Hemleya paqijiyê ya TEV-DEM`ê ku 28`ê Adarê dest pê kiriye, li Qamişlo berdewam e.
Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Nivîsgeha Ciwanan a tevgerê û şêniyên taxa Tey a Qamişloyê tev li hemleya paqijiyê bûn.
Beşdarên hemleyê li pêşiya Çerxerêya El-Selam a li rojhilatê Qamişloyê kom bûn, qad û kolanên heta Çerxerêya Şehîd Xalid Osman a li taxa Tey paqij kirin.
Têkildarî hemleyê, şêniyê bi navê Fîgan Elî spasiya TEV-DEM`ê kir û got: “Hemleyên paqijiyê bi tenê têrê nakin. Divê welatî erkên xwe bînin cih û bajarê xwe paqij bihêlin.”
Hemle heta niha li taxên Enteriye, Kanal Siwês, Cumaiye, gundê Um El-Fursan, Nimetlî, herêma Pîşesazî û taxa Tey pêk hatiye.
ANHA