Rojnameya Ronahî

Şerê PDK`ê li dijî tevayiya gelê Kurd e!

Dilyar Cizîrî

Di roja 26`ê Adarê de Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK`ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan agahî wergirtine, ku wê PDK bi hevkariya dewleta Tirkan êrişeke nû li dijî hêzên gêrîla pêk bîne. Di daxuyaniyê de ji PDK`ê hat xwestin ku nekeve planên dewleta Tirkan. Piştî daxuyaniyê ajansa Firat (ANF) li ser zarê çavkaniyên herêmî ji nava PDK`ê di nûçeyeke xwe de detay û naveroka plana behsa wê tê kirin belav kir.

Balkêş e piştî wan daxuyaniyan hin bûyer û rûdan li herêmê diqewimin van daxuyanî û nûçeyan piştrast dikin. Ji wan rûdan û detayan PDK ku rayedarên wê baş dizanin wê şerekî wan li dijî Tevgera Azadiyê zirareke mezin bigihîne wan, ji ber wê bi navê parazvanên sînor ên Iraqê nuqteyan li herêmên gêrîla bi cih dike. Wiha jî dixwazin şerê were kirin, bi sernavê Artêşa Iraqê were meşandin. Bi vê jî wê raya giştî û civaka navneteweyî qezenc bikin.

Rûdana din jî ev çend roj in çekdarên PDK`ê û Artêşa Tirkan di nava hewldanan de ne gundên herêmê ji şêniyên wan vala bikin û sivîlan ji herêmê derxin. Ji bo wê balafirên artêşa Tirkan nêzî gundan bombebaran dikin û dixwazin welatiyan bidin koçberkirin. PDK bi idîa û nûçeyên cuda heman tiştî pêk tîne. Lewre ew baş dizanin welatiyên herêmê gêrîla wekî îradeya xwe qebûl dikin û dizanin niha hêza yekane ya parastina gel dikin gêrîla ne. Ji ber wê gelê Başûr bi giştî vê rastiyê baş nas dike û bi çavên xwe dîtin, çawa sala 2014`an çekdarên PDK`ê Şingal û hin herêmên din ji DAIŞ`ê re hiştin. Dîsa plana PDK`ê ya di encamê de Kerkûk û gelek herêmên Başûr ketin destê çekdarên Heşdî Şebî.

Ji ber wê êdî gelê Başûr û piraniya gelê Kurdistanê baş dizanin ku plan û êrişa li dijî gêrîla ne tenê li dijî PKK`ê û HPG`ê ye, ew plan û êriş li dijî tevayiya gelê Kurd in. Ji ber wê jî di baweriya min de wê partiyên siyasî, tevger û her kesê azadîxwaz li hemberî vê helwesta PDK`ê bêdeng nemînin. Ango êrişa çekdarên PDK`ê ya li dijî gêrîla vê carê wê xelekeke mezin ya têkçûna PDK`ê be. Tişta din ku wê zirarê li hebûna PDK`ê bixwe bike, êdî gelê Başûr nema ji idîa û siyaseta wê bawer dike.

Destpêka vê têkçûnê niha di aloziya li Iraq û başûrê Kurdistanê de diyar dibe. PDK`ê di hilbijartinan de jimara parlamenteran zêde kir, lê ji ber boykotkirina gel ya hilbijartinan, rêjeya dengên alîgirên xwe bi rêjeyeke zêde winda kir. Dengên qezenc kirîn, piranî yên karmend, pêşmerge û xebatkarên saziyên herêmê bûn.

Di heman demê de em dibînin ku di asta Iraqê de jî êdî PDK nema dikare dengeyên berê biparêze û êdî dijberiya wê zêde dibe. Ev di dosya hilbijartina serokatiyê de baş tê dîtin. Sedema sereke ya vê piskirikê ew e ku PDK serokatiya Iraqê bi dest nexe. Li aliyê din biryara dadgeha Iraqê ya derbarê nerazîbûna firotina neft û xaza başûrê Kurdistanê derbeyek û zexteke li dijî PDK`ê ye.

Ev jî baş nîşan dide ku êdî PDK ne di asta Kurdistanê û ne jî di asta Iraqê de tê qebûlkirin. Ji ber wê eger hat û ket şerekî li aliyê dewleta Tirkan ve wê têkçûna wan û fermandarên wan Erdogan be.