Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Endamê HPC’ê yê Ereb: Emê bi Parastina Rewa xwe û gelan ji qirkirina sedsalan biaprêzin’

10/04/2022
in ROJEV
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Endamê HPC Hesen Xidir EL-Mihem got, dewleta tirkî ya dagîrker li hemberî gelê Ereb û gelên din mîrata qirkirina Osmanî û Moxolan didomîne. Bi Biratiya Gelan emê rirkerê xwînrij bin bixin û xwe biparêzin.

Dewleta tirkî ya dagîrker bi serkêşiya Erdogan, dîroka Osmanî qirkirina gelan bênavber didomîne. Erdogan bixwe jî, xwe wek sultanekî Osmanî nîşan dide. Osamniyab ji avabûna xwe hata roxîna xwe li hemberî gelê Ermen, Ereb, Kurd, Yûnan qirkirinên herî hovane pêk anîne. Gelê Ereb li Sûrî, Iraqê, Misrê û Erebistana Siûdî û welatên din yên Erebî, di nava 400 salî de û heta niha rastî Kumkujiyên qirkirinê tên.

Komkujiyên Osamniyan li dijî gelê Ereb:

Komkujiya Tel ya Helebê, sala 1516- 1517, Osmaniyan piştî Şerê Merc EL-Dabiq yê li dijî Memlûkan ev komkujî li Helebê û derdora wê li hemberî gelê Ereb pêk anî. Di encamê de 90 hezar jin, zarok, mêr û kalên Ereb hatin kuştin.

Osmaniyan herwiha di heman sala komkujiya Tel ya Helebê de, li Qahîraya Misrê kumkujiyek  pêk anî û di encamê de 10 hezar jin û zarokên Ereb hatin kuştin û bi hezaran mirov hatin koçberkirin. Wê demê li gorî dîrokzanan, mizgeft jî hatin lewitandin û talankirin.

Herwisa li Iraqê sala 1842`yan li dijî gelê Ereb li bajarê Kerbelayê komkujiyek pêk hat û nêzî 10 hezarî jin û mêr û zarok hatin kuştin. Dîsa mezargeh û mizgeftên ola Islamê ji aliyê Osamiyan ve hatin talankirin.

Sala 1860`an li Lubnanê dewlete Osmanî tevlîheviyek di nava gelê Mislman, Xirîstiyan û Durzî de derxist. Di encamê de 20 hezar Xiristiyan mirin û bi qasî wê jimarê Mislman û Durzî jî mirin.  Bi sedan kilîse û mizgeft hatin talankirin. Rola Osamniyan jî derxistina tevlîheviyê roleke sereke bû.

Bi vî rengî Osamiyan polîtîkayên xwe li dijî gelan bi taybetî gelê Ereb heta salên 1915- 1916`an dewam kir. Di seferberiyê de hem komkujî li Şamê û Medîneya Sûdiyê pêk anîn û bi sedhezaran xurtên Ereb ji bo berjewendiyên xwe li ser sînorên rojhilatê Ewropa û sînorê Rûsiyê dan kuştin.

Li ser heman hişmendiyê Erdogan polîtîkayên dewleta xwe ya qirker didomîne. Li Libiya Sûriye, Iraq û welatên Ereban dagîr dike û komkujiyan li dijî gelê Ereb dike. Li ser mijarê politîkayên dewleta tirkî yên ku ji dema Osmaniyan tên, endamê Hêza Parastina Civakê HPC Hesen Xidir EL-Mihemd ku bixwe Ereb e ji rojnameya me re axivî.

`Qirkera xwînrij yê gelan heman hişmendî ye`

Endamê HPC`ê diyar kir ku dewleta tirkî ya dagîrker li ser bermayiyên Moxol û Osamiya qirker xwe ava kiriye. Herwiha da zanîn ku heman hişmendiyê ola Isamê ji xwe re bi kar anîn ye û axaftina xwe wiha domand: “Vê hişmendiyê di nava 400 salî de kuştin, talan û koletî li ser gelan pêk anî. Dewleta tirkî jî ji salan 1923`yan ve qirkirineke mezin li hemberî gelan dike. Jixwe herî dawî dixwaze bi destê gelan, gelan bide kuştin. Eger em niha jî binêrin heman polîtîkayan li Sûriyê, Iraq, Lîbya û Ermenistanê li dijî gelan dike, welatan dagîr dike û kumkujî û qirkirinê pêk tîne. Li ser bingehê ku endama NATO ye jî, hêzên nevneteweyî û dewletên xwe granator bi nav dikin, li hemberî êriş û konsepta qirkirnê bê helwest in. Ji ber wê li hemberî gelên bakur û rojhilatê Suriyê (kurd, Ereb û Suryan) hovîtiya Moxol û Osamniyan bi qirkirinê didomîne.”

`Riya parstinê ji qirkirina gelê Kurd û Ereb parstina rewa bi ya Biratiya Gelan e`

Hesen Mihemed herwisa bang li gelê Ereb kir ku li hemberî êrişan bêhelwest nemînin û axaftina xwe wiha qedand: “Li ser bingehê Biratiya Galan, gelê Kurd, Ereb emê li hemberî van polîtîkayên qirkirinê, li ber xwe bidin û Parastina Rewa bikin bingehê jiyana xwe û dev ji xaka xwe bernadin. Herwisa em bang li gelê Ereb dikin ku li hemberî vê dewleta qirker, tevlî hêzên HPC`ê bibin. Lewra ev politîkayeke dîrokî ye û bi parastina rewa û şerê Gel Yê Şoreşgerî wê qirkirinên sedsalan bi dawî bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.