Serbest Etê/Qamişlo
Derheqê roja rojnemevaniya kurdî (22`yê Nîsanê) de, rojnamevanên Kurd dan zanîn ku di dîroka ragihandina azad de, rûbirûyî gelek zehmetî û zoriyan hatine. Herwiha teqez kirin ku wê li dîjî her rengê zehmetiyê bi pênûsa Apê Musa rastiyê binivîsîn û faşîzmê têk bibin.
Rojnameya KURDISTAN cara yekê 22`yê Nîsana 1898`an li Qahîra Misrê ji aliyê Miqdad Mîthat Bedirxan ve tê derxistin. Ew roj jî wek bûyîna ragihandina kurdî di dîrokê de tê nirxandin û Roja Rojnameya Kurdî tê nirxandin. Lê di nava 124 salan de bênavber qada ragihandina kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê rastî astengî û êrişên dewletên dagîrker, (Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran) hatin.
‘Tirkiye girtîgeheke mezin ya rojnamevanan e’
Rêxistana Nûçegihanên Bêsînor ya parastina rojnamevanan li cîhanê, di raporên xwe de Tirkiyê wek tirtîgeheke mezin û bêewle ji bo rojnamevanan dinirxîne. Lewra li gorî heman rêxistinê, Tirkiye sala 2021`ê ji 180 welatan di rêza 153`an de ji aliyê binpêkirina mafên rojnamevanan û azadiya çapemeniyê, cî digire. Herwisa di rêza yekê de li ser asta cîhanê ji aliyê dozvekirina li hemberî rojnamevan û destgîrkirina wan cî digire. Para ragihandina kurdî jî di van binpêkirinan de ya herî mezin e.
`Li bakurê Kurdistanê, ragihandina kurdî rûbirûyî revandin, işkence, kuştinê û şerê taybet tê`
Bi pêmana Roja Rojnameya Kurdî û li ser rewşa ragihandina kurdî ya li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê, rojnamevanê ji bakurê Kurdistanê Aslan Aslan ji me re axivî.
Aslan zor û zehmetiyên rojnamevanên Kurd tê de derbas bûyîn bîr anî û wiha got: “Ji destpêka salên 1990’î ve ragihandina kurdî li Bakur di qonaxeke girîng û zehmet re derbas bû, lewra li dijî sazî û xebatkarên wê êrişên giran hebûn. Ji her alî ve rojnamevan rastî revandin, işkence û kuştinê dihatin. Bi desthilatdariya AKP`ê re polîtîkayeke sîstematîk ya dijber li dijî ragihandina kurdî dest pê bû. Lewra hikumeta AKP-MHP’ê bi çeteyan re, li dijî rojnamevanên kurd jî şerekî taybet dest pê kir. Her carê li ser Ragihandina Azad êriş dikir da ku bêdeng bikin. Ji ber wê derveyî ragihandina azad îro li Tirkiyê tevayiya kanalên televizyonan, ajans û rojnameyan ketine binê kontrola AKP-MHP’ê. Herwiha ev sazî û kesên ragihandinê bûne amûrên deshilatê û yên berûvajîkirina rastiyê. Lewra faşîzm dixwaze gel û rastiya heyî bi bêdengiyê bifetisîne.”
`Bi pênûsa Apê Mûsa emê rastiyan binivîsin û faşîzmê têk bibin`
Aslan teqez kir ku ji bo rastiyê bighînin ber destê gel, berdêlên mezin hatin dayîn û tên dayîn, bi vê peyamê axaftina xwe qedand: “Dema tu bikarî di nava rewşa faşîzmê de vî karî bikî, tu serkeftî yî. Dema kesek dest bi karê rojnamevaniyê dike dizane ku berdêlên wê hene; dibe ku bê girtin, işkencekirin, revandin û kuştin. Lê tevî vê jî vî karî dipêjirinên û dikin. Ev kar di heman demê de karekî şoreşgerî û welatparêziyê ye, berpirsiyarî û berdêlan dixwaze. Îro ragihandina kurdî li Tirkiyê pêşengiyê ji çapemeniya azad re dike û li kû derê neheqî û zilmek hebe rojnamevanên ragihandina azad li wir in. Li ser vî bingehî ew pênûsa Apê Mûsa ji me re hiştî, wê bi destê rojnamevanên azad rastî bên nivsandin.”
