Mihemed Xanim / Qamişlo
Roşîn Mûsa diyar kir ku armanca dagîrkeriyê qirkirina gelê azadixwaz e û got, divê em hêza civakê bikin bingeh û li ser bingehê çanda gelê berxwedêr li ber xwe bidin. Lewra ti hêzên navdewletî wê gel neparêzin.
Di nava bêdengiya cîhanê de, dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên girêdayî wê gefên xwe li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dikin. Bi êriş û şerê taybet dixwazin herêmê ji gelên wê yên resen vala bikin. Bi armanca têkbirina projeya biratiya gelan, dagîrkeriya tirkî bi hemû hêzên navnetewiyî û herêmî re di nava liv û tevgerê de ye. Bi bazarên xewe yên qirêj, dixwazin gelan ji azadiyê dûr bixin. Li ser vê mijarê endama Meclisa jinan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Roşîn Mûsa ji me re axivî.
Roşîn diyar kir ku siyseta qirkirinê ya dagîrkeriya tirkî ya li dijî gelên herêmê ne tiştekî nû ye û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî ya dagîrker, dixwaze xwe li bakurê Sûriyê bi cih bike û siyaseta xwe li ser vî bingehî dide meşandin. Li dijî têkoşîna gelên herêmê, êrişên xwe yên hovane didomîne. Herwiha dixwaze bi şerê pskolojîk îrade û baweriya azadîxwazan bişkîne. Tirkiyê wekî dewleteke netewperest û faşîst tê nasîn. Dixwaze ji kirîzên Rojhilata Navî sûdê bigre û dagîrkirina xwe li herêmê fireh bike. Niha jî dixwze ji şerê di navbera Rûsya û Ukrayna de hin tiştan qezenc bike”
Roşîn da zanîn ku siyaseta dewleta tirkî ya faşîst ji her kesî re eşkere bûye û wiha dewamî da axftina xwe: ” Siyasta dewleta tirkî zelal e, Projeya Biratiya Gelan ya demokratîk û aştîxwaz qet qebûl nake. Eşkere dibêje, hebûna statûyeke demokratîk ji me re bixeter e. Ji ber wê gef û êrişên dagîrkeriya tirkî li ser herêmê wê di rojevê de bin.”
Roşîn da xuyakirin ku dewletên wekî Rûsya û Amêrka, ji bo berjewendiyên xwe beşdarî krîza Sûriyê bûn û axaftina xwe wiha domand: “Dagîrkeriya tirkî li ber çavê tevayiya cîhanê komkojiyan dike. Rûsya û Amerîka qaşo li herêmê garantor in lê xwe bêdeng dikin. Niha jî dixwazin gelê Kurd ji bo berjewendiyên xwe bikin gorî. Lê wê negihin armanca xwe. Lewra bê gelê Kurd çareseriya krîza Sûriyê ne pêkan e.”
Roşîn bal kişand ser hevdîtinên di navbera hikumeta Şamê û dagîrkeriya tirkî de û wiha axivî: “Têkiliyên ewleyiyê di navbera hikumeta Şamê û dagîrkeriya tirkî de qut nebûne. Bi hev re dicivin û planan saz dikin. Ji bo têkbirina projeyên demokratîk çi ji destê wan tê dikin. Xetera êrişeke nû ya li ser bakur û rojhilatê Sûriyê heye. Ji ber wê ji bilî berxwedanê ti çare nînin”
Endama Meclisa jinan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Roşîn Mûsa ji gelên herêmê xwest ku rêxistina xwe xurt bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîst e em hêza civakê bikin bingeh û li ser bingehê çanda gelê berxwedêr li ber xwe bidin. Lewra ti hêzên dinyayê wê gel neparêzin. Çavên dewletên faşîst li ser herêmên Rêveberiya Xweser e. Ji ber wê Rêveberiya Xweser ji bo berxwedana li hemberî êrişan di nava amadekariyê de ye. Çawa bakur û rojhilatê Sûriyê bû sembola berxwedanê, berxwedan jî wê berdewam be û wê êriş têk biçin.”