Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tê gotin ku PDK-artêşa Tirk wê 15’ê Nîsanê dest bi êrişê bikin

30/03/2022
in ROJEV
A A
Tê gotin ku PDK-artêşa Tirk wê 15’ê Nîsanê dest bi êrişê bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Tê gotin, artêşa Tirk wê bi hevkariya PDK’ê di 15’ê Nîsanê de dest bi êrişa li ser gerîlayên HPG’ê bike. Çavkaniyekî xwecihî ji ANF’ê re ragihand, piştî provokasyonên PDK’ê wê artêşa Tirk li herêma Kanîmasî dest bi êrişa dagirkeriyê bike.

 

Ev demeke, hem medya Başûrê Kurdistanê hem jî çavkaniyên herêmî radigihînin ku artêşa Tirk bi beşdariya PDK’ê wê di demeke nêz de li dijî qadên gerîla dest bi êrişeke nû ya ji bo dagirkirinê bike. Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê jî doh bi daxuyaniyekê diyar kir ku li gorî hin agahiyên gihîştine ber destê wan, PDK amadekariyê dike ku hin çalakiyên provokatîf bike.

Çavkaniyekî xwecihî agahî da ANF’ê û piştrast kir ku rêveberiya PDK’ê û dewleta Tirk planeke hevpar amade kirine. Li gorî agahiyên vî çavkanî ku di nava hêzên PDK’ê de ye, di 15’ê Nîsana 2022’ê de li herêma Kanîmasî ya wîlayeta Duhokê, artêşa Tirk wê li dijî nuqteyên gerîlayên HPG’ê dest bi êrişa dagirkeriyê bike.

‘JI BO ÊRIŞÊ WÊ SÊ PDK’Î YÊN PAYEBILIND BÊNE KUŞTIN’

Li gorî çavkanî, amadekarî hatiye kirin ku leşkerên Tirk karibin ji bo sê rojan bikevin vê qadê û bi dewamî hate gotin, “Di encama teqînekê de wê 3 efserên berpirsyar bêne kuştin. Ji van 3 kesan yek jê efserê parastinê ye ku li maseya PKK’ê dixebite, efserê duyemîn jî ji hêzên Zêrevan berpirsyar e.”

Çavkanî diyar kir ku ji bo vê provokasyonê, tîmek ji 15 kesan ku ji hêzên Zêrevan (Yekîneyên taybet ên PDK’ê) û Pêşmergeyên Roj pêk tê, li baregeha Binesalawê hatiye bicihkirin û got, “Tîmek bi rêya GPS’ê li heman cihî, tîmeke din jî bi berpirsyariya yekî ji îstîxbarata artêşa Tirk hatiye avakirin. Tîma duyemîn bi kincên sivîl ên şîrketa bi navê Lewen Asayîş tevdigere.”

Çavkanî destnîşan kir ku yekîneya hêzên Zêravan a ku ji bo êrişê hatiye amadekirin, di bin fermandariya Lorkan Mûtah ê ji Mûsilê de ye. Çavkanî îdîa kir ji bo zemîn ji êrişê re bê amadekirin ev plan hatiye danîn:

1- Kuştina hin pêşmergeyên PDK’ê

2- Teqandina lûleya petrolê ya ji Başûrê Kurdistanê diçe Tirkiyeyê

3- Li wê herêmê teqandina wesayitekê ku sivîl tê de ne.

Bi vê yekê tê xwestin ku êrişa dagirkeriyê di nava gel û raya giştî de bê rewakirin, mafdar bê nîşandan.

‘ODEYA OPERASYONÊ WÊ BI PDK’Ê RE BÊ AVAKIRIN’

Li gorî heman çavkanî, dewleta Tirk ji bo êrişê ev amadekarî kiriye:

1- Qada şer û derdora wê ji hewayê ve bê kontrolkirin.

2- Ji hêzên PDK’ê re hin cûreyên teqemenî û cebilxaneyê bêne dayin.

3- Piştgiriya ji bo hêzên bejahî (tank û wesayitên din ên zirxî).

4- Ji bo agahî ji hêzên bejahî û hewayî re bê dayin, bi beşdariya PDK û yekîtiya artêşa Tirk li cihekî nêzî qada şer odeya operasyonê bê avakirin.

Heman çavkanî diyar kir ku yekîneyek ji hêzên Zêrevan û du yekîneyên ji Hêzên Tevgera Taybet a Gulan a kurê Mesûd Barzanî Mensûr Barzanî li sînorê Fişxabûrê hatine amadekirin û ev agahî parve kir: “Fermandarê hêzên Zêrevan Azîz Veysî bi fermandariya Lîwa komando ya Zêrvan, beşa îstîxbaratê ya Zêrevan, efserê operasyonê yê Zêrevan re civînek lidar xist. Ji bo diyarkirina nuqteyên ku operasyon lê bê kirin ferman hate dayin ku ‘li ser GPS’ê nexşeyê amade bikin’.

Çavkaniyê xwecihî diyar kir ku di qonaxa duyemîn a plana PDK-dewleta Tirk de tê xwestin ku ji bo birîna têkiliya navbera hêzên gerîla yên li herêmê, rêya bingehîn a Kanîmasî bê qutkirin. Çavkanî herî dawî ev îdîa kir: “Piştî ku rêya Kanîmasî kontrol kir, wê ji bo bidestxistina çiyayên Metînayê bikevin nava liv û tevgerê.”

ANF/Behdînan

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.