Darîn Silê/Qamişlo
Navenda Êrîş ya ji bo Amadekirin û Fêrkirina Zarokan bi xwedîderketina li zarokên pêwîstiyên taybet ji civakê re dibe alîkar.
Navenda Şehîd Êrîş ya Zarokên Pêwîstiyên Taybet, bi alîkariya çend mamosteyên pispor xwedî li zarokan derdikeve. Navenda zarokên pêwîstiyên taybet yên ji temenê 10 heta 18 salî dihewîne. Ev dibistane bê pere van zarokan dihewîne û perverde dike.
Têkildarî armanca navendê û xwedîderketina li zarokan, Rêvebera navendê Cînan Ehmed û dayîka zaroka bi navê Dîlan Ebdî jî li ser giringiya navendê û pêwîstiya wan ya bi vê navendên re ji me re axivîn.
‘Armanc xwedîderketina li zarokên pêwîstiyên taybet e’
Rêvebera Navenda Êrîş ya Zarokên Pêwîstiyên Taybet Cînan Ehmed diyar kir ku armanca wan ji vekirina navendê pêşxistina wan zarokan e û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku berî niha navendên wisa li herêmên me tinebûn û zarokên xwedî pêdivî di nava civakê de windayî bûn herwiha malbat jî zehmetiyan bi wan re didîtin, me pêwîstî bi vekirina vê navendê dît, da ku em ji civakê re bibin alîkar û xwedî li zarokên derkevin. Me 13`ê Kanûna 2021`ê navend vekir. Navenda pê pera zarokan digre. Nêzî 10 mamosteyên pispor li navebndê hene û bi zarokan re aleqedar dibin. Jimara zarokan jî 30 ye. Tev yên pêdiviyên taybet in, lê her yek rewşa wî cûda ye, hin jê ker, lal, kêm aqil, dêwis û yên tenêhayî jî hene. Hin jê rewşa wan pir zehmete û hina jî başin. Em wan fêrî pêwîstiyên jiyanê dikin da ku di dema pêş de bê ku kes ji wan re bibe alîkar pêwîstiyên xwe peyda bikin. Herwiha em perwerdeyên derbarê paqijiya şexsî û derdorê didin wan û waneyên werzişê jî didin wan, da ku laşê wan nerim bibe”
Zehmetiyên danûstandina bi zarokan re
Cînan Ehmed bal kişand ser rewşa zarokan ya berî niha û piştî hatina wan ya navendê û wiha got: “Destpêka ku zarok hatin rewşa wan pir zehmet bû, ji ber wê jî ne zehmetî bi wan re dikişandin. Lê piştê danûstandinên û alîkariya me bi wan re êdî rewşa wan baştir bûye. heta niha jî em zehmetiyan dibînin, çimkî ne piçûkin, temenê wan baş heye. Ji bo wê jî emê hertim astengiyan bibînin.”
`Divê malbat jî bi zarokên xwe re alîkar bin`
Cînan Ehmed di dawiyê de bang li malbatên zarokan kir ku her malbat bi zarokê xwe re alîkar be û got, bandora malbatê jî li ser zarokan pir heye. Divê malbat li gorî rewşa wan danûstandinê bi wan re bikin û ji wan re nebin asteng. Da ku rewşa wan zehmettir nebe.
Dayîka zaroka bi navê Dîlan Ebdî, Sûltan Hemê jî da xuyakirin ku ji dema ev navend hatiye vekirin ew keca xwe Dîlan dibe navendê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em pir kêfxweşin ku navendeke wisa li herêma me hatiye vekirin. Pêwîstiya me bi navendeke wisa pir hebû. Berî ku ev navend vebe keça min li mal dima û pir zehmetiyan di jiyana xwe de dikişand û tangaz dibû. Niha pir kêfxweş e û her roj bi dilekî geş diçe navenda xwe. Li navendê mamosteyên wê pir pê re dibin alîkar û wê fêrî gelek tişan dikin.”
Di dawiyê de Sûltan Hemê spasiya tevayiya mamoste û rêveberiya Navenda Êrîş kir ku xwedî li zarokên wan derdikevin. Herwiha daxwaz kir ku di demên pêş de gelek navendên bi vî rengî vebin û ji bo yên temen mezin jî navend werin vekirin.