Eylem Şoreş/rojnamevan
Di destpêkê de dixwazim roja rojnamevaniya Kurdî li tevayiya hempîşeyên xwe pîroz bikim û di vê rojê de şehîdên raqihandina azad û di şexsê wan de tevayiya şehîdên riya azadiyê bi rêzdarî bîr tînim. Di van salên dawî de encama xebatên salan tê dîtin. Ragihandina azad li dijî tevayiya êrişan xwe pêş xist û xwe pêş dixe, dibe bersiv.
Di heman demê de qadên xebata ragihandina azad, her ku diçe firehtir dibin. Dibe ku televîzyona jinan di vê çarçoveyê de yek ji saziyên herî nû be, lê li wir jî em dibînin bê ka ezmûnên salan yên qada ragihandinê bi manewiyatê çawa bi pêş ketin. Cihê ku herî zêde niha êriş li ser qada ragihandinê tên kirin Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ye. Piştî wê jî Başûr û Rojhilat tên. Qada şoreşê jî bû bingeha ragihandina pergala demokratîk. Lê tê dîtin ku li dijî wan êrişan seknek têkoşînê heye û li ser şopa Nûjiyan, Denîzan û bi dehan şehîdên azadiyê riya ragihandina heqîqetê balê dikişîne. Mane, ragihandin amûra xwe gihandina civakê û bûyîna dengê wan e, eger mirov niha binêre dikare bibîne ku heta astekê ev yek bi awayek xurt pêş ket.
Rojnamevanek di girtîgehê de dibe dengê girtiyan, gelo beriya wê li kû cêbûye?
Me qala êrişan kir, desthilat li her welatî dixwaze xwe mayînde bike û bi vî riyê jî çawa ku yekziman, yekreng û yekolî li mirovan ferz dike bibe tekane dengê ku xwe digihîne civakê jî. Riya rastiyan veşartin, di riya bêdengkirina muxalefetê derbas dibe. Her dema ku dibînin rojnamevanên çapemeniya azad rastiya derewên wan û lîstokên wan radixe ber çavan, ew êrişên xwe zêde dikin û dixwazin dengê azadîxwazan qut bikin. Lê li dijî êrişan helwesteke xurt ya vê qadê heye. Li dijî destgîrkirinê, ji bo her pênûsa ku ket hevalên derdorê bi helwesta parastina hev û xurtkirina hevdû tev digerin. Hêza di qada ragihandina azad jî hevaltiya xurt û lêgerîna rastiyan e. Rojnamevanek ku ji girtîgehê karê xwe didomîne û dibe dengê girtiyan, beriya wê li ku hat dîtin gelo? Belê dema mirova van tiştan dibîne dikare bi nêrîneke zelal karê xwe bidomîne. Ne tenê di vê qadê de, polîtîkayên qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye di asta herî jor de ne. PDK’ê jî bi polîtîkayên xwe kêmî vê namîne. Êriş bi bêtehmuliya hêzên dewletê pêş dikevin. Ev yek tê maneya ku ragihandina azad jî weke qadên din di nava têkoşînê de ye û bi ahengeke xurt xwedîderketin jî pêş dikeve. Însan dema bandor li xwe û derdora xwe dike gelek tişta dibînin û hîs dikin. Niha jî gihîşt vê astê ku, yek raya giştî jî bi saya ragihandina azad û xebatên giştî yên tevgera azadiyê dikare wan rastiyan bişopîne, bibîne û bibe parçeyek ji vê.
Ji bo derbaskirina kêmayiyan, pêşxistina bîrdoziya azadiyê
Bêguman kêmasiyên vê qada kar gelek in. Lê mirov bi şaşitî û kêmasiyên xwe fêr dibin û ezmûnên xwe bi encam dikin. Yek ji kêmasiya berçavan firehkirina qadê û xwe pêşxistin e. Her mirovek ku vî karî dimeşîne divê di destpêkê de bizanibe ku tişta ew dizanin hîn ne tiştekî ye û bi vî awayî vekirî be da ku her tim sînorên xwe derbas bike. Di nava jiyana ku pêşengên me bi sekna xwe xetekê diyar kirin de divê çavên me jî her li rê bin ku vê xetê bişopînin û ji xwe zêdetir ev kar bibe bingeh, şoreş çawa bi berdêlên mezin pêk tê ewqas jî qadên di nava vê de berdêlên mezin dixwazin. Bi çaveke vekirî û nêrînek birdozî gelek kêmasiyên heyî, dikarin bên derbaskirin. Ji bo pêşxistina têgeha girêdayî bîrdoziya azadiyê divê hîn gelek kar were kirin, lê herî baş ew e ku em her yek ji aliyê xwe ve dest pê bikin û bi vî awayî bi pêş ve biçin.
Şopedarê riya heqîqetê bin
Lê hîn kareke mezin û berfireh bi berpirsyariyek mezin li ber her yek ji me heye. Bi hêvî me ku di dema pêş de ev ezmûnên di salên borî çawa derbasî rojên îro bûne wê heman tiştî di dema pêş de jî çêbibe. Bi vî awayî mîrateya şopa riya heqîqetê her dikare were domandin û daxwazên şehîdan û berxwedana wan wê li nîv riyê nemîne. Wê di encamê de hemû hewldanên bêdengkirina dengê rastiyan bêencam bin û wê heqîqet her tim riya xwe bibînin. Bi ronîkirina tarîtiyê re wê têkoşîna li qada ragihandinê û li her qadê ber bi serkeftinê ve bimeşin.