Tevgera Civaka Demokratîk, bi armanca xurtkirina çanda paqijkirinê di civakê de li kantona Hesekê dest bi pêngava paqijiyê kir.
Bi dirûşma “Paqijî exlaq û çanda civakê ye, em ê hemû li paqijiya bajarên xwe xwedî derkevin”, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Hesekê dest bi hemleyeke paqijiyê kir. Tê payîn ku hemle li tevahî bajar û navçeyên wê, ji bazarên El-Hal û erebeyan ên taxa Xeşman a bakurê bajêr, heta mehekê bidome.
Hemle ji nuqteyên navborî bi tevlêbûna bi dehan endamên TEV-DEM`ê û endamên yekitiyên wê di sêrî de Yekitiya Bazirganan a Hesekê dest pê kir.
Beşdarên hemleyê toz û bermahiyên sebzeyên ku li derdora sûka El-Hal kom bûne, bi rêya alavên şaredariyê paqij kirin. Kolan bi rêya wesayîtên foca agirvemirandinê şûştin û dikandar agahdar kirin ku paqjiya derdora xwe biparêzin û di wexta wê ya diyar de çopê çekin.
Endamê Koordînasyona Dikanan a TEV-DEM`ê ya Hesekê, Kemîran Derwîş da zanîn ku armanca hemleyê xurtkirina çanda paqijiyê li herêmê û parastina wê di civakê de ye. Her wiha diyar kir ku hemle bi koordîneya Şaredariyên Gel û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hatiye birêxistinkirin.
TEV-DEM`ê 2 roj berê li kantona Qamişloyê hemleyek bi heman rengî li dar xistibû.
ANHA