kurdî de nivîskar û rojnamevan Elî Roj da zanîn ku armanca ragihandina azad pêşxistin û avakirina civakeke azad e.
22`yê Nîsana 1898`an rojnameya KURDISTAN ya yekê ji aliyê Miqdad Mîthat Bedirxan ve hat derxistin. Ji bo wê her sal 22’yê Nîsanê wek rojeke dîrokî ya ragihandina kurdî tê pîrozkirin.
Ragihandina kurdî di binê deshilat û êrişên dewletên dagîrker de dest pê kiriye. Ji ber wê rastî gelek zehmetiyan hetiye heta ku kariye dengê xwe bigihîne gel. Lê niha bi saya şoreşa rojavayê Kurdistanê, destkeftiyên wê pir pêş ketine û gihiştiye asteke bilind. Herwiha gelek rojnamevan û karmendên ragihandinê li bakur û rojhilatê Sûriyê çêbûne. Herwiha di nava têkoşîna şoreşê de, gelek rojnamevan û xabatkarên çapemeniyê li ser erkê xwe şehîd bûne.
Derbarê mijarê de nivîskar û rojnamevan Elî Roj, roja rojnemevaniya kurdî li tevayiya xebatkar, rojnamevanên çapemeniyê û li şehîdên azadiyê pîroz kir û nêrîna xwe ji me re anî ziman.Elî Roj da zanîn ku ragihandin eynika civakê ye, bi taybetî Ragihandina Azad wek eynîka heqîqetê pênase kir û wiha got: “Roja me ya îro di cîhanê de ragihandin, bûye eynika çanda, hebûn û rewşa civakan. Bi riya ragihandinê civak dengê xwe digihîne raya giştî. Ji ber wê jî gelek erkên ragihandina azad hene û li beramberî êrişên ku li ser civakê tên kirin wek, şerê taybet, yê piskolojî û yê qirkirina çandî êrkê xwe pêk tîne. Jixwe erkê ragihandina azad ya sereke hişyarkirin û perwerdekirina civakê ye.”
Elî Roj got, armanca ragihandina azad avakirina civakeke azad e. Herwiha ev regihandin ne ragihandineke weke ya sîstemê girêdayî deshilata dewletan e. Ji bo gel kar dike, da ku êş û azarên civakê, çareseriya pirsgirêkan ragihîne cîhanê. Herwiha di perverdekirin û parastina civakê de jî rolê dilîze. Ji bo wê jî ragihandina azad her tim di nava lêkolînê de ye. Da ku rêbazên pêşxistina civakê zêdetir bibin û guhertinek di civakê de çêbe.
‘Ragihandina Azad qasî erd û ezman ji ragihandinên din dûr e’
Elî Roj cudahiya navbera ragihandina azad û ragihandinên din de anî ziman û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Ragihandinên derveyî Ragihandina Azad, amûrên sîstemên deshilat in. Fikir û îdeolojiya wan jî ya desthilatiyê ye. Ev ragihandin ragihandineke kole ye û ti caran li milê civakê nesekiniye, her tim li milê desthilatê ye û tişta ku dewlet bêje li gorî wê ye. Yek ji ragihandinên girêdayî desthilatê, ragihandina dagîrkeriya tirkî ye ku tevayiya bûyer, komkujî û şerê li Kurdistanê berûvajî (manûpûle) dike û tişta li ser civakê tê kirin rawa dide xuyakirin. Mirov ti hêviyê ji van ragihaninan nake. Çimkî ev ragihandinên wisa dûrî exlaq û pîvanên ragihandinê ne. Ji bo wê jî ragihandina azad bi qasî erd û ezman ji ragihandinên din dûr e. Çimkî ragihandina azad ji bo civakê ye û hêz û baweriyê dide civaka xwe.”
`Erkê ragihandina azad hişyarkirina civakê ye`
Elî Roj behsa erkê ragihandina azad yê derbarê pêşxistin û diyarkirina paşroja Kurdan de kir û wiha pê da çû: “Çawa ku erkê mamosteyan fêrkirin û perwerdekirina xwendekaran e û erkê hunermendan parastina çanda civakê ye, yê siyasetmedaran nûnertiya gel e û erkê şervanan di çeperên şer de parastina civakê ye û hwd. erkê ragihandinê jî ji van tevan zêdetir e. Ji ber ku ragihandin kêm û kurtiyên van û çawabûna karê van tevan radigîhîne raya giştî. Erkê ragihandinê yê sereke jî rêxistina civakê ye. Ji bo wê jî divê bi riya destgehên ragihandinê rastiyên dîrokî baş bên ziman û ji gel re werin xuyakirin. Heriwha paşroja civakê bîr tîne û sîstemên parastina heyî radigîhîne. Herwiha erkê ragihandina azad yê sereke jî li hemberî her xeterê hişyarkirina civakê ye.”
`Pêwîst e em pêşketin û guhertinên heyî bi destkeftinên şoreşê re mezin bikin`
Elî Roj da xuyakirin ku di nava salên şoreşê de ragihandina azad gelek gav avêtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: ” Ragihandina me heta niha jî di rewşeke şer de derbas dibe, asta pêşketinê jî bi kedeke pir mezin çêbûye. Lê eger em vê pêşketinê temam bibînin emê xwe bixapînin. Ji bo wê jî pêwîst e em van pêşketin û guhertinên heyî bi destkeftiyên şoreşê re mezin bikin û vê şoreşê bigihînin asta serkeftinê. Kesê ku cihê xwe di milê ragihandinê de digire, divê bikeve giraniya rastiya êrişên ser gel û erkû xwe li gorî wê pêk bîne. Heriwha xwedî li keda rojnamevanên me yên ku canê xwe kirîn feda derkevin. çimkî di nava şer de jî gelek rojnamevanên ragihandina azad şêhîd bûn. Di salvegera Rojnemevaniya Kurdî de em wan bîr tînin û bejnaxwe li ber wan ditewînin, ew bûn pêşengên vê şoreşê.”
Elî Roj got, pêwîst e kesê ku di ragihandinê de kar bike, dilxwazê karê xwe be. Çimkî rojnamevanî ne tiştekî hêsan e. Divê kesê rojnamevan ti caran xwe temam nebîne û her tim asta xwe pêş bixe. Da ku kêmayiyên heyî nemînin û neyên dubarekirin.
Nivîskar û rojnamevan Elî Roj di dawiyê de, bang li tevayiya xebatkarên çapemeniya azad kir ku li vî karî xwedî derkevin û soza ku dane şehîdan bi cih bînin. Herwiha got, pênûs û kamîreya hevalên ev kar didan meşandin, li erdê nehêlin û bibin şopdarên riya wan. Ya pêwîst ew e ku em xwedî li fikrê Rêber Apo derkevin, ancex xelasiya me bi riya fikrê wî be. Erkê rojnamevanên çapemeniya azad erkekî dîrokî ye û pir giranbiha ye. Eger em erkê xwe pêk bînin emê rehetiyekê di fikrê xwe de jiyan bikin û emê karibin bêjin ku em Rojnamavên Çapemeniya Azad in.