Serbest Etê/Qamişlo
Leyla Kaya: Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, qanûnên desthilatê amûrên zordarî û tirsandinê ne. Di girtîgehên AKP-MHP`ê de işkence, zor û kuştina sîstematîk tên kirin.
`Girtîgeh rûyê rêveberiya Tirkiyê ne`
Li ser siyaset û rewşa girtîgehên Tirkiyê, siyasetmedara ji bakurê Kurdistanê Parêzer Leyla Kaya ji rojnameya me re axivî.
Leyla li ser polîtîkayên rejima AKP-MHP`ê ya li Tirkiyê ev nirxandin kir: ” Desthilata Tirkiyê, huqûq û qanûnan li hemberî partî, rêxistin û welatiyan wek amûreke zor û tirsandinê bi kar tîne. Çi kesê li dijî faşîzmê û qanûnên ji aliyê desthilatê ve hatîn derexistin, derkeve girtin. Ev jî dibe sedem ku salane jimara girtîgeh û girtiyan pir bibe. Li gorî agahiyên Wezareta Dadê ya Rejima AKP-MHP’ê, sala 2005’an jimara girtiyan 55 hezar û 870 bû. Ev jimar 31’ê Cotmeha 2021’ê li 384 girtîgehan -Ku ji bo 266 hezar û 575 kes ye- bû 294 hezar û 930. Ev rewş û agahî diyar dikin ku girtîgeh ji desthilatdariyê re bûne teknîkeke bingehî û sereke ya birêvebirina welat.”
`Sîstema girtêgehên faşîzma APK-MHP`ê, işkence zor û piçûkxistin e `
Parêzera ji bakurê Kurdistanê herwisa li ser atmosfera girtîgehên ji aliyê rejima AKP-MHP`ê ve hatîn avakirin axivî û ev agahî dan: “Li girtîgehên vê desthilatê, her cure zor û işkenceyê bi sîstematîk tê kirin. Ev sîstem bi taybetî li dijî girtiyên siyasî ye. Di vê sîstemê de girtî bi salan tên işkencekirin û tên piçûkxistin. Bi hovîtiyeke mezin bi ser girtiyan de diçe û her tim dixebite ku têkiliya wan ya civakî tine bike. Ev sîstem wisa dike ku girtî serdestiya xwe ya li ser bedenê winda bike û bibe gewdeyek ji goşt û hestiyan. Ji ber wê mirov dikare bêje ku girtîgeh amûrên tinekirin, bêşexsiyetkirin û bêrûmetikirinê ne. Li Tirkiyê dîroka girtîgehan, dîroka kuştin, zordestî û işkenceyê ye.
`Li dijî girtiyên jin, êrişên zayendî, destdirêjî û destavêtin hene`
Leyla Kaya rewşa jinên li girtîgehan anî ziman û axaftina xwe wiha domand: “Li hemberî jinan bi taybetî venêrîna tazî, piçûkxistin û işkence pir dibe. Bûyerên destdirêjiya zayendî û destavêtina girtiyên jin zêde dibin. Garîbe Gezer li girtîgeha Qeyserî Bûnyan ji aliyê gardiyanan ve destdirêjî lê hat kirin. Girtiyên nexweş bi mirinê re rûbirû tên hiştin. Yek ji wan jî Aysel Tugluk e. Aysel ji ber binpêkirina azadiya ramanê ya ku bi destûra bingehî hatiye teqezkirin di girtîgehê de ye. Rapora Fakûleteya Tibê eşkere dike ku, Tugluk di şert û mercên girtîgehê de nayê dermankirin û divê cezayê wê bê paşxistin. Tugluk bi serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên şexsî û rojane pêk bîne. Li ser girtiyan venêrîna tazî bi piçûkxistineke mezin tê kirin, bi taybetî di birina nexweşxaneyê de venêrîna tazî tê kirin. Bi sedan mîna Tugluk hene.”
`Çareserî di xurtkitina têkoşînê de ye`
Parêzer û siyasetmedar Leyla Kaya diyar kir ku pirsgirêka girtîgehên Tirkiyê, pirsgirêkeke piralî ye û got, pirsgirik bi hêsanî nayên çareserkirin. Jixwe çareserî bi hişmendiya faşîzma AKP-MHP`ê ne pêkan e û axaftina xwe wiha qedand: “Berî hertiştî divê desthilat, hişmendiya xwe ya rêvebirina welat biguherîne. Çareseriya vê krîza edaletê ya li Tirkiyê bi guhertinên radîkal yên di qanûnên cezayê de enceq pêk bê. Divê ev guhertin li gorî peymanên navneteweyî yên Tirkiyê jî alîgirê wan e, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa û hiqûqê û nirxên gerdûnî yên mafên mirovan bên. Ev jî bi têkoşîna azadiyê enceq pêk bê.”





