Serbest Etê/Qamişlo
Kamîran Berwarî da zanîn ku dewleta tirkî û hevkarên wê bi êrişa ser qadên gerîla dixwazin ji Rojava heta sînorê Rojhilat bi firehiya 50 Km. herêmeke dagîrkirî çêkin. Herwiha teqez kir ku dewleta tirkî ji bo pêkanîna vê dagîrkeriyê, ji desthilata Herêma Kurdistanê derfet û hevkariya siyasî, aborî û leşkerî girtiye.
Hevpeyvîna rojnameya me bi endamê Kongereya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr Kamîran Berwarî li ser êrişên dagîrkeriya tirkî yên ser qadên gerîla, siyaseta Iraqê û PDK`ê wiha ye:
Ji 17`ê Nîsanê ve dewleta tirkî ya dagîrker êrişeke dagîrkeriyê ser başûrê Kurdistanê da destpêkirin, hûn vê êrişê çawa dinirxînin?
Bêguman ji destpêka salên 83`î ve êrişên sîstematîk yên dewleta tirkî ya dagîrker ser başûrê Kurdistanê û tevgera azadiyê dest pê kiriye, ev êriş jî dewama wan e. Lê diyar e ku hem êrişên sala 2020`an, hem yên sala 2021`ê, hem yên niha bi awayekî hê sîsetamtîk, bi armancên stratîjîk pêk tên. Bi êrişa ser qadên gerîla, dixwaze herêma Berwarî ku di navbera sînorê bakur û başûrê Kurdistanê de ye, dagîr bike; xeteke dagîrkeriyê ji bakurê Sûriyê ve heta sînorê Rojhilat bi firehiya 50 Km. saz bike. Ji aliyê din ve AKP-MHP dixwazin qeyrana xwe ya navxweyî û navneteweyî, bi riya vê êrişê veşêrin. Lê projeya bingehî ya wan ew e ku, nexşeyeke nû ya dagîrkeriya Kurdistanê bi giştî dîzayn bikin; Tevgera Azadiyê li her çar parçeyên Kurdistanê ji holê rakin û di encamê de, destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin. Ev jî di pişt perdeyê de bi piştgirya hêzên navxweyî yên Kurdî, herêmî û navneteweyî tê kirin.
Berî êrişan, civînên eşkere û veşartî di navbera Tirkiyê, PDK û Iraqê de çêbûn, rola aliyên civînan di êrişan de çi ye?
Dewleta tirkî ya dagîrker ev demek e xwe amade dikir ku êriş bike. Herwiha hemwextê krîza Ukaryna bike ku bêdengiya cîhanê bi dest bixe. Dema êrişê pêwendî bi hilbijartinên Başûr ve heye ku aliyên êriş û civînan naxwazin hilbijartin pêk bên. Di heman demê de hilbijratinên Tirkiyê hene ku êrişkar wisa dihizrin xwe wek bêqeyran û serketî nîşan bide. Jixwe parçebûna birayara Iraqê ya siyasî ji berjewenidiya wan e. Rast e tevgereke siyasî bi navê dîplomasiyê hebû, lê ya rast di navbera Tirkiye, hikûmeta herêma Kurdistan û Iraqê de proje û peymanên istxabarî û leşkerî û aborî dihatin gotûbêjkirin. Dixwazin nexşeya Kurdistanê hê parçe bikin, her parçeyekî bikin çend parçe. Soz jî dane van hêzên Kurdî yên hevkarên Tirkiyê, ew parçeyên ji aliyê wan ve bên girtin. Ji ber heman hêz pir jidil dixwazin Rojava û Başûr bên dagîrkirin. Da ku wek çete di binû sîwanan dewleta tirkî ya dagîrker de bin. Yê ku vê planê pûç dike jî Tevgera Azadiya gelê Kurd e. Ji ber wê dizanin ku heta PKK û îdolojiya Rêber Ocalan hebe wê nikaribin vê projeyê bi ser bixin. Ji ber vê êrişkar ne dewleta tirkî tenê ye, êrişeke piralî ye, hêzên kurdî û dewletên cîhanî beşdarî wê ne. Ya piralîbûna êrişê û vê projeyê teqez dike ew e ku hemwext li seranserê Kurdistanê, Şingal, Rojava û Başûr êriş tên kirin. Lê êriş girantir li ser qadên gerîla ne. Lewra ew bixwe dizanin ku gerîla hêza yekane ye ku destkeftiyên neteweyî bi dest xistine û niha wan diparêze.
Hûn hevkarî û rola PDK û Iraqê di vê êrişê de çawa dinirxînin?
Hikumeta Herêmê ji dagîrkirina dewleta tirkî ya Başûr razî ye. Bi tevayiya derfetên siyasî, aborî û leşkerî hevkariya dagîrkeran dike. Bi vê helwestê peyamekê dighîne her kurdî ku ew nikare hebûna xwe bê dagîkeran biparêze. Lewra di nava 31 salên desthilatiya xwe de nikarî leşkerek, asyîşek, aboriyek, siyasetek û perwerdeyeke Kurdistanî ava bike. Her tim xwe diavêje bextê dagîrkeran, hêza xwe ji wan digire, ji Îran bigire, heta Sedam û niha dewleta tirkî ye. Bêdengiya Iraqê ji ber hebûna peymanên veşartî di navbera hin hêzên sunî û hin aliyên Iraqî û Tirkiyê de hene Ku gelê Kurdistanî teng bikin û di encamê de bang li vegera artrîşa Iraqê ji aliyê wan bibe. Artêşa Iraqê jî ji Zaxo heta Xanqîn bi cî bibin. Li hemberî bicîbûna wê, Tevgera Azadiyê di sêgoşeya Bakur, Başûr û Rojava de têk dibin. Di encamê de jî tiştek bi navê herêma Kurdistanê namîne.
Li gorî nirxandinên we kirîn, konsepteke êrişên piralî li ser Kurdistanê heye, peyama we ji gelê Kurd û partiyên kurdî re çi ye?
Em bang li tevayiya partiyên kurdî dikin ku xwedîhelwsteke xurt bin. Lewra Kurdên biwijdan, namûs û exlaq -heman tişt ji bo partiyan siyasî yên Kurdistanî jî derbasdar e- hebin wê helwesta wan li vir diyar bibe. Kurdên li hemberî vê dagîrkeriyê ne xwedîhelwest bin, ew alîgirên dagîrkeriyê ne. Ji ber wê divê bi yek helwestê, bi rawstandineke dîrokî xwe bidin pêş li hemberî vê pêvajoya hesas. Pêdivî li ser asta giştî Kurdistanê civîn bên kirin. Li Bakur û Başûr û Rojava û Ewropa sengerek li hemberî dagîrkeran û Hesen Xeyrî (Sembola Xiyanetê), sengera berxwedanê bê avakirin û li kêleka şervanên Azadiyê rawestin. Teqez wê di encamê de serkeftina gelê Kurd misoger bibe. Erdogan û dewleta tirkî jî wê weke Osmaniyan ji nexşeya cîhanê rabin. Jixwe gelê Kurd niha jî ne bêalarntîf e, ew xwediyê îdeolojî û hêzeke mezin e. Kurdên di xeta dijmin de jî wê li hemberî gel û dîrokê rûreş bibin.