Vedana kon, stiran û lawikgotin, lîstika kumik çalakiyên şevên Remezanê yên welatiyên Hewlêrê ne. Pîr, ciwan û zarok şevên Remezanê li Parka Şanedar kom dibin û di binê kon de lîstikên kurdî yên kevin dilîzin.
Lîstika kum yan jî lîstika gustîlkê, lîstikeke kevin ya kurdî ye, bi taybetî di şevên dirêj ên demsala zivistanê de tê lîstin û girîngiyê didin vê lîstikê. Li bajarê Hewlêrê hê ev lîstik tê lîstin, dewreyek ya lîstika kum (yanî klaw) hatiye destpêkirin û wê heta dawiya meha Remezanê berdewam bike.
Navenda Heyranbêjên Hewlêrê dewre vekiriye û 64 tîm tevlî bûne. Her şeva Remezanê ciwan û welatî di bin kon de kom dibin û bi guhdarkirina heyranok û stranên foklorî yên Kurdî lîstika kum dilîzin.
Rêveberê vê çalakiya çandî, Rênas Tahîr ji Rojnews’ê re axivî û got: “Ev du sal in, wiha her şeva Remezanê, di saet 21.00’an heta saet 24.00’an lîstika kum dikin. Bi gotina heyranok û lawikan şeva xwe derbas dikin.
Armanca organîzekirina vê lîstikê, zindî hiştina lîstikên kevin ên foklorî yên Kurdî ne ku kevin şevên dirêj ên zivistanê dihatin lîstin. Li gel jî heyranok û lawikên Kurdî dihatin gotin. Rênas dibêje, “Şev kesên temenê wan cuda li vir kom dibin û dibe sedem ku ji teknolojiyê û torên civakî dûr bikivin.”
Yek ji welatiyên tevlî şevê dibe û şaraziya wî li ser lîstika kum heyî Aram Behar ji Rojnews’ê re got: “Ji bo me cihê dilxweşiyê ye ku lîstikek kevin a Kurdewarî zindî bihêlin. Şevane hejmarek zêde ji ciwanan û kesên din berê xwe didin vê lîstikê.”
Lîstika kum dîrokek xwe ya kevin heye. Li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayê cuda tê lîstin. Lîstik ji 9 kuman pêk tê. Di nava yek ji kuman de gustîlek tê veşartin. Bi awayê du tîm an grûb, li hemberî hev dilîzin. Her tîm ji 3 heta 8 lîstikvanan pêk tê. Lîstik çend saetan berdewam dike. Ji tîman kîjan berê 100 pileyan bi dest bixe dibe yekemîn.
ROJNEWS