Berpirsên PDK’ê li xwe mukur hatin ku ji bo 258 enfalçiyan û 264 serok caş û misteşaran bûye stargehên aram.
Li ser jenosida enfalê re 34 sal derbas bûn. Hîn di qada navneteweyî de weke jenosid nehatiye naskirin û gunehbar nehatine cezakirn. Di heman demê de li gorî mikurhatina berpirsên PDK’ê desthilata Başûrê Kurdistanê, taybet PDK ji bo 258 enfalçiyan û 264 serok caş û misteşaran bûye stargehên aram.
Li Başûrê Kurdistanê enfala di 8 qonaxan de pêkhat de, di navbera 23’yê Sibatê heta 6’ê Îlona 1988’an de bi rêveberiya Elî Hesen Mecîd ê pismamê Serokkomarê wê demê yê Iraqê Sedem Hisên, piraniya gund û bajarên Başûrê Kurdistanê hatin wêrankirin û li gorî daneyên hikûmeta Herêma Kurdistanê 182 hezar kes hatin qetilkirin. Bi hezaran jin, zarok, ciwan û mêr birin çolistanên Iraqê, bi saxî binax kirin. Li ser vê komkujiyê re 34 sal derbas bûn. Lê, tişta sosret ewe ku heta îro yek ji wan yên ku di vê enfalê de rol listî nehatine cezakirin, di himbêza hikûmeta Kurdî de bi aramî dijîn û wezîfe û erk girtîne.
Mikurhatina enfalçiyan
Di 20’ê Gulana 2008’an de Dadgeha Bilind a Sûcên Iraqê, fermana girtina 423 sûcdarên enfalê da ku ji Cîgirê Îstixbareta Giştî Wefîq Ecîl Samerayî, Welîd Nayif û rêveberê Hobeya Bakûr Şebîbî, Sekreterê Serokkomar Hamid Yusif Hemadî destpê dikir û heta Mihemed Îsa Pîrweyis Caf, Mihemed Seîd Ehmed Mihemed Hewramî bi dawî dibû. Ji vane tewanbaran niha 258 li Herêma Kurdistanê jiyan dikin ku ji Mihemed Kerîm Şûş Zêbarî û Xurşîd Eshed Resûl destpê dike û bi Şêx Mecîd Bayiz Hesen û Selahedîn Xidir Resûl bi dawî dibe.
Ji bosûcdaran pêşkêşkirina wezîfe û erk
Dadgeha Sûcan a Iraqê, lîsteya 264 ên hatîn xwestin ên serok caş û misteşaran ji bo Herêma Kurdistanê şand, lê di wî warî de ti şopandin nekir û ti kes nehatin girtin. Niha herî zêde serok caş û misteşar li Hewlêrê ne. PDK li xwe mikur hat ku, li gorî daneyan ji 156 serok caş û misteşaran, 29 kesan pileyên bilind ên wezîfeyên leşkerî, hizbî û hikûmî hene.Nivîskar û Lêkolînvanê Enfalê Simko Sabîr, têkildarî tevlîbûna caşan a di jenosida enfalê de wiha di axive: “Li Kurdistanê 263 fewcên caş hebûn. Her yekê misteşarekê serpereştî dikir. Di nava caşan de rêveberê bilind hebû. Herwiha du curên din ên caşê hebûn. Yek fewca tewarî, ya din jî fewca îstixbaret. Caşan di enfalê de rolek metirsîdar hebû, li gel rejîmê ew cihên nepanî û veşartî, kevin ku xelkê ji bo xweveşartînê bi kar dianîn, Baasê nedizanî, caşan eşkere dikir. Vê jî wiha dikir ku qurbanî gelek zêde bibin.”
Endamê Polîtburoya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Kakemîn Necar di 22’yê Îlona 2021’an de di mîtînga propagandakirina hilbijartina Iraqê de axivî û mikûr hat ku Baasî û kujerên Kurdan weke ‘Enfalkar’ tên zanîn li Hewlêr hatine hewandin ku destê wan di qetilkirina hezaran kesan de hene.
‘Ji aliyê me ve nehatine efûkirin’
Enwer Hemelaw yek ji şahdinên enfala li Germiyane li ser vê yekê wiha tîne ziman; “Ew caş û misteşarên ku ji aliyê desthilata Kurd ve tên parastin, ji aliyê me ve nehatine efûkirin, divê rojekê werin dadgehkirin. Ewane komek xelkê xwefiroş û sitemkar in. Em li ser vê dosyayê berdewam in. Eger ev hikûmeta têkçûyî jî nebe, rojekê wê yasa serwer bibe. Divê werin dadgehkirin û cezakirin.”
‘Dosya enfalê hîn zindî ye’
Herwiha Serokê Yekîtiya Nivîskarên Jenosidê Salar Mehmud got: “Piştî 34 salên enfalê, hîn dosya wê vekiriye û zindî ye. Divê dadgeha bilind a sûc were zindîkirin û dest bi kar bike. Ji bo ku hemû kesên hatine xwestin biçin li ber dadgehê. Ev ê li pêşiya duberebûna jenosidên mîna vê bibe astengiyek mezin. Heta niha sedema necezakirina wan xemsariya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li beramberî enfal û dosya jenosidê ye. Beşek din jî sedemên siyasî û civakî ne. Beşek jî kesên tevlî bûne cihek wan ê civakî heye. Li gorî eşîra wan û coxrafya wan a cuda hizb wan li ber çav digirin. Herwiha di nava raya giştî de, ji bo dadgehkirina sûcdarên enfalê zextek giştî çênebûye. Herwiha beşek ji wan parastîne.”
Herwiha têkildarî bandoriya parastina caş û misteşaran Salar Mehmûd got: “Li ser asta hizbî parastîne, ev jî ziyanek mezin li dosya jenosidê, mijarên nîştimanî û ihtimana dubare nebûna jenosidê dide. Lê wê heta heta ev dosya vekirî bimîne û wê rojek were ku çareser bike.”
ROJNEWS