Navenda nûçeyan
KCK’ê bang li gelê Kurdistanê, jin, ciwan û her kesî kir ku li dijî êrişên dagîrkeriyê yên dewleta tirkî ya qirker û mêtinger bi xurtî helwestê nîşan bidin û li gel berxwedana fedayî ya gerîlayên azadiyê cih bigirin, li her cihî berxwedanê xurt bikin.
KCK`ê da xuyakirin ku şerê tinekirinê ku dewleta tirkî ya mêtinger qirker ji bo desteserkirina destketiyên gelê Kurd, şkandina îradeya berxwedanê û azadiyê ya Kurdan û tinekirina hebûna Kurdan daye destpêkirin, bi 14’ê Nîsana 2022’an êrişa li ser Zapê re derbasî qonaxeke nû bû û da zanîn ku Dewleta Tirkan bi vê êrişa nû re dixwaze îradeya berxwedanê ya hêzên azadiyê yên Kurd bişikîne, Tevgera Azadiyê tasfiye bike û polîtîkaya qirkirina Kurdan temam bike. Di dewama daxuyaniyê de got, em bang li gel û jinên Kurdistanê yên welatparêz, ciwanên Kurdistanê yên şoreşger û welatparêz, gelên Rojhilata Navî, dostên gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî êrişên dagîrkeriyê yên dewleta Tirkan ya mêtinger qirker bi rengê herî xurt helwestê nîşan bidin, li gel berxwedana fedayî ya gerîlayên azadiyê cih bigirin û li her derê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.
KCK`ê da zanîn ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirkan ya mêtinger qirker bi rengê fedayî dest bi berxwedanê kirin û derbên giran li dijminê dagîrker xistin. KCK`ê got, em gerîla û fermandarên HPG û YJA Starê ji ber vê berxwedana wan ya bi lehengî silav dikin û ji dil pîroz dikin. Hevriyên xwe yên bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn bi rêzdarî, heskirin û bi minet bîr tînin.
KCK`ê diyar kir ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê her tim êrişên dijmin yên dagîrker qirker bi berxwedaneke fedayî şkandine, planên dijmin yên ji bo şkandina îradeya azadiyê ya Kurdan û tinekirina hebûna Kurdan pûç kirine. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê herwiha bi qasî ku planên dijmin yên faşîst mêtinger qirker pûç kirine, di heman demê de ji aliyê mezinbûna îradeya azadiyê ya kurdî û pêşvebirina wê de bûne hêza bingehî.
Hêzên navneteweyî çavê xwe ji êrişan re digirin
KCK`ê bal kişand ser rewşa hêzên navneteweyî û got, divê baş were zanîn ku dewleta Tirkan bi piştgiriya ji hêzên navneteweyî girtî, van êrişan dike. Lewra eger hêzên navneteweyî piştgirî nedana û çavê xwe ji vê re negirtibûna, wê dewleta Tirkan nikaribûya êriş bike û çekên kîmyayî bi kar bîne. KCK`ê herwisa bîr xist ku hêzên navneteweyî yên li dijî şerê li Ukrayna bûn, li hemberî êrişên dagîrkeriyê yên dewleta Tirkan bêdeng dimînin û got, divê gelên dinyayê û raya giştîya demokratîk van rastiyan bibînin.
KCK`ê herî dawî got, em bang li her kesê li hemberî êrişên dagîrkeriyê yên dewleta Tirkan bêdeng dimîne û piştgiriyê dide êrişan divê dev ji vê helwesta xwe ya li dijî demokrasiyê berde û li hemberî vê dagîrkeriyê helwesta xwe zelal bike.