Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Hukumeta Şamê Rêveberiya Xweser bi ambargoya li ser gel ve tehdît dike’

17/04/2022
in ROJEV
A A
‘Hukumeta Şamê Rêveberiya Xweser bi ambargoya li ser gel ve tehdît dike’
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Qehreman Mamed diyar kir ku hukumeta Şamê tangasî û qirîzên politika xwe ya desthilatdar bi ambargo û zextên li ser gel dixwaze veşêre. Herwiha dazanîn ku hukumeta Şamê Rêveberiya Xweser bi bîrçîkirina gel tehdît dike. 

Têkildarî rewşa gelê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku ev demek e ji aliyê hikumeta Şamê ve ambargoyeke giran li ser wan hatiye danîn û armanca vê ambargoyê, hevserokê ofîsa ragihandin û lêkolina PYD Qehreman ji me re axivî.

Qehreman diyar kir ku, ji ber ku her du tax cihên wan stratejîk in, ji hemû hêzên serdest re dibin amanc. Qehreman axaftina xw wiha domand: “Sûriye bi giştî di şerekî dijwar re derbas dibe, bi taybetî bajarê Heleb û bi taybetî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Lewra ev her du tax cihekî stratejîk e û dibe amanca hemû hêzên serdest. Yek jê çeteyên girêdayî dagîrkeriya tirkî ne. Dixwazin van her du taxan bigirin destê xwe, da ku bajarê Helebê dagîr bikin. Di heman demê de hikumeta Şamê jî dixwaze vî tiştî bike. Lê bi saya berxwedana  hêzên me yên leşkerî  (YPG), (YPJ), Asayîş û berxwedana gel, ev plan têk çû.”

‘Hukumeta Şamê gelê ji dagîrkeriya tirkî revîn bi bîrçîbûnê terbiye dike’

Qehreman da diyarkirin ku hikumeta Şamê şuna aloziyên li Sûrî çareser bike gel tangav dike û ambargoyê datîne ser gel û wiha domand: “Hikumeta Şamê di milê leşkerî û siyasî  de şkestiye, ji ber wê dixwaze bi ambargoyê tola xwe ji gel rake. Ji xwe gelê me yê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piraniya wan ji bajarê Efrînê ne. Herwiha ji bajarê Helebê jî hene. Tevayiya gelan di van her du taxan de dijîn. Lewra hikumeta Şamê bi riya ambargoyê û qedexekirina derbaskirina madeyan, astengiyan ji gel re çêdike û dixwaze her du taxan bixe bin kontrola xwe.”

‘Şuna  bi Rêveberiya Xweser re li çareseriya aloziyê bigere, Rêveberiya Xweser bi ambargoya li gel re tehdît dike’

Qehrman da zanîn ku rêjima Şamê ambargoya li ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wek kartekê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne, da hin armancên siyasî yên dewletê dagîrker bi dest bixe û axaftina xwe wiha domand: “Hikumeta Şamê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mîna kartekê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne. Çawa ku zivistanê mazot û pêdiviyên jiyanê li ser xelkê me qut kirin, niha jî ard ku madeya herî girîng di jiyana mirovan de ye, qedexe dike. Wekî em dizanin ku mazot, ard, nan û dermanên nexweşiyan gelek girîng in ji bo gel, ji ber wê rêjim derbasbûna van madeyan qedexe dike. Mirov li hemberî kiryarên rêjimê matmayî dimîne, çawa dewletek li ser gelên xwe emabargoyê datîne. Kiryarên rêjimê wekî yên çeteyan in. Ev kîryare ji exlaq û nirxên mirovayiyê pir dûr in. Siyaseta rêjimê ji her kesî re eşkere bûye, kiryarên hêzên desthilatdar jî, herdem ji b o berjewendiyan in.”

‘Gel van êriş û plana baş nas dike û armanca tekoşina xwe jî baş nas dike!’

Hevserokê ofîsa ragihandin û lêkolîna PYD Qehreman Mamed bal kişand ser berxwedana gel ya li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û axaftina xwe wiha qedand: “Gelê me bi berxwedana xwe tê nasîn. Gelek caran me êriş û planên dijminê xwe ditîne û me şkandine. Emê bi rihê şerê şoreşgerî yê gel li ber xwe bidin û tevayiya êrişan bêbandor bikin. Ti carî wê nikaribn îradeya gelê me bişkînin. Tevayiya gelên ku di binê sîwana Rêvberiya Xweser de dijîn, bi hev re wekî laşekî ne û piştgiriya hev dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.