Rojnameya Ronahî

4’ê Nîsanê

Faruk Sakik

Di 2’yê Nîsanê de li ser ekranên Stêrk TV, me anîmasyonek ku bi pêmana rojbûna Rêber Apo hatî amadekirin temaşe kir. Di anîmasyonê de darek (Kurdistan) ku ji bêaviyê zuha bûye, hebû. Li ber vê dare komek mirov (Kurd) rûniştine bêçare ne. Rêber Apo ji dûr ve tê û vê rewşê dibîne, hevalên (yên koma Apoyî) xwe digire gel xwe û diçin çiyayê Kurdistanê. Li vê derê av heye, lê helaneke mezin li pêşiya vê avê asteng e. Wê helanê ji pêşiya avê dikişînin û av ber bi dara hişk ve di herike. Wê darê av didin û dara hişkbûyî ji nûve şîn dibe.

Gelekî bi navê Kurd û welatekî bi navê Kurdistan hebû. Bi bêbextiya dîrokê ev gel ber bi tinekirinê ve biribû. Rêber Apo wek di vê anîmasyonê de jî hatî destnîşankirin, pêşî li wê tinekirinê girtibû.

Ji bo vê yekê ye Kurdan ew wek rêber pejirand û her sal di 4’ê Nîsanê de rojbûna wî pîroz dikin. Gelo, piştî ku wê avê, ew dara di anîmasyonê de şîn kir.

Rêber Apo çi kir?

Di destpêkê de şerê çekdarî da destpêkirin. Cesaret hat Kurdan, helanên tirsê yek bi yek parçe bûn û serhildanan dest pê kir.

Ji bo pêşîgirtina li asîmîlasyonê, ji bo parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî têkoşîneke mezin da. Di roja me de êdî hewldanên asîmîlasyonê bêtesîr bûn.

Hêzeke eskerî ku ji gerîla û şervanan pêk tê ava kir. Ji bo ewlekarî û parastina Kurdistanê ev hêz her roj destanan dinivîsin.

Li Rojhilata Navî qedera gelan ku di binê destê desthilatên serdemê de bû, bi paradîgmaya konfederalîzma demokratîk guhert. Bi paradîgmaya xwe rêyeke nû danî ku hemû gel û civak, bîr û bawerî, zar û zimanê xwe di nava vê paradîgmayê de îfade bikin, bibînin, pêş bikevin.

Bi kedeke mezin ji jina kole, jina azad afirad. Jinên cîhanê jî îro li ser fikir û ramanên wî li dijî desthilatdaran têdikoşin.

Li dijî sîstema Modernîteya Kapîtalîst, Modernîteya Demokratîk pêşkêş kir. Her ku diçe ev fikir li her devera cîhanê belav dibe.

Ne tenê ji bo mirovahiyê, di heman demê de ji bo parastina xwezayê jî sîstemeke ekolojîk pêşkeşî mirovahiyê kir.

Sîstemeke demokratîk, azadîxwaz, wekhev, komînal û mirovî dixwest da ku di vê sîstemê de herkes azad bijî. Di sîstema ku wî dixwest de bêedaletî, birçîbûn, mirin û zilm tinebû. Jiyan watedar bû.

Civakeke exlaqî û polîtîk dixwest û ji bo vê yekê jî pêşniyarên maqûl bi berhemên xwe pêşkeşî mirovahiyê kirin.

Li Tirkiyê ji bo komara demokratîk were avakirin, pêngavek da destpêkirin. Li ser perspektîfên wî gel bi rêxistin bûn. Di hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de da îspatkirin bi ku vê paradîgma û nexşerêya Ocalan wê demokrasî were Tirkiyê.

Rêber Apo bi raman û pirtûkên xwe bandor li gelek însanan kir.

Ocalanê ku pêdivî bi şer dîtibû û şer dabû destpêkirin, roja şer mîsyona xwe temam kir, vegeriya û di aştiyê de israr kir.

Bi milyonan însanan bi kampanyayên îmzeyan, ew wek vîna xwe qebûl kirin.

Ji ber van taybetmendiyan, li dijî wî komployeke navnetewî pêk hat û îro li zîndana Îmraliyê dîl hatiye girtin. Dîsa li ser daxwaza komplogeran tecrîda li ser wî roj bi roj tê giran kirin.

Li Îmraliyê di bin tecrîdê de, dîsa bêsekin ji bo ku ji pirsgirêkên ku li cîhanê diqewimin re çareserî bibîne, bi nexşerêyên xwe midaxale dike.

Ji ber ku fikir û ramanên wî yên gerdûnî, li ser hemû mirovahiyê bandor dike, îro bi milyonan însan li her devera cîhanê ji bo azadiya wî têdikoşin.