Rojnameya Ronahî

Hatina Remezanê û bihabûna pêdiviyan

Darîn Silê/Qamişlo

Her sal di meha Remezanê de ji bo amadekirina pêdivî û xwerekên ji bo mehê, welatî berê xwe didin bazarê. Lê îsal ji ber bihabûna bêsînor tevgera welatiyan li bazarê kêm e.

Piştî daketina nirxê lîreyê Sûrî beramberî dolar, bihayê xwerek, meywe û sebzeyan gelek zêde bûye. Ji ber wê jî welatî nikarin weke her sal pêdiviyên xwe pêk bînin. Li ser mijarê welatiyên bajarê Qamişlo û xwediyên dikanan nêrînên xwe ji me re diyar kirin.

`Her tişt biha bûye û aboriya me lawaz bûye`

Welatiya bi navê Fehîma Xelîl Hesen diyar kir ku, ji ber daketina nirxê lîreyê Sûrî li hemberî dolar, nikarin weke salên berê pêdiviyên Remezanê bikirin û axaftina xwe wiha domand: “Her sal berî ku Remezan dest pê bike em berê xwe didin bazarê, da ku pêdiviyên xwe yên vê mehê pêk bînin. Îsal derfetên me nînin ku weke salên berê pêdiviyên xwe pêk bînin. Çimkî her tişt biha bûye û aboriya me lawaz bûye. Di navbera îsal û sala çûyî de gelek cudayî heye. Ji ber wê jî haziriyên me kêm in.”

Fatma da zanîn ku her sal rojiyê digrin û vê mehê bi xweşî pîroz dikin. Herwiha got, em rojane xwarinên xweş û bi rengên cuda amade dikin. Di vê mehê de em herî zêde xwarina kifte û nîskê çêdikin.

‘Li hemberî bihabûna bêsînor divê şopandin hebe’

Fatma bal kişan ser bahabûna bêkontrol û got, Rêveberiya Xweser gelek kargeh ava kirin, divê li gorî zêdebûna van kargehan pêdivî erzantir bibin, lê em vê yekê nabînin. Ji bo ku şopandineke sererast ji vê rewşê re hebe, divê xebateke baş hebe. Wê demê dibe ku ev tevlîheviya bihayê bêsînor zelal rabe.

Fatma Xelîl Hesen di dawiya axaftina xwe de, meha Remezanê li gelê bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: “Em bi hêvî ne ku êrişên ser welatê me bin bikevin û bihabûn nemîne, da em sala bê Remezanê bi rengekî xweştir pêşwazî û pîroz bikin.”

`Îsal tevgera welatiyan lawaz e`

Xwediyê dikana xwerekan yê bi navê Ehmed Eniz li ser tevgera welatiyan ya meha Remezanê û firotina xwerekan wiha axivî: “Îsal tevgera welatiyan li firoşgehê lawaz e. Her sal di van rojan de karê me zêde dibû; em ji sibehan heta êvaran vala nedibûn û pir diwestiyan. Îsal ji ber ku pêdivî pir biha bûne karê me kêm e. Hin pêdivî hene çar qatî biha bûne.”

Ehmed Eniz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne welatî tenê, em jî zehmetiyan di vî milî de dikişînin. Dema tiştek biha dibe em jî êdî nikarin weke berê kar bikin û astengiyan di karê xwe de dibînin. Her sal bi nêzîkbûna Remezanê min nêzî du tonî xurme digirtin û tev dihat firotin. Lê îsal min 200 kîlo tenê anîne, heta niha jî tev nehatiye firotin.”