Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Navenda ragihandina HPG’ê: 28 dagîrker hatin cezakirin, 2 helikopter hatin derbkirin!

21/04/2022
in ROJEV
A A
Navenda ragihandina HPG’ê: 28 dagîrker hatin cezakirin, 2 helikopter hatin derbkirin!
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Dewleta tirkî ya dagîrker bi piştgiriya PDK’ê li herêma Avaşin û Zapê ji bejê û hawa ve dest bi êrişên dagîrkeriyê kir. Di daxuyaniya HPG’ê de hat zanin ku ji aliyê gerîlayên azadiyê ve 28 dagîrker hatine cezakirin, 9 dagîrker birîndar bûne û 2 helîkopterên êrişê hatîne derbkirin.

Navenda Ragihandina HPG’ê derheqê êrişên artêşa dewleta tirkî ya dagîrker û berxwedana gerîlla de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di berdewama êrişên ku ev salek e didomin de, 14-17 Nîsanê êriş li ser herêmin medya pir zêde bûne û êvara 17’ê Nîsanê jî artêşa Tirkan êrişeke dagîrkeriyê bir ser herêma Avaşîn û Zapê de daye despêkirin.

Hat zanîn ku gerilayên azadiyê li qada Werxelê bi rêbaza sabotajê li dagîrkerên ku hewl didan xwe li qada Werxelê bi cîh bikin xistîne û di vê çalakiyê de 8 dagîrker hatine cezakirin. Herwiha HPG’ê ragihand ku piştî artêşa dewlata tirkî ya dagîrker derb xwar leşkerên xwe yên li erdê vekişandin, herêm bi dijwarî bombebaran kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin:

“Bi şev saet di 01:30’î de li dijî dagirkerên ku dixwestin li girê Werxelê bi cih bibin, bi çekên ferdî û nîvotomatîk, dest li wan hat werdan. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin. Balafirên şer jî saet di 02:45’an de bombe li vê qadê barandin. Bi şev saet di 03:10’an Saet di 03:40’î de li dijî komeke dagirkeran a hewl dida li qada Werxelê bikeve çeperê, bi çekên ferdî çalakî hate lidarxistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Dijmin piştî vê çalakiyê neçar ma ku bi qedemeyekê xwe vekişîne.

Li herêma Zapê;

Dagirkeran ji sînorê bakurê Kurdistanê qadên Çiyayê Reş, Ertûş û Şikefta Birîndaran ên herêma Zapê û qada Werxelê jî bi helîkopteran bombe kirin. Bi helîkopterên Skorsky jî hewl dan hêzên xwe li qadê deynin. Hêzên me dest li helîkopteran werdan û gelek helîkopterên dijmin bêyî ku karibin hêzên xwe deynin neçar man vekişin. Li qada Girê Şehîd Şahîn, hêzên me derb li helîkoptereke êrişê xistin, ku hewl dida hêzên xwe li qadê deyne.

Helîkopterên ku xwestin hêzên xwe li qada Kurojahro deynin li destwerdana hêzên me rast hatin û nekarîn hêzên xwe li qadê deynin. Dagirkeran li qada Kurjahro karîbûn carekê hêzên xwe li Girê Şehîd Amargî deynin. Li vê derê jî hêzên me yên YJA Starê hêzên dagirker xistin bin kontrola xwe û bi çekên ferdî li dagirkeran dan. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Li heman cihî bi taktîka sabotajê li dagirkeran hate xistin û 4 dagirker hatin cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê di herdu çalakiyan de 7 dagirker ceza kirin.

Êrişa dagîrker bi destûr Û piştgiriya PDK’ê tê kirin

Heke PDK’ê destûr û piştgirî neda vê dagirkeriyê artêşa Tirk, wê nekaribû ji pişt ve li gerîlayan bide. Di heman demê de hêzên dewleta Tirk a dagirker ji baregeha Sîrê ya di bin kontrola hêzê n PDK’ê de ya li navçeya Şêladizê bi rê ketine û ji bejahiyê ve, hewl didin li qada Kurojahro bi cih bibin. Hêzên me li van dane û pêşveçûna wan dane sekinandin. Li gorî çavdêriyan, hêzên PDK’ê bi şev ber bi xeta Dêrelo, Şêladizê û Barzanê ketine tevgerê.

Dagirkeran saet di 21.00’an de du caran xwestine bi helîkopteran hêzên xwe deynin qada Kevirêkun a li qada Şikefta Birîndara. Hêzên me dora van dagirkeran girtine û bi xurtî li dagirkeran dane. Bi qasî ku hatiye zelalkirin 5 dagirker hatine cezakirin. Dagirker nekarîne li vir bi cih bibin û xwe vekişandine Kaniya Skorsky. Dagirkeran hewl dane saet di 22.00’an de bi pêş ve biçin, hêzên me dîsa li dagirkeran dane. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 dagirker li vir jî hatine cezakirin û 6 dagirker jî birîndar bûne. Ber destê sibehê ve jî li qada Şikefta Birîndara hêzên me li helîkopterên êrişê dane û helîkopter neçar mane, ji qadê vekişin.

Dema 2 helîkopterên êrişê hewl dane têkevin qada Çemçoyê hêzên me li helîkopteran dane. Helîkoptereke êrişî derbeke giran xwariye û neçar maye ji qadê vekişe.

Di destê sibehê de jî helîkopter ji ser xeta Bamernê, Amêdiyê û Dêrelokê xwestine êrişî Kurojahro bikin, hêzên me li van helîkopteran jî dane. 2 helîkopterên êrişê û helîkoptereke Skorsky neçar mane ji qadê vekişin.

Di 4 rojên dawîn de qadên me 147 caran bi balefirên şer û ji bejahiyê ve jî gelek caran bi obusan hatine bomberdûmankirin. Droneyên bi çek û balefirên şer hê jî li ser qadên me digerin. Hêzên me bi ruhekî fedaî  pêla êrişa yekemîn a li hemberî Avaşîn û zapê şikandine. Heta niha 28 dagirker hatine cezakirin, 9 dagirker hatine birîndarkirin û li 2 helîkopterên êrişê hatine xistin.

Berxwedana qehremanî ya hêzên me û şer bi awayekî kûr didome.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.