Başûrê Kurdistanê, binpêkirin û kuştina rojnamevanan
Herwisa Iraq û başûrê Kurdistanê di navê de ji aliyê azadiya rojnamevantiyê li gorî heman rêxistinê li ser asta cîhanê di rêza 162`yan de ye. Herwisa li gorî Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, di sala 2021’ê de, li başûrê Kurdistanê ji aliyê deshilata PDK’ê ve 17 rojnamevan hatin destgîrkirin, 31 rojnamevan jî, pîşeya rojnamevantiyê lê hat qedexekirin. Bi giştî 187 binpêkirinên cuda li hermberî rojnamevanan pêk hatin.
Herwiha li başûrê Kurdistanê di nava çend salan de bi dehan rojnamevan hatin revandin û kuştin; mîna kuştina rojnemvan Soran Mam Heme sala 2008`an, Serdeşt Osman sala 2010`an, Kawa Germiyanî sala 2013`an, Wîdad Hisên sala 2016`an Şûkrî Zeyndîn sala 2016`an, Amanc Baban û hevjîna wî Lana Mihemed sala 2019`an de hatin kuştin. Tevlî wê jî Hikumeta Herêmê heta niha kujer diyar nekirine. Ya balkêş ew e ku tevayiya van rojnamevanan, berî bên kuştin rexne li siyaseta hikumetê kiribûn!
`Li Başûr destgîrkirin û kuştina Rojnamevanan sîstematîk û biramanc e`
Li ser rewşa ragihandina kurdî ya başûrê Kurdistanê jî rojnamevanê serbixwe Hoşyar Cemal ji me re ev agahî parve kirin: “Li Başûr ragihandina azad û ya serbixwe ji ber gefên desthilat û hevparên wê yên aborî û ewleyî tê astengkirin. Heta radeyeke ne zêde li herêmên YNK`ê ji bo ragihandina azad derfet heye. Lê li tevayiya herêmên PDK`ê şer û êrişeke mezin û sîstematîk li hemberî rojnamevan û ragihandina azad tê kirin. Jixwe Desthilat di dîrokê de bi êrişa ser rojnevanan û bi kuştina wan navdar e. Di van salên dawî de jî desthilat ji bo veşartina gendelî, siyaseta xwe ya şkestî û ya li dijî gelê Kurd, şêwazeke nû li hemberî rojnamavanan bi kar tîne. Bi qanûna xwe wan destgîr dike û navê terorê li wan dike, mînaka wê jî Rojnamevanên Behdîna ne. Bi van kiryaran dixwaze herêmê bêdeng bike û çavkaniya gel ji holê rake.”
`Kirêdarkirin û bênirxkirina rojnamevanan siyasta desthilata PDK’ê ye`
Rojnamevanê Başûr herwisa eşkere kir ku sîstema weşana kanalan ya navxweyî di destê Desthilatê de ye û rê nade kanalên mîna Stêrk, Aryen û Ronahi ku weşana xwe li herêmên vê deshilatê bikin û axaftina xwe wiha domand “Deshilata başûrê Kurdistanê, li hemberî rojnamevanan siyaseteke qirêj dimeşîne, bi pereyan wan dikire û wan bênirx dike. Herwisa jinê bi rengê madeyeke bazirganî bi kar tîne li ser ekranên xwe. Ji ber wê civak bi çavekî piçûk li rojnemvanan dinêre.”
`Rûdaw û K24 ziman û berdevkên dagîrkeriyê ne`
Hoşyar diyar kir ku medya desthilatê di serî de kanala Rûdaw û K24, di çarçoveya berjewendiyên partî û kesayetên desthiltdar de kar dikin û kêmayiyên heyîn û rewşa rast ya civakê ranagihînin û bi vê nirxandinê axaftina xwe qedand: “Jixwe ev kanal bi pereyên pertrol, seweta vî welatî û gelî ava bûne. Lê ji bo kesayet û malbatan desthilatdar propagenda û kar dikin. Heman ragihandin siyaseteke li dijî gelê Kurd ji bo reşkirina têkoşîna wî li her çar parçeyan bi kar tîne. Mîna cangoriyên gelê Kurd û PKK`ê bi xweşmir bi nav nake. Herwisa li ser ekranên xwe, êrişkarên nirxên gelê Kurd pêşwazî dikin. Bi vê yekê dibin ziman û berdevkên dagîrkeran. Herwisa têgihiştineke şaş li cem gelê Kurd li başûr û tevayiya Kurdistanê ava dikin, lewra mijarên bêkêr li ser ragihandinê gotûpêj dikin û armanca wan jixwe dûrxistina gelê Kurd ji nirxên wî ye”.





