Rojnameya Ronahî

KONGRA GEL: Rojbûna Rêber Apo rojbûna Kurdên azad e

Navenda Nûçeyan

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL rojbûna 73’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi daxuyaniyekê rojbûna 73’an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Daxuyaniya KONGRA GEL wiha ye:

“Em 73. Salvegera rojbûna Rêber Apo bi dil û can pîroz dikin, hezkirin û rêzgirtinên xwe jê re pêşkêş dikin. Rojbûna 73. a Rêber Apo ji gelên Kurdistanê û mirovahiya pêşketî re pîroz be. Ji Kurdê azad re, bi taybetî jî ji jina azad re pîroz be. Rojbûna Rêber Apo, di dîroka gelê Kurdistanê de mîladeke nû ye, rojbûna Kurdê azad e.

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, gelê Kurd di dorpêça komkûjiya pergala modernîta kapîtalîst û dewletên dagirker de ber bi têkçûyîn û bilavbûnê ve bû. Li hemberî vê rewşê gelê Kurd gelek caran serî hilda, lê mixabin nekarî dorpêça komkûjiyê bişkêne û xwe azad bike.

Rêber Apo di 4’ê Nîsana 1949’an de di vê rewşa dorpêça komkujiya gelê Kurdistanê de ji dayîka xwe bû. Di vê rewşê de rastiya xwe û ya gelê xwe nas kir. Wekî Kurdekî azad, li hemberî vê dorpêça komkûjiyê û li hemberî Kurdên bi dijminê xwe re bûne hevkar, meşa xwe ya Rêbertiyê ya dîrokî da destpêkirinê.

Rêber Apo bi rêxistinkirina PKK’ê rojbûna xwe ya duyemîn pêk anî. Bi têkoşîna PKK’ê, bi berxwedana ARGK û ERNK’ê li çar perçeyên Kurdistanê hêvî û baweriya gelê Kurd mezin bû. Gelê Kurd li welat û derveyî welat li hemberî dagirkeran têkoşîna xwe bi pêş xist.

Rêber Apo di şexsiyeta jina Kurd de jin hemû weke neteweya bindest a herî mezin pênase kir. Pîvana asta azadiya civakê jî bi asta azadiya jinê ve girê da û got, ‘Heta ku jin azad nebe civak û netewe azad nabe’.

Bi Rêbertiya Rêber Apo gelê Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya azadiyê li Rojhilata Navîn tevazûneke nû çêkir. Dewletên komploger, dewleta dagirker a Tirk û Kurdê ku her tim hevkariya dewleta Tirk dike yanî KDP, ji van pêşketinan nerehet bûn û tirsiyan. Ji ber vê yekê di şexsiyeta Rêber Apo de, dijî destketiyên Kurdên azad komploya navdewletî kirin.

Lê belê Rêber Apo planên komplogeran bi berfirehî dît û bi kûrayî fêm kir. Ji bo ku planên komplogeran bi ser nekeve û dorpêça komkujiyê bê şikestin, Rêber Apo bi pêşkêşkirina paradigmaya azadiyê rojbûna xwe ya sêyemîn jî pêk anî ku heman demê ev ji bo mirovahiya pêşketî re jî bû hêviya azadiyê.

Paradîgmaya modernîteya demokratîk, li ser bingeha azadiya jinê civaka demokratîk û ekolojîk, li tevayî cîhanê deng veda û bû hêviya hemû azadîxwazan. Li ser vî esasî jî Rêber Apo ne tenê ji bo gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, ji bo tavahî gelên azadîxwaz û mirovahiya pêşketî, bi taybetî jî ji bo azadiya jinan hêviya herî mezin e.

Ji ber vê yekê ye ku li tevayî cîhanê her diçe li xwedî derketin û Rêbertiya Rêber Apo jî mezin dibe. Girêdayî vê rewşê hêzên komploger jî êrişên xwe li ser Rêber Apo û li ser gel û tevgera azadiyê dewam dikin.

AKP-MHP û KDP, bi taybetî piştî têkçûna sala 2021’ê, niha li hemberî gerîla amadekariya êrişeke mezin dikin. Pêwîst e gelên Kurdistanê û tevahiya dostên me di vê mijarê de seferber bibin. Li hemberî êrişên dijminê Kurd dewleta Tirk û hevkarê wê KDP’ê, pêwîste tevayî partî û saziyên Kurdistanê hîç bêdeng nemînin. Dem dema berxwedana li hemberî dagirkerî û xiyanetê ye. Yekîtî, serketin û azadiya gelê me jî girêdayî vê berxwedanê ye.

Rêber Apo di 4’ê Nîsanê de ji sala 74’emîn wê roj hilde. Li hemberî Rêber Apo herkes pêwîst e mûhekema exlaqî û wîjdanî bi xwe re bike. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di destê me de ye. Azadiya Rêber Apo, têkçûna faşîzmê ye, li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn azadî û demokrasiya gelan e.

Pêwîst e ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo herkes plansaziya xebata xwe çêbike. Xebata hefteyî, ya mehê, ya 6 mehan û ya salekê. Bi ruhekî Apogerî û bi xebateke rêxistinî, li hemberî dagirkerî û xiyanetê, li welat û li derveyî welat, di hemû qadên xebatan de pêwîste seferber bibin. Li ser vî esasî em dikarin encamê bigirin, bersiva dem û dîrokê bidin.

Em car din rojbûna Rêber Apo pîroz dikin, li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, di têkoşîna tevayî gel, dost û hevalan re serketinê dixwazin.”