Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Bêrîvan Yûnis teqez kir ku heta Rêber Apo girtî be, wê zilm û zora li ser gelên cîhanê bidome û got, dewletên serdest naxwazin ti welat û gel xwedîsîstemeke demokratîk bin. Lewra ew dixwazin sîstema xwe ya dagîrker bidomînin.
Li dijî tecîrda giran ya ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd herwiha gelê azadîxwaz, çalakiyan didomînin. Dewleta tirkî ya dagîrker ji bo ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan ji holê rake, hemû rêbazên li dijî mirovatiyê bi kar tîne. Mîna tecrîda ser Rêber Apo dagîrkirin, kuştin, revandin, qirkirin û talankirina mal û milkê gelê Kurd.
Ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê, Kurd û gelên azadîxwaz bi siyasetmedar, hunermend, nivîskar û tevgerên jinan, li seranserê cîhanê li ser piyan in. Herî dawî 25’ê Adara 2020’an Rêber Abdullah Ocalan bi telefonê bi birayê xwe re Mihemed Ocalan re axivî. Wê demê peywendî piştî 5 deqeyan hat qutkirin. Piştî vê peywendiyê ti agahî ji Rêber Apo nehatine girtin.
Rojnamevana JIN TV Bêrîvan Yûnis di derheqê tecrîda heyî û armanca dewleta tirk de ji me re axivî û destnîşan kir ku, fikir û felsefeya Rêberê gelan Rêber Apo kilîta çareserkirina pirsgirikên heyî ye. Bêrîvan axaftina xwe wiha domand: “Gel û kesên ramanên Rêbertiyê nas kirine, gihiştine wê baweriyê ku, pirsgirêkên Rojhilata Navî ancex bi ramanên Rêber Apo çareser bibin. Lewra fikrekî demokratîk e û li dijî desthilatdariyê ye. Ji ber vê yekê dewleta tirkî ya dagîrker ev demeke dirêj e tecrîda ser Rêber Apo giran dike. Lê em dibêjin ew nikarin û wê nikaribin gelê Kurd ji felsefeya Rêbertiyê qut bikin. Lewra felsefeya Rêberê gelan Rêber Apo bûye beşa herî girîng ya jiyana me.”
`Wê bi saya ramanên Rêber Apo mafê gelan were parastin`
Herwiha Bêrîvan li ser Komploya Navneteweyî jî wiha got; “Çîroka komployê diyar e, rola dewletên navneteweyî jî tê de diyarde bû. Bi armanca qutkirina gel ji Rêber Apo bi dehan dewletên desthilatdar di nava Komployê de cî girtin û pêk anîn. Lê di dema me ya niha de gelek tişt hatin guhertin. Ev ne salek û dudu ne, bi dehê salan e gelê Kurd li ser ramanên Rêbertiyê kar û xebatê dike. Êdî bila dewletên cîhanê tev bi taybetî dewleta tirkî, baş bizanin ku bi ti rêbazan nikarin Rêbertiyê ji gelê Kurd û yê azadixwaz qut bikin. Çimkî Rêber Apo ne Rêberekî normal e, lewra felsefeya Rêber Apo li cîhanê tevê hatiya belavkirin û bûye hêviya gelan. Niha pirtûkên Rêbertiyê di zanîngehê cîhanê tê xwendin û nifşên nû li ser ramanên Rêbertiyê tên perwerdekirin. Ev yek tê wê wateyê ku, ramanên Rêbertiyê wê mafê me yê gelê Kurd û yê gelê bindest biparêze.”
`Felsefeya Rêber Apo bingehê hilweşandina desthiladaran e`
Bêrîvan got, piştî şoreşa Rojava û pêkanîna projeya Rêveberiya Xweser, gelek kesên serbixwe û yên naskirî ji gelek welatan serdana bakur û rojhilatê Sûriyê kirin. Piştî dîtina wan ya projeyê Neteweya Demokratîk, êdî nema dikarîn çavên xwe li ser heqîqetê bigirin. Ji ber wê dadgehên navneteweyî nema dizanin çawa pirsgirêka ya wan bi destê xwe çêkirî, çareser bikin.
Bêrîvan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne gelê cîhanê ji bo rakirina tecrîdê bêdeng e, hêzên serdest yên ku cîhanê bi rêve dibin, bêdeng in. Ev bêdengiya wan rastiya wan ya li hemberş çareseriya bêhuquqî ye. Çawa sedsala 21`ê dewletnetew ber bi têkveçûnê ve diçe, eger li xwe venegerin wê pirtir têk biçin.”
Rojnamevan Bêrîvan da zanîn ku sîstemên li dijî îradeya gelan pişgiriyê didin hev û kiryarên wan li dijî azadiya gelan in. Bêrîvanê wiha domand: “Hêzên serdest naxwazin ti gel û walat li ser demokrasiyê werin avakirin. Lewra dixwazin dinya di binê sîstema wan ya desthilat û dagîrker de bin. Nêrîn û daxwziyên gelan ji wan re ne girîng in, ya girîng ew e ku berjewendiyê xwe yên şexsî pêk bînin. ”
`Heta Rêber Apo girtî be, wê zilim û zora li cîhanê bidome`
Xebatkara JIN TV Bêrîvan Yûnis diyar kir ku, gelê bakur û rojhilatê Sûriyê bi yek dengî û li ser yek fikrî bang dikin ku ev rêveberî mafê wan diparêze. Bêrîvan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelê bakur û rojhilatê Sûriyê bi hemû pêk hateyên xwe ve, bi têkoşîna xwe ji cîhanê re îsbat dikin ku, evqas şerê ku tê kirin ancex bi fikir û felsefeya Rêbertiyê çareser bibe. Ji bo wê banga me ji rêxistinên mafê mirovan re ew e ku, çavê xwe li ser vê neheqiyê veke. Ev çend sal in dewletên serdest bi taybetî dewleta tirkî hewl dide gelê Kurd ji ramanên Rêbertiyê qut bike. Ji bo pêkanîna planên xwe rojane bi tank û topan êriş dike, lê li hemberî berxwedana gelan têk diçe. Divê cîhan tev bigihe wê baweriyê ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, çirûska azadiya her çar parçeyên Kurdisatê ye. Wê serketin jî ya gelê Kurd be, lewra em xwediyê vê xakê ne û ew hêzên dagîrker in.”





