Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxa Şêxmeqsûd û El-Eşrefiyê got, siyaseta birçîkirinê ne cara yekê ye û armanc jê şkandina vîna azad û Neteweya Demokratîk e. Lê emê bi biratiya Kurd, Ereb û Suryanan li ber xwe bidin û ti carî teslîm nebin.
Ligel giranbûna aloziya Sûrî û xerabûna rewşa aborî ya gelên wê, ji 13`ê Adarê ve Hikumeta Şamê dorpêça li ser her du taxên Şêxmeqsûd û El-Eşerefiyê yên bajarê Helebê girantir dike. Hêzên Firqa 4’emîn Yên Şamê ji wê demê ve rê nade ard, xwerak, derman û sotemenî derbasî her du taxan bibe. Ji ber vê dorpêçê 200 hezar mirov ku gelek ji wan koçber in di rewşeke pir xerab de dijîn. Herwisa ev du hefte be ji ber nebûna ard nangeh kar nakin.
Têkîldarî rewşa dawî ya her du taxan Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxê Şêxmeqsûd û El-Eşerefiyê, Valentîna Ebdû ji me re axivî.
`Doh çete bûn û îro hukumeta Şamê ye, armanc yek e`
Valentîna diyar kir ku ji ber dorpêçkirina her du taxan ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve rewşa tevayiya welatiyan pir xerab e û ev agahî dan: “Lewra welatî tev ji çîna kedkar in û rojane bi karê xwe debar û pêdiviyên jiyanî peyda dikin. Bêguman siyaseta birçîkirinê û dorpêçkirina her du taxan ne cara yekê ye. Ji salên pêşî yên aloziya Sûriyê ve ji aliyê çeteyên Cebhet EL-Nusera yên girêdayî dewleta tirkî ya dagîrker, heman kiryar pêk dihat. Niha jî heman siyasetê ji aliyê Şamê ve didome. Şam bênavber ev sê sal in vê siyaseta hovane li ser her du taxan û herêma Şehba pêk tîne. Ji ber wê gel bi hêrseke mezin li hemberî vê deropêçkirinê nerazîbûna xwe nîşand dide. Siyaseta terbiyekirina gelan bi birçîkirinê nayê qebûlkirin.”
`Armanca wan têkbirina Neteweya Demokatîk e`
Hevseroka meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û El-Eşerefiyê herwisa diyar kir ku armanca hikumeta Şamê ji vê dorpêçê derxistina tevlîheviyê, têkbirina Projeya Neteweya Demokatîk, şkandina vîna şêniyên taxê û di encamê de xweradestkirina ji wê re ye û helwesta xwe û wiha got: ” Wê ev xewn jê re bibe hesret. Lewra îro di binê sîwana Neteweya Demokartîk de tevayiyê şêniyên her du taxan bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe dijîn û serkeftina vê projê diyar dibe. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve û heta niha helwesta Şamê her tim dijayetiya Rêverberiya Xweser ya gelan bû, ji ber wê bênavber alozî derxistine. Herwisa bi dopêçkirinê dixwaze rewşa teslîmbûn û vegera bin sîstema xwe li ser gelan pêk bîne. Jixwe bi hezaran xort û keçên me xwe cangoriya jiyana azad û birûmet kirin da ku Heleb ji terorê biparêzin û nekeve. Şermezariya herî mezin ya vê Hikumetê ye ku li şûna berdêlên her du taxan wan bi dorpêçkirinê xelat dike.”
`Emê li ber xwe bidin, gelê rêxistinkirî wê teslîm nebe`
Hevseroka meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û El-Eşerefiyê Falintîna Ebdû teqez kir ku şêniyên her du taxan girêdayî xwîna şehîdên xwe ne û riya wan dişopînin. herwiha teqez kir ku wê ti carî riya teslîmbûnê qebûl nekin û axaftina xwe wiha qedand: “Emê li ser bingehê Şerê Gel Yê Şoreşgerî yê ku li Rojava cara yekê li Şêxmeqsûd pêk hatî li ber xwe bidin. Jixwe gel xwe nas kiriye û xwe bi rêxistin kiriye, wê ti carî teslîm nebe û ev yek jî bi meşa şermezarkirina vê dorpêçê ya li taxê pêk hat, teqez bû. Na ji doprpêçkirinê, ne ji siyasetên birçîkirinê, bijî gelên azad. Emê heta dawî li ber xwe bidin. Ji ber wê banga me ji civaka navneteweyî û rêxistinên Mafên Mirovan ku pîvanên xwe pêk bînin. Bila Şam jî bizanibe em beşek ji Sûriyê ne, yên tên dorpêçkirin gelên Sûriyê ne.”