Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêxê Êleke Ereb: 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd, Ereb û tevayiya gelan rojbûna Azadiyê ye

03/04/2022
in ROJEV
A A
Şêxê Êleke Ereb: 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd, Ereb û tevayiya gelan rojbûna Azadiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan /Tebqa

Şêxê Êla El-Sexanî yê Ereb Fewaz El-Bêk got, bi dayîkbûna Rêber Ocalan, roja azadiya gelan derket. Ji ber wê banga me ji gelê Kurd, Ereb û Sûriyan re ew e ku têkoşînê ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêbertiyê xurttir bikin.

Bi pêmana 4`ê Nîsanê roja jidayîkbûna Rêber Apo Şêxê êla El-Sexanî ya Ereb Fewaz El-Bêk ji rojnameya me re axivî.

`4`ê Nîsanê ji bo gelê Ereb jî jinûve jidayîkbûnek e`

Şêxê êla El-Sexanî rojbûna Rêbertiyê wek derketina roja azadiya gelên bindest bi nav kir û ev niraxandin kir: “Em wek eşîr, êl û gelê Ereb yên herêma Tebqa bi Rêberê xwe, rêberê demokrasî, azadî û ramana azad Rêber Apo serbilind in û girêdayî wî ne. Em vê rojê li tavayiya gelên bindest, nexasim Kurd û Ereb pîroz dikin. Em dizanin Rêbertiyê di nava êş û aloziyan de, jiyana azad ya birûmet û biratiya gelan, ji gelan re afirand. Rojbûna Rêber Apo ne jidayikbûna mirovekî ye, ji dayikbûna azadiya gelên bindest û derketina rojê ye. Zilm û mêtingeriyê ew roj xistibû binê siya xwe. Ji bo Rojhilata Navî jî demokrasî û bihareke nû ye.”

`Rêber Apo ji Kurd û Ereban re hêvî û hêz e`

Şêx Fewaz El-Bêk herwisa li ser hizir û felsefeya Rêber Apo û bandora wî ya li gelê Ereb kirî axivî û wiha got: “Bi fikir û felsefeya Rêber Apo dîrokeke nû ya gelan dest pê kir. Rêbertî û Neteweya Demokratîk, ji Kurd û Ereban re bûn hêviya xelasbûn, aştî, azadî, edalet û wekheviyê. Rêbertî ev 50 sal in, ji gelê Kurd, Ereb û gelên bindest re, bûye ronahî. Bi têkoşîna demokratîk ya Rêber Apo dayî destpêkirin, li çar aliyên cîhanê azadî, aştî, demokrasî û hêvî afirandine. Her çiqas ev 23 sal in di girtîgehê de ye jî, ciyê xwe di dilê me de çêkiriye. Herwisa em hêz û vîna xwe ji têkoşîna wî digirin. Îro ji her rojê pirtir projeya Biratiya Gelan ya Rêber Apo bi ser dikeve. Ji bo bidestxistina azadî, demokrasî, rizgariya ji koletiya kapitalist, fikirê Rêbertî û Biratiya Gelan e çareya yekane ye.”

`Gelê Kurd, Ereb û Sûryan Têkoşînê ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêbertiyê Xurtrir bikin`

Şêx êla EL-Sexanî li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê axivî û bi helwesta şêx û rûsipiyên eşîrên ereb yên Tebqa axafina xwe wiha qedand: “Armaca wan bi tecrîdê hewldana jiholêrakirina çiraya azadiyê ye ya ku Rêbertiyê li hemberî zilm û mêtingeriya desthilatan pê xistiye. Lê bênavber berxwedana Rêber Apo li Îmralî ji bo gelê Kurd, Ereb û gelên din didome. Ji ber wê azadkirina Rêberê Gelan ji zincîran azadiya gelan e. Herwiha weke ku Rêbertiyê zincîrên ku desthilatan li dora gelan girê dabûn, şkandin. Wê berxwedana gelê Ereb, Kurd û gelên din yên azadîxwez dîwarê Îmralî biroxîne. Ji ber wê divê gelê Ereb, Kurd û Sûryan li bakur û rojhilatê Sûriyê Têkoşîna xwe xurttir bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.