Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştgiriya planên dawleta tirkî ye’

21/04/2022
in ROJEV
A A
‘Ambargoya li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştgiriya planên dawleta tirkî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Mistefa Hemo da zanîn ku ambargoya li ser taxa Şêxmeqsûd-Eşrefiyê plana rejima Surî ya bi dewleta tirkî re ye. Herwiha da xuyakirin ku armanca vê ambargoyê projeya têkbirina jiyana hevbeş û piştgiriya dagîrkeriya dewleta tirkî ye.

Taxa Şêxmeqsûdê li bakur-rojavayê Helebê ye û yek ji wan taxan e ku ji ber êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û hikumeta Şamê gelek êş kişandiye. Herwiha li vê taxê gelek pêkhateyên Ereb, Kurd, Tirkmen û Sûryan hene û bi awayekî komînal xwe bixwe bi rê ve dibin. Jimara şêniyên taxa Şêxmeqsûdê nêzî 200 hezar kesî ye û ev jimar dabeşî 32 hezar malbatî dibe.  Herî dawî rêjima Şamê li ser vê taxê ambargo danî û derbaskirina tevayiya pêdiviyên debarê yên jiyanê wek xwarin û dermanan jî qedexe kirin. Kiryarên rêjimê gelek krîz û azaran bi xwe re tîne. Tevî zehmetiyan jî, gelên li vê taxê dijîn li ber xwe didin û serî ji ti kesî re natewînin.

Derheqê ambargoya hikumeta Şamê ya li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê Helebê, Mistefa Hemo  ji me re ev nirxandin kir: “Ambargoya ji aliyê rêjima Şamê ve li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatî danîn, ne tiştekî nû ye. Gelên van taxan li hemberî terorê û kiryarên rêjimê li ber xwe dane, dikarîbûn  rêveberiya xwe ava bikin û taxên xwe bi rê ve bibin. Ji ber wê rêjim û çekdarên girêdayî dagîrkeriya tirkî zextan li welatiyên her du taxan dikin. Li van taxan gel xwe ji şerê di navbera rêjimê û çekdarên girêdayî dagîrkeriya tirkî de dûr xistibû û xwe nespart aliyekî ji wan. Gelên van taxan bi aramî û wekhevî bi hev re dijîn.”

Hemo diyar kir ku hêzên serdest herdem li dijî gelên azadîxwaz kiryarên hovane dikin û axaftina xwe wiha domand:  “Hikumeta Şamê jî polîtîkaya dijminane li dijî gel dimeşîne, ew madeyên bingehîn û girîng li ser gel qut dike. Armanca wan şkandina projeya Rêveberiya Xweser e û dûrxistina gel ji rêveberiyê ye. Lê bi saya fikr û felsefeya Neteweya Demokratîk û rêxistibûyîna gel li ser bingekekî exlaqî, planên wan bêencam man û girêdana gel bi rêveberiyê ve bihêztir bû.”

Hemo da zanîn ku hin caran siyaseta hikumeta Şamê û dagîrkeriya tirkî weke hev in, ti cudayî di navbera wan de nîne û wiha dewamî da axaftina xwe: “Çiqas ku pirsgirêk di navbera hikumeta Şamê û dagîrkeriya tirkî de hebin jî, li ser Kurdan dibin yek û bi hev re planan saz dikin. Praniya welatiyên her du taxan ji bajarê Efrînê ne. Tê xuyakirin ku, ew bi hev re li dijî Kurdan planan saz dikin û girêdaneke xurt di navbera wan de heye. Tevî ku Efrîn bajarekî Sûriyê ye jî, lê hikumeta Şamê li dijî dagîrkirina wê ji aliyê tirkî ve ti bertek nîşan nedan û bêdeng ma. Herdem hikumet behsa sereweriya Sûriyê dike, ka ew serwerî dema ku ew bixwe dihêle ku xaka Sûriyê bê dagîrkirin.”

Hemo bal kişand ser siyaseta Rûsya ya  li herêmê û wiha got: “Siyaseta Rûsya li Helebê ne zelal e, Heleb di milê leşkerî de di binê serdestiya Rûsya û Îranê de ye û her du hêz jî di gelek mijaran de li hev nakin. Ambargoya li ser  Şêxmeqsûd û Şehba, destê Rûsiya tê de heye û ew vê ambargoyê bi rê ve dibe. Eger Rûsya gavekê bi aliyê çareseriyê ve biavêje, wê rêveberî deh gavan biavêje. Herwiha hikumeta Şamê nikare bê destûra Rûsya tev bigere. Helwesta Rûsya ne zelal e, em dixwazin helwesta xwe eşkere bike.”

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mistefa Hemû diyar kir ku tevayiya gelên bakur û rojhilatê Sûriyê li dijî ambargoyê derketin, helwesta xwe nîşan dan û axaftina xwe wiha qedand: “Rêjim dixwaze îradeya gelên herêmê bişkîne, ev gelê ku li hemberî ambargoyê û êrişên terorîstan li ber xwe dan. Em dikarin bêjin ku berxwedana gel li Şêxmeqsûd şerê gelê şoreşgerî ye. Ji gelên di binê sîwana Rêveberiya Xweser de dijîn, tê xwestin ku li dijî ambargoyê derkevin û zextê li rêjîmê bikin da ambargo were rakirin. Gel bi saya projeya Netweya Demokratîk fêrî fedekarî û berxedanê bûye, Kurd, Ereb û Suryan bi hev re têdikoşin. Ev fikir û felsefe wê dewam bike û bibe kilîta çareseriya krîza Sûriyê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.