Darîn Silê/Qamişlo
Tevî pêşketina medya dijîtal gelek kes çanda xwendinê ji xwe re bingehp pêşketinê dibînin û dibêjin, ewlekariya civakê girêdayş zanist û hişê civakê ye.
Di jiyana mirovan de yek ji nirxên herî girîng çanda xwendinê ye (pirtûk, Kovar, Rojname…). Pêşkeftina Zanistê û avabûna kesayetên zana ku pêşengiya civakeke xwedîhiş bike girêdayî çanda xwandinê ye. Lêbelê di van salên dawî de ji ber pêşketina medya dijîtal bandoreke neyînî li çanda xwendinê hatiye kirin. Lê hin kes hene ku qet neketine binê vê bandora neyînî û di kesayeta wan de çanda xwandinê dewam dike.
Têkildarî mijarê hin kesên ku heta niha jî bi xwendinê ve girêdayî ne û karmendên pirtûkxaneya Amara ji me re axivîn û bal kişandin ser girîngiya çanda xwandinê.
`Çanda xwendinê mirovan ava dike`
Endamê Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo Mihemed Emîn Îbrahîm ku yek ji kesên bi xwewndinê re eleqedar dibe û ji xwendina pirtûk, kovar û rojnameyan hes dike, da zanîn ku xwendin girîngiyeke wê ya mezin di jiyana mirovan û pêşketina civakê de heye û axaftina xwe wiha domand: “Pêşketina civakê ji xwendinê dest pê dike. Kesên di civakê de çiqas xwedîşehade û di astên jor de bin jî, eger çanda wan ya xwendina şexsî nebe pêşketina wan jî çênabe. Ji bo wê jî xwendina pirtûkan mirovan ava dike û ber bi paşrojeke baş ve dibe. Xwendina pirtûkan nexweşiyên mirovan saxlem dike û gelek pirsgirêkên nava civakê çareser dike. Civaka ku çanda xwendinê tê de pêşketî be, ew civak pêş dikeve û pirsgirêkên wê kêm dibin. Ji bo wê jî xwendin pir girîng e.”
`Pêşketina medya dijîtal bandor li çanda min nekir`
Mihemed Emîn da xuyakirin ku tevî pêşketina medya dijîtal, xwendina pitûk, kovar û rojnameyan ji xwe re esas digire û ev li axaftina xwe zêde kir: “Demeke dirêje ez pirtûk û rojnameyan dixwînim û heta niha jî dewama vê yekê dikim. Xwendina qaxezî ji min re pir girîng e. Pêşketina medya dijîtal bandor li çanda min nekir. Ez herî zêde pirtûkên dîrokî, siyasî, yên Rêber Abdullah Ocalan û rojnameyan dixwînim. Çimkî bi xwendina pirtûkên dîrokî û felsefeya rêbertiyê mirov dîroka xwe nas dike.”
Mihemed bîr xist ku ne pêşketina medya dijîtal tenê, bihayê pirtûkan jî pir bilind bûye, lê ev nabe sedem ku mirov dûrî xwendinê bibe. Heriwha got, li herêmên me bi taybetî Qamişlo gelek baxçe û cihên xwendinê hatine vekirin. Kesê ku nikarin pirtûkan bikirin, dikarin biçin li wir pirtûkan bixwînin.
Endamê Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo Mihemed Emîn Ibrahîm di dawiya axaftina xwe de got, ez bi hêvî me di dema pêş de cihên xwendinê hê zêdetir bibin û çivaka me zêde nekeve binê bandora medya dijîtal.
`Xwendin çareya pêşketinê ye`
Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Wasil Esed da zanîn ku ne li bakur û rojhilatê Sûriyê tenê, li seranserê cîhanê xwendin rêya pêşketinê ye û wiha berdewamî da gotinên xwe: “Bi rêya pirtûkan mirov gelek agahiyên derbarê dîroka neteweya xwe de nas dike. Çimkî dîroka bi hezarê salan di pirtûkan de hatiye nivîsandin. Heta niha jî zanistên hatîn komkirin di pirtûkan de ne. Herwiha gavên di şoreşê de hatîn avêtin bi xwendinê pêk tên. Ne ji xwendinê bûya, em nedigihîştin vê astê û me şoreş li dar nedixist. Ji bo ku ev şoreş dewam bike û biserkeve, pêwîst e em hê zêdetir lêkolînên xwe bikin û çanda xwendinê di nava gelê xwe de xurttir bikin. Tevayiya şoreş û serhildanên ku bi ser neketîn ji ber nebûna çanda xwendinê bûn. Em niha di şoreşekê de dijîn, ji ber wê jî pêwîstiya me bi xwendinê heye. Ancex em bi xwendinê şoreşê bi ser bixin”
`Mirov di pirtûkên Rêbertiyê de şexsê xwe nas dike`
Wasil got, demên berê xwendin pir kêm bû û nezanîn zêde bû. Çimkî şert û mercên em tê de pir zehmet bûn û derfeta xwendinê tinebû. Bi taybetî xwendina bi kurdî tinebû. Lê piştî şoreşê me fikir û felsefeya Rêber Apo jî hê zêdetir nas kir. Ji bo wê jî piraniya pirtûkên ku niha em dixwînim yên Rêbertiyê ne. Mirov di pirtûkên Rêbertî de şexsê xwe nas dike. Bi taybetî pirtûka Neteweya Demokratîk gelek beşên jiyanê pênase dike.
Wasil Esed di dawiyê de got, divê em girîngiyê bidin xwendinê û pêş bixin. Xwendin jî çandek e. Eger em bixwazin vê çandê belav bikin, divê em ji ciwanên xwe dest pê bikin. Çimkî bi ciwanan emê bikarin çanda xwe biparêzin. Ji bo wê jî ez bang li ciwanên bakur û rojhilatê Sûriyê dikim, ku xwe bi xwendinê zana bikin û li şoreşa xwe xwedî derkevin.
‘Pirtûkxaneya Amara ji xwendevanan re derfet e’
Karmendê Pirtûkxaneya Amara Mihemed Selîm da zanîn ku gelek cûreyên pirtûkan di pirtûkxaneyê de hene û wiha pê da çû: “Nêzî 15 hezar pirtûkên bi gelek rengên cûda hene. Pirtûkên heyîn bi zimanê kurdî, erebî û ingilîzî jî ne. Li gel me xwendina pirtûkan bê pere ye. Rojane xwendevan tên pirtûkan dixwînin. Xwendevanên ku tên pirtûkxaneyê ciwan û yên temen mezin in.”
Mihemed bal kişan ser bihayê pirtûkan û wiha got: “Piştî ketina nirxê pareyên Sûrî li beramberî dolar, bihayê pirtûkan zêde bûye. Em gelek pirtûkan bi dolar dikirin. Ji ber wê jî xwendevan nikarin pirtûkan ji xwe re bikirin. Niha kirîna pirtûkan pir kêm e. Kesê bixwazin pirtûkan bixwînin li pirtûkxaneyê dema xwe bi xwendinê diborînin.”
Karmendê Pirtûkxaneya Amara Mihemed Selîm di dawiyê de got, deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Em bi hêvî ne xwendevanên me zêdetir bibin, da ku çanda xwendinê parastî bimîne.