Darîn Silê/Qamişlo
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso da zanîn ku, armanca sereke ya dorpêçkirina taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji aliyê hikûmeta Şamê ve, şerê li dijî îradeya gelê Kurd e. Herwiha got, ev ne tişteke nû ye, ji berê ve rejimê gelek caran bûye sedema aloziyê.
Bi destpêkirina şoreşa Rojava taxa Şêxmeqsûd rastî gelek êrişan ji aliyê rejima Sûrî û dagîrkeriya tirkî ve hat. Van êrişan pênc salan dewan kir. 2012`an dest pê kir û di 2017`an de bi rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê bi dawî bû. Ji ber wê jî ev tax bû mînaka berxwedana gel. Lê niha careke din rejima Sûrî ambargo daniye ser taxê. Ji 13`ê Adara derbasbûyî ve nahêle ti pêdiviyên jiyanê, herwiha derman û sotemenî derbasî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin. Ji bo wê jî gelê bakur û rojhilatê Sûriyê ev dorpêç şermezar kirin û helwesta xwe li hemberî rejimê diyar kirin.
Têkildarî mijarê Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso nêrînên xwe ji me re anîn ziman.
‘Rejimê her tim alozî derxistîne, ti caran nebûye cihê çareseriyê’
Xerîb Hiso da zanîn ku ne cara yekê ye ku rejima Sûrî vî karî li hemberî gelê Şêx Meqsûd dike û axaftina xwe wiha domand: “Gelek caran rejimê êrişî Şêx Meqsûd kiriye. Lê her çiqas kiribe jî bi ser neketiye. Rejim her tim aloziyan çêdike, ti caran nebûye cihê çareseriyê. Çimkî zihniyeta wê zihniyeta tevliheviyê ye û xwe li ser esasê aloziyê mezin kiriye. Ev zihniyet jî bûye belaya serê wan. Ji bo wê jî her tim û li her deverê êrişî Kurdan dike û dixwaze îradeya gel bişkîne.”
`Dorpêça heyî êrişa li dijî îradeya gel e`
Xerîb diyar kir ku demek e taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di binê ambargoyeke giran de ne û ev li axaftina xwe zêde kir: “Nêzî du mehan e, rjimê derfet nade ku şekir derbasî Şêxmeqsûd bibe, niha jî nahêle ard û pêdiviyên weke din derbas bibin. Hêdî hêdî vê hişt ku ev dorpêç bibe aloziyeke mezin. Di hundirê vê dorpêçê de tişteke balkêş ku niha derdikeve pêş heye, ew jî tîma çaran e û nayê zanîn ka ev tîm perspektîfên xwe ji kû digire. Çimkî niha hin alî dihêlin ku pêdivî derbas bibin, lê tîma çaran nahêle. Ev yek tê wateya ku hikûmetek di hundirê hikûmetekê de hatiye sazkirin. Tê xuyakirin ku ev tîm girêdana wê bi MÎTA Tirkan re heye. Şêx Meqsûd û Eşrefiyê gelê Kurd, Ereb, Suryan lê dijîn. Ji bo wê jî dewleta tirkî ya dagîrker çawa ku gelê Efrînê tengav kir, niha jî bi hevkariya rejima Şamê dixwaze Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tengav bike. Her du alî li ser vê dorpêçkirinê di nava itîfaqê de ne. Lê yê herî zêde berpirsiyariya vê dorpêçê dike rejima sûrî ye. Ji bo wê jî dorpêça heyî êrişek li dijî îradeya gel e. Lê bila rejim baş zanibe ku bi vê êrişê tiştekî bi dest naxe. Çimkî ev êriş li ser îradeya gelê Sûrî bi tevî tê meşandin, ne li ser îradeya gelekî tenê. Taxa şêx Meqsûd û Eşrefiye rola wan ya sereke heye. Eger rejim alozî di hundirê vê taxê de dide çêkirin wê demê pîvanên sisyasî tên dahurandin û rê li pêşiya tiştên bixeter vedike.”
`Dewamkirina ambargoyê tê wateya neamedebûna rejimê ji çareseriyan re`
Xerîb Hiso got, eger ambargo bê rakirin û rê li pêşiya vê taxê were vekirin, herwiha îradeya gel were qebûlkirin, wê taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê karibin bi bajarê Helebê re meclisa xwe ava bikin û tê de çareserkirina bi giştî bê çêkirin. Ev tişt ji rejimê û rêveberên Helebê tê xwestin ku bi hev re bigihin aramiyê. Me berî niha jî daxwaziya çareserkirinê dikir, lê mixabin hêzên derve yên desthilatdar nedihiştin ku çareserî çêbe. Lê eger çareserî çênebe tê wateya ku rejima Sûrî ji çareseriyan re ne amade ye û gelê vê taxê qebûl nake. Li şûna ku rejim faydê li gelê Sûrî bike li dagîrkeriyê dike.
`Yê ku li vê civakê xwedî derdikeve wê bi ser bikeve`
Di dawiyê de Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, da zanîn ku parastina esasî û ya rast di nava civakê de ye û got, ew çiqas ambargoyê daynin û zextê li civakê bikin, gel ewqas pêwîstiya xweparastin û xwedîderketina li vê xakê dibîne. Herwiha yê ku li vê civakê xwedî derkeve û biparêze wê bi ser bikeve. Lê kiryarên rejimê û hevkariya wê bi dewletên din re ne di berjewendiyên wê de ye. Ji bo wê jî em bi hêvî ne ku rejim li xwe vegere û di demên pêş de çareseriyeke demdirêj çêbe ne demkî be.