Darîn Silê/Qamişlo
Bi armanca xurtkirina çanda parastina jîngehê, parastina daran û xwedîderketina li wan, Desteya Rêveberiya Xwecihî û Ekolojî ya herêma Cizîrê, destpêka Heyva Nîsanê li dibistanên seretayî yên bajarê Qamişlo dest bi pêngava `Hevalên Jîngehê` kir.
Desteya Rêveberiya Xwecihî û Ekolojî ji bo ku wateya parastina jîngehê û giringiya parastina paqijiya giştî bi zarokan bide fêmkirin ev pêngavî pêk anî. Desteyê her rojê serdana dibistaneke seretayî dike û semînerên têkildarî girîngiya paqijiye, parastina jîngehê, çandina daran û dûrketina ji kiryarên xerab dide. Yek ji dibistanên ku desteyê serlêdan kiriye Ibrahîm Henano ye.
Têkildarî giringiya pêngavê û armanca wê, herwiha fayda pêngavê li xwendekaran, cîgira Hevserokê Rêveberiya xwecihî û Ekolojî ya herêma Cizîrê Bêrîvan Omer, berdevka dibistana Ibrahîm Henano Ronak Şêxo û xwendekarê dibistanê Besam Idrîs nêrînên xwe anîn ziman.
`Armanc avakirina hişmendiyeke durist e`
Cîgira Desteya Rêveberiya Xwecihî û Ekolojî ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer da zanîn ku armanca wan ji pêngavê, avakirina hişmendiyeke dirust e û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku çanda paqijiyê û parastina jîngehê di nava civakê de ne pêşketî ye, me pêwîstî bi pêngavên wisa dît. Me xwest ku vê pêngavê ji zarokan dest pê bikin, çimkî em di vê baweriyê de ne ku çand ji zaroktî dest pê dike. Ji bo wê jî me berê xwe da dibistanên seretayî. Da ku em çanda parastina jîngehê bi wan bidin naskirin û hişmendiyeke baş di wan de ava bikin.”
Bêrîvan Omer behsa şêwazê pêkanîna pêngavê kir û wiha got: “Dema em derbaî dibistanê dibin destpêkê semîner li ser wateya parastina jînngehê û parastina çandina daran didin. Em nêrînên xwendekaran li ser paqijiyê digrin, herwiha ji wan re didin xuyakirin ku dar çi sudê dide mirovan û li ser parastina paqijiya giştî ji wan re diaxivin. Em bîdonên çopê, du konteynir û deh daran didin her dibistanê û pênûsên rengîn li xwendekaran belav dikin. Pişt re em û xwendekaran bi hev re daran li dibistanê diçînin, da ku fêrî şêwazê çandina darê bibin û li wan xwedî derkevin.”
Cîgira Hevserokê Rêveberiya Xwecihî û Ekelojî li herêma Cizîrê Berîvan Omer di dawiye de bang li malbatên xwendekaran û mamosteyan kir ku zarokên xwe fêrî rêyên parastina jîngehê bikin, ji ber ku guhertin ji zarokan dest pê dike.
`Zarok wateya parastina jîngehê nas nakin`
Berdevka dibistana Ibrahîm Henano Ronak Şêxo da xuyakirin ku pêngavên wisa ji bo xwendekaran pir girîng in û wiha axivî: “Her demê pêwîstiya xwendekar bi pêngavên wisa heye. Çimkî hem faydê li tenduristiya zarokan dike hem jî fikrê wan diguherîne. Zarok wateya paqijî û parastina çandiniyê nas nakin, lê dema pêngavên bi vî rengî û semînerên derbarê paqijiyê ji wan re bên dayîn wateya jîngehê nas dikin. Wê demê zarok ne li dibistanê tenê li mala xwe û li her deverê parastina jêngeha xwe dike. Gelek caran li dibistanê jî hin xwendekar dema xwerekan dixwin çopa xwe diavêjin erdê. Ji bo wê jî pêngav û perwerdeyên bi vî rengî ji bo paşroja xwendekaran pir başin.”
Ronak Şêxo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bihêvîme ku ev pêngav li tevayiya dibistanan pêk were da ku ev çand di nava her kesî de belav bibe û di demên pêş de jîngeh xweştir bibe.”
`Paqijiya derdorê bikin û daran nekujin`
Xwendekarê bi navê Besam Idrîs ku di refa şeşan de dixwîne da zanîn ku wan sûdê pir ji vê pêngavê girt û hê zêdetir wateya jîngehê û faydeya çandina daran nas kirin. Heriwha daxwaz ji hevalên xwe kir ku parastina paqijiya derdorê bikin û daran nekujin.