Mihemd Xanim-Qamişlo
Pêşengên PKK’ê, ji 21 heta 28’ê Adarê navê xwe dane nivîsîn û dîrok dane guhertin. Ew zarokên gelê Arî bûn, Ji gelê xwe re xizmet kirin û heta roja me ya îro bi ruhê wan têkoşîna azadiya Kurdistanê didome.
Qonaxên qehremaniyê yên mirovayiyê hene. Ev qonax bi hezaran sal derbas bibin jî, di hişê mirovayiyê de dibin bingehê wêrekî, rûmet û sekna ku berê xwe daye rojê. Qehremanên gelê Kurd jî navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsîn û hefteya qehremaniyê li ser navê wan hat îlankirin.
‘Hefteya Qehremaniyê’ bi Newrozê dest pê dike heta şehîdbûna bi Egîd, 28ê Adarê.
Hefteya qeheremaniyê di dîroka gelê Kurd de bûye rojek ku mirov ti carî ji bîr neke. Ev roj bû dîroka azadiyê. Digel ku derfet û imkanên wê demê gelek kêm bû jî wan hevalan bi sekin û helwesta xwe ji bêderfetiyê derfet ji gelê Kurd re afirandin. Ew leheng bi xweşîkbûna biharê re dibişkivîn û vedibûn. Roj bi roj berxwedan û têkoşîn zêde dibû. Ji çar kesan bûn miletek. Ev kûlîlkek bi navê xwe gelek kulîlk zêde kirin û mezin bûn. Ev kulîlk yek ji wan navê wî Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmûd Zengîn û Eşref Anyik e. Wan di têkoşîna azadiye de canê xwe bi riya qehremaniyê re feda kiribûn. Dewleta tirkî ya faşist ku digot “Me êdî Kurd û Kurdistan ji holê rakirin” û heta ji xwe re digotin “Me kurd kuştin; me Kurd kirin gorê.” Lêbelê dîsa pîştî gelek salan ji nûve rengê biharê bi têkoşîneke mezin derket holê. Ti zehmetî bê xweşî nabin û ti xweşî jî bê zehmetî nabin, herwiha di rastiya Kurd û Kurdistanê de, bi hev re du kêliyên guhertinê pêk tên. Di her kêliyê de di rastiya gerdûnê de jî guhertinên mezin çêdibin.
Rêwiyên heqîqetê bûn û gihiştin heqîqetê.
28ê Adarê û 18 Gulanê bûne pirek ji xelasiya gelan re. Ev pir di pêşengiya Egîd de, cara yekê 15ê Tebaxa sala 1984’an, guleya yekê di mejiyê nijadperestiya dewleta tîrkî de teqand. Vê carê piştî demên gelek dirêj dîsa ji nûve ev deng bû dengê cesaret û hêviyê. Egîd hêviya gelê Kurd wekî ronayiya rojê ronî kîr. Egîd bi sedan Egîd gihandin. Şeva 18 Gulanê, Ferhad, Necmî, Mahmûd û Eşref, saat çarê sibêhê destên xwe dan hev û wekî ku wê dîlanê bigirin, dîlana azadiyê. Van lehengan ji bo tariya şevê biçirînin û bigihin berbanga sibehê, di berbanga sibehê de bi agirê bedena xwe şeva tarî ronahî kirin, di şeva tarî de stiranên azadiyê gotin. Ji bo rojên zemet xwestin kêliyên rizgariyê û kêfxweşiyê bidin avakirin. Di tariya şevê de li ber ronahiya agirê xwe stiranên cesaret û qehremaniyê digotin “Hevalno eger hûn ji me hes dikin hûnê agirê bedena me netefînin. Em di xwazin ji agirê bedena xwe stiranên azadî û serkeftinê bêjin û em roja ronayiyê ava bikin. Êdî em kêfxweş in ku em niha nezî rêheval Mazlûm dibin.’’
Ji 12ê Aadarê heta 18 Gulanê ji 18 Gulanê dîsa pirên di nava dilê şoreşgeran de derketibûn holê. Di hefteya qehremaniyê de ev leheng tev ji rastiya jiyanê pelên ji agir bi qasî çiyayên bilind di nava dilê lehengê dilmezin de cesaretekî bilind ava kirin. Ev rastî doza şoreşgerî bi watetir kiribûn û wateya van qehremenan di dîroka PKKê de gihşt asteke wisa ku ji dijmin re bûye derseke gelek mezin, li hember mirinê jiyana azad û bi wate derxistin holê.
Wekî ku Mazlum Dogan dibêje; ‘Teslîmiyet ber bi xiyanetê ve, berxwedan ber bi serkeftinê ve dibe.





