Adalet Kaya rêziknameyên qanûnî yên di derbarê pêşîgirtina tundiyê de nirxand û wiha got ku tundiya li ser jinê ne bi zêdekirina ceza bi veguhertina civakî pêkane.
Pêşnûmeya Zagona Guhertina Qanûna Ceza ya Tirk û hin qanûnên ku rêziknameya pêşîgirtina li tundiya li hemberî jinan û xebatkarên tenduristiyê dihewîne ya ku ji aliyê AKP’ê ve ji Meclîsê derket, rojên borî di Komîsyona Edaletê de hat qebûlkirin. Li gorî pêşnûmeyê, hincetên “daxistinê” yên di dozan de tên sepandin dê bên sînorkirin. “Daxistina” cezayê ji ber cil û bergên kiryaran ku di qetlîamên jinan de gelek caran tê rojevê, êdî nayê sepandin. Bi rêziknameya ku di pêşnûmeyê de cih digre dê dadgeh, neçar bimîne ku sedema daxistana ku hatiye kirin di danişînê de nîşan bide. Ger sûcên kuştina bi zanebûn, birîndarkirina bi zanebûn, gefxwarin, îşkence û eziyetkirina li dijî jinan bê kirin dê cezayê wî bê girankirin. Bikaranîna sûcê kuştina bi zanebûn a li hemberî jinan dê di nava dozên bi wesf ên vî sûcî de cih bigre. Gava ku cezayê kuştinê bi qestî cezayê muebetê be ger ev sûc li dijî jinan bê kirin dê cezayê bê dayîn bibe cezayê muebeta girankirî.
“Rêzikname ne samîmî ye!”
Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, biryarên ku piştî derketina Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê bi rêziknameya nû hatine girtin nirxand, diyar kir ku ew rêziknameyên ku hikûmet ji peymanê vekişiyaye dike samîmî nabînin. Adalet Kaya, anî ziman ku tundiya li ser jinê bi zêdekirina cezayên di rêziknameyê de tê xwestin bi dawî nebe û got ku tişta herî girîng a divê hikûmet bike veguherandina civakê ye. Adalet Kaya balkişand ser wê yeke ku cezayên tên dayîn ji bo mêran bandorker nabe.
“Hikûmet îradeyeke rast nîşan neda”
Adalet Kaya diyar kir ku hikûmeta ku ji Peymana Stenbolê vekişiya, ji bo polîtîkayên pêşîlêgirtinê yên li hemberî tundiya li ser jinê îradeyeke rast nedanî holê û diyar kir ku ev guhertina ku bi zagona cezayê re dihat xwestin bê kirin, bi nêzîkatiyeke çav boyaxkirine re hatiye sazkirin. Adalet Kaya da ziman ku kêmasiya herî mezin a rêziknameyê beriya naverokê nebûna nêrînên akademîsyen, rêxistinên sivîl û kesên ku rasterast bi têkoşîna jinê re têkildar in û destnîşan kir ku qanûna ku ji kirdeyên mijar serbixwe hatiye amadekirin, tu tişt îfade nake.
“Qanûnên rêziknameyê ji xwe di Peymana Stenbolê de hebûn”
Adalet Kaya anî ziman ku zêdekirina cezayên ku di rêziknameyê de hatine hedefgirtin dê bandorêk teximker li mêran neke û destnîşan kir ku divê di serî de li dijî tundiya li ser jinê guherîn û veguherîna civakî pêk were. Adalet Kaya axaftina xwe wiha domand: “Dema em rêziknameyê hati çêkirin lêkolîn dikin, em dibînin ku; ji bo sûcên tundiya li ser jinan hinek cezayên zêde hatine pêşbînîkirin. Di rastiyê de, ev jixwe di qanûna cezayê de heye û di nava xalên Peymana Stenbolê de jî hebûn. Em dizanin ku ev bi awayekî bandor nayên sepandin û ji ber nêzîkatiyên ku ji aliyê darazê ve wekheviya zayendî pêş naxe tê pêşbînîkirin, ji ber ev polîtîka ku em jê re dibêjin polîtîkaya bêcezatiyê tu bandorek teximker ya van cezayên li ser civakê nîne. Di vî warî de divê pêkanînên cidî yên di asta civakê de bên bicihanîn ku bandora pêvajoya li tundî û kuştinên jinan ên tên jiyîn bibe.”
