Serbest Etê/Qamişlo
Rêveberê Akademiya Civaka Demokartîk diyar kir ku PDK di dîroka xwe de bi dijberiya gelê Kurd û hevkariya dagîrkerên Kurdistanê tê nasîn û bang li gel kir ku li hemberî vê polîtîkaya qirêj serî rake.
Li ser pêvajo û geşedanên li Kurdistanê û helwesta PDK`ê, rêveberê Akademiya Ş.Luqman ya Civaka Demokartîk ya bajarê Qamişlo Mûsa Xelîl ji me re axivî.
`Bi nav û kincên kurdîtiyê serkêşên PDK`ê gel dixapînin û projeyên dijmin li welat pêk tînin`
Rêveberê Akademya Civaka Demokratîk diyar kir ku PDK û şaxên wê di dîrokê de, li her çar parçeyên Kurdistanê bi stratejiya parçekirina gelê Kurd û hevkariya dagîrkeran tev geriyaye û ev nirxandin kir: “Dema em li dîrokê dinêrin ev teqez dibe. Stratejiyeke wisa ye ku li ser hesabê doza gelê Kurd berjewendiyên şexsî, malbatî û xanedanî hildibijêre. Li ser vî bingehî her tim girêdana xwe bi dijmin û dagîrkerên Kurdistanê re çêkiriye. Li aliyekî din hevkariya wan kiriye û di tevayiya komployên wan yên li ser gelê Kurd de cî girtiye. Serkêşên PDK`ê, bi nav û kincên kurdîtiyê gel dixapînin û li welat projeyên dijmin pêk tînin.”
`PDK amûra dijmin ya li dijî tevgerên azadiya gelê Kurd e`
Mûsa Xelîl herwisa diyar kir ku PDK bi dijîtiya tevger û hêzên Kurdperwer û azadîxwaz navdar e û ev 40 sal in de bi dewleta tirkî ya dagîrker re şerê Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd PKK`ê dike û axaftina xwe wiha domand: “Tevgera Azadiyê bi xebat û têkoşîna 50 salî dixwaze zincîr û sînorên dijminan li ser gelê Kurd danîn, bişkîne û gelan azad bike. Lê di dirêjayiya vê xebatê de PDK`ê hevkariya dijmin kiriye û bi dijmin re li qirbûna gelê Kurd geriyaye. Roleke wisa dagîrkeran spartiye wê ku ti hêzên azadîxwaz yên Kurd nehêle yan jî wan bixin binê sîwana xwe û li gorî polîtîkayên dijmin wan tev bigerîne. Herî dawî PDK amadakariya şer ser qadên gerîla dike û tevlî konsepta qirkirina civaka Êzîdî dibe. Xweseriya Civaka Kurdên Êzîdî- ku li ser wan bi dehan ferman û komkujî pêk hatine- dike amanc. Îro hêzên ku xwedîrol bûn di qirkirina 2014`an ya li ser Êzîdiyan de, PDK, hikumeta Bexdayê û dewleta tirkî ya dagîrker dîwaran li hawîrdorû Şingalê datînin, dixwazin vê civakê bifetisîninû û wan ji cîhanê qut bikin. Bi destê PDKê û hikûmeta Iraqê dîwarên şermê tê avakirin. Diyar e PDK hebûna desthilata xwe û berjewendiyên malabatî yên teng li ser parçe û tinekirina gelê Kurd diparêze.”
`Serî rakin dem dema yekîtiya gelê Kurd e`
Rêveberê Akademiya Civaka Demokatîk ya Ş. Luqman ya bajarê Qamişlo Mûsa Xelîl teqez kir ku gelê Kurd van kiryar û helwestên PDK`ê ku dikevin xizmeta dagîrkeran qebûl nake û axaftina xwe wiha qedand:” Em êriş û polîtîkayên dewleta tirkî ya dagîrker û PDK`ê yên hemberî Tevgera Azadiyê û avakirina sînor û dîwaran di navabera Rojava û Şingalê de qet qebûl nekin. Emê her tim li her çar parçeyên Kurdistanê li hemberî wan, ser piyan bin û bibin xelek li derdora hêzên xwe. Banga me ji gelê Kurd û gelên herêmê re ew e ku serî rakin. Dema dem yekîtî û pêşketina gelê Kurd e, dema şkandina sînorên di navbera gel û civakan de ye, dema gelan e.”