Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kalkan: Ji bo serkeftinê tişta pêwîst cesaret e

10/04/2022
in ROJEV
A A
Kalkan: Ji bo serkeftinê tişta pêwîst cesaret e
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan / Qamişlo

Duran Kalkan diyar kir ku ji bo faşîzma dewlet-neteweyaa tirkî pêvajo heyî şerê manûnemanê ye û got , ji bo serkeftina şoreşê, tişta pêwist cesaret e.

Nivîseke Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Duran Kalkan li ser malpera PKK’ê derheqê asta faşîzma dewleta tirkî ya dewlet-netewe de, şerê di navbera hêzên global de û ji bo pêkanîna pêngava serkeftinê peywirên dikevin ser milê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê hat weşandin.

 

‘Dijmin ketiye nava hilweşandineke kûr’

Duran Kalkan teqez kir ku pêwîstiya xurtkirina peywira sereke ew e ku li ser bingeha rastiya gel rêxistin were kirin. Herwiha da zanîn ku ji bo wê jî hêzên berxwedanê yên gerîla û hêzên xweparastina herêmî li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayê ku civak tev tê de cih bigire, di asteke pêwîst de divê were xurtkirin û got, kesên ku van peywiran rast fêm bikin, plan bikin û di pratîkê de rast pêk bînin wê teqez bi ser bikevin.

Kalkan da xuyakirin ku li Tirkiyê nakokî û şerên civakî pirtir bûne, mirov dikare ji vê re bibêje pêvajoya hilweşîna faşîzma AKP û MHP’ê. Herwiha da xuyakirin ku kesên haya wan ji PKKê, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê heye û rastiya Rêber Apo fêm kirine, ketine nava bendewariyeke mezin û got, dema ku şoreşa Kurdistanê were mezinkirin, ber bi serkeftinê ve biçe veguhere Şoreşa Rojhilata Navî ya Demokratîk, wê mirov li benda encama Pêngava Şoreşa Demokratîk be. Ji bo ku mirov ji van bendewariyan re bibin bersiv, divê em fermana Rêbertiyê û şehîdan bê kêmayî bi cih bînin.

‘Wê faşîzma dewlet-netewe ya tirkî hilweşe’   

Kalkan bal kişand ser tevgera dagîrker ku êrişan plan dikin û bi rê ve dibin, çawa ku li ser sînorê Rojava bend ava kirine, dixwazin di navbera Bakur û Başûr de heman tiştî bikin û bakurê Kurdistanê bikin girtîgeh. Herewiha diyar kir ku zexta psîkolojîk ya giran, teror û tecrîda li ser Rêber Apo dixwazin bi êrişên dagîrker re bidomînin, hebûna Kurdan qir bikin û paşroja faşîzma dewlet-neteweya tirkî ava bikin û got, ev pêvajoya ku em tê de, ji bo faşîzma dewlet-neteweyatirkî pêvajoyeke manûnemanê ye  Faşîzma AKP û MHP’ê nirxên Tirkiyê tevan pêşkêş dike. Zextan li her kesî dikin, gefan li wan dixin, dixwazin Kurdan tine bikin.

‘Di azadiya kurdan de mirina xwe dibînin’                     

Kalkan diyar kir ku faşîzma dewlet-netewe ya heyî li ser dijminatiya Kurdan ava bûye û pergaleke herêmî ye. Rêveberiya faşîst ya AKP û MHP’ê  dixwaze vî karakterê pergalê biparêze. Herwiha teqez kir ku dizanin di vir de wê kuneke piçûk jî çêbe, wê pergala ku Kurdan tine dihesibîne teqez têk biçe û ev tişt bibe sedema qedandina desthilatdariya wan û got, faşîzma AKP û MHP’ê hebûna xwe û serdestiya xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiriye.

‘Ya li bakurê Kurdıstanê dibe ne şoreşa Kurdistanê tenê ye’                                 

Kalkan da zanîn ku şoreşa azadiyê ya bakurê Kurdistanê ne şoreşa parçeyekî yan jî şoreşa Kurdistanê tenê ye û got, ev têkoşîn dixwaze şoreşa Rojhilata Navî ya Demokratîk ava bike, pêşiya wê veke û pêşengiya wê bike. Herwiha ji bo vê têkoşîna dijwar jî berpirsyarî, berxwedan, cesaret û qehremaniyeke mezin hewce dike. Têkoşîna me ya azadiyê hatiye ber serkeftinê. Faşîzma ku bi pêşengiya AKP û MHP’ê tê restorekirin, ji bo têkbirina şoreşa me hewl dide. Hêzên global jî bi nakok û şer kêxweş in. Bi ser de dixwazin şer û nakokî zêde bibin. Lewre li Rojhilata Navî çiqasî tevlihev bibe û şer çêbibe, ew jî wî qasî dikarin polîtîkayê bikin, karekî siyasî û leşkerî bi dest bixin.

‘Tişta kirîn hat serê wan’

Kalkan da zanîn ku hêzên global di nava xwe de şer dikin, lê hêza wan ya çareserkirina pirsgirêkan nîne. Lê dîtin ku Kurd li herêmê xwedîhêzeke mezin in û aktorên sereke ne. Herwiha da xuyakirin ku gelê Kurd bi saya bîra Rêber Apo û têkoşîan PKK’ê li herêmê bûne aktorên polîtîk û leşkerî, dînamîkeke hêzê avakirinê û ev rewş di qada leşkerî, siyasî û ekonomiyê de jî tê dîtin û got, ev hêz berê bûn parçeyek ji inkar û imhaya gelê Kurd. Piştgirî dan ku nijadperestiya Tirk, Ereb û Farsan li herêmê serdest bibe. Lê tişta kirîn, hat ser wan. Êdî wekî berê nikarin ji Rojhilata Navî tiştekî qezenc bikin û xwîna wê vexwin.

‘Divê em xwe li ser bingehê rastiya gel ê şer dike bi rêxistin bikin’

Kalkan diyar kir ku wezîfeya wan ya herî bingehî ew e ku xwe li ser bingehê rastiya gel ê di nava şer de bi rêxistin bikin, Ji bo vê jî, wek hêzên berxwedanê yên profesyonel; gerîla û wek hêzên berxwedanê yên xwecihî; hêzên xweparastinê divê li çar parçeyên Kurdistanê civakê tevê di nava xwe de vehewîne û bigihîne wê astê û rêxistinê ku rojane bikare têbikoşe û got, ev ji bo her karî pêwîst e. Li ser vî bingehî divê xwe bigihînin hişmendî, biryardarî, wêrekî, fedakarî û piralîtiyâ serdema ku wezîfeyan bi cih bînin. Wezîfeya bingehî ye ku hêzên gerîla û hêzên xweparastinê li her cihî perwerde bike, bi rêxistin bike û mezin bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.