Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Polîtîkaya Şamê, Sûriyeke bikrîz, lewaz û parçebûyî derdixe holê`

06/04/2022
in ROJEV
A A
`Polîtîkaya Şamê, Sûriyeke bikrîz, lewaz û parçebûyî derdixe holê`
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Nivîskar Hesîna Ehmed: Ji ber siyaseta Şamê, Sûriye ketiye destê Rûsya, Îran û Tirkiyê. Ji ber wê gelên Sûriyê di krîza siyasî, aborî, civakî û leşkerî de dijîn. Diyalog û naskirina Rêveberiya Xweser jî çareseriya bingehî ya van krîzam e.

`Biryarên jikûmeta Şamê, Rûsya, Îran û Tirkiye didin`

Têkildarî rewşa siyasî ya Sûriyê, polîtîkayên hikûmeta Şamê û helwesta wê ji Rêveberiya Xweser re, endama Rêvebera Yêkîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Hesîna Ehmed ji me re axivî.

Hesîna bal kişand ser polîtîkaya Şamê û ev nirxandin kir: “Rejim û desthilatên li Rojhilata Navî bi tevayî, li ser bingehê dîktatoriyê ava bûne. Ev desthilat ji bilî xwe hêzeke din din qebûl nake û napejirîne. Desthilata xwe ji bo yek netewe, yek ziman, yek al, yek nasname û yek çandê bi kar tîne. Hikûmeta Şamê jî li ser heman bingehî tev digere. Li aliyekî din jî, hikûmeta Şamê bi gelek peymanan xwe mecbûrî dewlet û desthilatan derve kiriye. Mîna Rûsya, Îran û heta Tirkiyê. Ji ber wê birayar û erdnîgariya Sûriyê ketine destê van dewletan. Di encama polîtîkaya çewt ya hikûmeta Şamê de, Rûsiya, Tirkiye û Îran dicivin û biryaran li ser çarenûsa Sûriyê didin û li gorî berjewendiyê xwe bi rê ve dibin. Herwisa di qada navxweyî de, hişmendiya xwe ya hişk, dîktatorî, nijadperestî, dijberiya doz û mafên gelan, bi taybetî yên gelê Kurd û gelên bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne. Ji ber wê danûstandên bi Rêveberiya Xweser re tên astengkirin.”

`Polîtîkaya hikumet Şamê, Sûriyê lewaz û parçe dike`

Endama Rêveber ya Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê herwisa helwesta hikûmeta Şamê ya li hemberî Rêveberiya Xweser û gelên bakur û rojilatê Sûriyê anî ziman û axaftina xwe wiha domand: “Hikûmeta Şamê bi vê hişmendiyê tev digere, bi behaneyên bêwate diyaloga di navbera xwe û Rêveberiya Xweser de asteng dike. Ev jî dibe sedema ku helwesta siyasî ya Sûriyê li cîhanê lewaz be. Herwisa bandoreke neyînî li welatiyan dike. Di encamê de Sûriyeke parçebûyî derdikeve holê. Herwiha berjewendiya gelên Sûriyê girîng nabîne û paşguh dike. Ji ber helwesta wê, welatiyên Sûriyê di rewşeke pir xirab de ne bi taybetî welatiyên di binê desthilata wê de.

‘Ji ber siyaseta Şamê gelên di binê deshilata wê de dinalin’

Digel ambargoyê, rewşeke pir biêş li herêmên wê derdikevin. Rojbiroj welatiyên wê ji ber siyaseta wê dinalin û hikûmet ne li xema wê ye. Ev jî ji bo rewşa leşkerî û civakî ya herêma wê derbasdar e. Li şûna ku hikûmeta Şamê bi dyalogan krîza heyî çareser bike, berjewendiyên gelên li Sûriyê bipejirîne, berjewendiyên xwe û dewletên ku bi wan re peyamna danîne, dipejirîne. Ji ber wê krîz didome û rojbiroj rewşa welat û welatiyan tarîtir dibe.”

`Nasnekirina Rêveberiya Xweser kûrkirina krîzê ye`

Li ser çareseriya krîza Sûriyê Hesîna Ehmed axivî û diyar kir ku ji bo çareseriyê yek rê tenê heye, ew jî diyaloga Sûrî-Sûrî ye, bi taybetî diyaloga di navbera Rêvberiya Xweser û hikûmeta Şamî de ye û axaftina xwe wiha qedand: “Rêvebriya Xweser her tim vê bangê dike û teqez dike. Krîza 11 salam ya li welat enceq bi Sûriyeke nenavendî ku tê de mafên tevyiya gelan parastî be, bê çareserkirin. Ji ber wê divê Şam dev ji hişmendiya xwe ya hişk berde. Eger hikûmeta Şamê bi rastî ji bo bidawîkirina krîzê û berjewendiyên gelên Sûriyê digere, li ser bingehê Sûriyeke demokatîk û nenavendî, divê Rêveberiya Xweser nas bike. Lewra naskirina Rêveberiya Xweser hêzeke mezin dide Sûriyê û krîzên navxweyî çareser dike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.