Rojnameya Ronahî

TEV-ÇAND: Xelîl Dax dostê herî nêz, hevalê herî durust û dilvîn ê çiyayan bû

Navenda Nûçeyan

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê Xelîl Dax ê ku 1’ê Nîsana 2009’an şehîd bû bi bîr anî û got, “Eniyeke nû ya şer vekir. Wêneyên wî yên gerîla dilê mirovan germ kir. Wêne, bîranîn, hest, bawerî û gotin li pey xwe hişt.”

Komîteya TEV-ÇAND’ê ya PKK’ê peyamek weşand û derhêner Halîl Ûysal (Xelîl Dax) di salvegera şehadeta wî de bi bîr anî.

Daxuyaniya TEV-ÇAND’ê wiha ye:

“Qehremanê pêşeng, hunermendê mezin û hevalê dilvîn Xelîl Dax, 1’ê Nîsanê di sala 2008’an de di kemîneke artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest da.

Lê wî jiyana xwe tev li paş xwe wek mîrateyeke giranbuha hişt. Bi enerjiyeke û hezkirineke bêdawî, li bilindahiya çiyayan 13 salan kedeke bêhempa da. Ew bû Xelîlê nivîskar, wênekêş, sînemager, Xelîlê şoreşger, gerîla; Xelîlê Çiya; Dostê çiyayan. Ji xwe Xelîl di zimanê Erebî de wateya xwe dostê herî nêz e. Ew jî dostê herî nêz, hevalê herî durust û dilvîn ê çiyayan bû.

Heval Xelîl, jiyaneke layiqî navê xwe derbas kir. Digot, ‘Kamereke me heye û hevaltiyeke me heye.’ Ew jî têra wî dikirin ku hemu çîrokên dilê xwe bîne ziman. Bê hedan germahiya jiyanê, gurbûna şer, xatirxwestinên bêwext, ken û coşa gerîlan û bîrhatinên wan nivîsand. Di kêliyên herî germ ên şer de amade bû; dîmen û nûçeyên nayên jibîrkirin ragihand; eniyeke nû ya şer vekir. Wêneyên gerîlayan bi dilê xwe kişand; awirên çiyayî, bîranînên wan, hestên, bawerî û sozên wan ji me re hiştin. Bi filmên xwe çîrokên ku lê çûbûn zindî kir. Helbest nivîsandin; bi hestên xwe yên nazik estetîka jiyana gerîla kir wêje.

Heval Xelîl ji çiyayan hez kir, çiya û her kesê li çiya jî jê hez kirin. Li zinarên asê, dolên kûr, lûtkeyên li ezmanan, li kap û kazên çiyayan geriya; li hemu çîrokên veşartî û nîvco mayî geriya. Kêliyên wendakirinê, yên dilgiranî û xemgîniyê bi awayekî xwerû dîtin, jiyan kir û dîmenên wan girt. Di kêliyên şer, çalakî, serkeftinê jî amade bû; li rêwîtiyî, şevbuhêrk, dîlan û stranên gerîlayan de amade bû. Bi av, ax û agirê çiyayan re jiyan kir û ji xwezayan wan hez kir. Bi her awayî bû Xelîlê Çiyayî; wisa dikarîbû sînemayeke çiyayî çê bike. Tevî hemu rewşên giran û ‘bê derfet’ dikarîbû karên dîrokî biafirîne.

Heval Xelîl di jiyana xwe de mînaka hevaltiyê bû. Di nivîs û filmên xwe de her dem cihekî cuda dida jina Kurd a Azad û Tevgera Azadiya Jinê. Lê ji cihdayînê wêdatir bû nêrîna wî, digot; “Divê jina kurd bi fikra xwe karibe têkeve sînemayê û bi çavên xwe li vê cîhanê binêre. Ew çavên wê yên mezin, xweşik û awirên wê yên ku ji objeyekê wêdetir, awayê têgihiştina wê ya mirov û cihanê dikare ji sînemaya Kurdan re pêşengiyê bike”.

Heval Xelîl hezkerê jiyanê bû; jiyana azad. Hezkerê gerîla, çiya û Rêber Apo bû. Her tim hewl dida ku layiqî soza xwe ya bi Rêber Apo re be. Di nivîsên xwe behsa kelecaniya xwe ya wan kêliyên ku bi Rêber Apo re derbas kirine dike. Bi sekneke Apoyî têkoşîn û meşa xwe bi salan li çiyayên azad dewam kir.

Ew qasî jî ji rêwîtiyê û Bakur jî hez kir. ‘Rêwiyên Çiyayê Araratê’ navê projeya wî ya dawî bû. Bi gerîlayan re derbasî Bakurê Welat bû û ber bi bilindahiyan ve çû. Ew wisa her bilind û bilind wê biçe.”