“Şopandina bi israr tundiya sîstematîk e”
Adalet Kaya bal li ser kişand ku xala şopandina bi israr a di vesazkirinê de cih digre ji xwe di Qanûna Cezayê ya Tirkiyê de cih digre lê belê nayê pêkanîn û wiha got: “Em dibînin ku tişta ku em jê re dibêjin ‘daxistina teşwîqê’ ya neheq, ferasetên ku ji dawa kin heyanî axaftina jinan tê pênasekirin bandorê li ser biryarên darazê dike. Îro dema ku di vê rêziknameyê de derbarê daxistina tehrîk ya bêheq tu tiştek nehat kirin, hin pêkanînên wekî daxistina bi feraset qedexe dike, lê em weke tevgera jinan her tim gotiye ku ji xwe divê ev tişt nebin. Dema ku em li naverokê dinêrin, di derheqê şopandina bi israr de rêziknameyek heye. Wiha hewl dide şopandina bi israr jî bike nava pergala cezakirinê, lê em dikarin li ser vê yekê wiha bibêjin; Ev xal ji berê ve hebû, lê nehat bicihanîn. Ji bo pêkanîna vê yekê jî tevgerên jinan demeke dirêj xebat meşandin. Şopandina bi israr tundiya sîstematîk e. Ev jî di xala 96’an a TCK’ê de hatiye birêkûpêkkirin, lê nayê bicihanîn.”
“Heta ku yasa neyên bicîh anîn rêziknameya nû zêde tişt nade guhertin”
Adalet Kaya bal lê kişand ku pêwistî bi sazkirina nû ya di nav zagonên heyî de nîne û got “Rûxmê ku tê zanîn pêkhênerên zagonî xalên heyî pêk naynin, em ji xwe dizanin ku wê sazkirinên nû pir tiştekî neguherin”. Adalet Kaya bi bîr xist ku zêdekirina cezayê sûcê bi taybetî jî mêran ji pêkanîna vî sûcî teximker neke û wiha got: “Tirkiye di şevekê de bi awayekî bêhiqûqî ji Peymana Stenbolê vekişiya. Dema ku li ser pêkanîna peymana têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, derbasê jiyane kirin de û derbarê newekheviya zayendî ya civakî xebat neyên meşandin, em îro bi zêdekirina cezayan nêzîkatiya wekî “em ê pêşî li tundiya li ser jinê bigirin” bêsamimî dibînin. Ji ber ku niha ne tenê di peymanê de, di qanûna bi hejmara 6284 a TCK’ê de jî li gorî vî gelek rêzikname hene. Û ev jî nayên bicihanîn.
“Di darazê de li dijî jinan nêzîkatiyeke dijminatî heye”
Adalet Kaya, bal kişand ser daxistina tehrîk ya nehiqûqî ya di rêziknameyê de cih digre jî û got: “Em li biryara dawî ya Hatîce Kaçmaz a ku ji Dadgeha Bilind derket binêrin; tevî ku kuştina bi qestî gelek zelal bû jî, darazê ev wekî ji bo zewac qebûl nekir, weke tehrîka neheq nirxand û di cezayê de çû daxistinê. Bi vê biryarê re me dît ku daraz bi nêzîkatiya baviksalarî û dijminatiya jinên sûcên li dijî jinê çawa dinirxîne. Di darazê de li dijî jinê nêzîkatiyeke bi vî rengî ya dijminatî heye. Ji dadgehên herêmî jî biryarên wiha derdikevin. Di dema ku ji bo mêrên ku jin qetil dikin daxistina tehrîka neheq tê dayîn, li wir tu carî tehrîka neheq neket sererast kirine. Ev tiştek e ku divê di qanûnê de qet nebe û hîna jî heye. Divê hemû sûcên li dijî jinan tên pêkanîn, dîsa li derveyî lihevhatine be.”
“Tişta ku divê were kirin mîsogerkirina veguherîna civakî ye”
Adalet Kaya herî dawî wiha got: “Zêdekirina ceza sûc kêm nake. Yek ji tişta herî girîng ya ku ev hikûmet bike veguherîna civakî mîsoger kirine. Li dijî newekheviya zayendî têkoşîn kirine. Ji xwe cezayekî ku bi rêjeyek zêde tê dayîn mêran naseknine. Em dibînin ku ji sedî 20’ê cezayên ku ji ber sûcên li dijî jinan tên dayîn, tên pêkanîn. Bi u awayî bi daxistinan û sêpanan mêr di girtîgehê de namînin. Bandora wê ya texîmker jî nabe.”
JINHA/AMED