Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kuştina Muharrem Aksem ket rojeva Meclisê

28/03/2022
in ROJEV
A A
Kuştina Muharrem Aksem ket rojeva Meclisê
Share on FacebookShare on Twitter

Ciwanê bi navê Muharrem Aksem li cihê perwerdeyê yê polîsên tîmen taybet kuştî hatibû dîtin. Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîogu kuştina Aksem ji Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu pirsî. 

Ciwanê bi navê Muharrem Aksem (16) di 23’yê adarê de li cihê perwerdeyê yê polîsên tîmên taybet ê li Taxa Mîcît ê navçeya Eyyûbiye ya Rihayê mirî hatibû dîtin. Cihê ku Aksem kuştî lê hatibû dîtin, cihê guleberdanê yê polîsan bû. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu kuştina Aksem xist rojeva Meclisê. Gergerlîoglu bi daxwaza bersivandina Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, pêşnûmepirsek pêşkeşî Meclisê kir. Di pêşnûmepirsê de Gergerlîoglu bi bîr xist ku Aksem li cihê perwerdeyê yê polîsan ku li wir gule dihatin avêtin kuştî hatiye dîtin, gelek gule li laşê wî ketine û gelek lebatên laşê Aksem jî jê bûne.

‘RAPORA OTOPSIYÊ NEHAT DAYÎN’

Di pêşnûmepirsê de hat destnîşankirin ku piştî kar û barên li Saziya Tipa Edlî (ATK), cenazeyê Aksem rakirine morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan. Her wiha hat gotin ku 3 meh berê li cihê bûyerê şivanan çendek dîmen kişandine û ev agahî hatin parvekirin: “Di wan dîmenan de tê dîtin ku polîsên tîmên taybet li wir guleyan direşînin. Piştre kesek birîndar dibe û li ser vê yekê jî ambulansek tê cihê bûyerê. Her wiha di dîmenan de xuya dibe ku ji cihê bûyerê dû bilind dibe.”

‘GELO LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN?’ 

Gergerlîoglu ev pirs ji Soylu kirin:

“*Îdiayên li jor hatine destnîşankirin rastin an na?

*Heke ku ev îdia rast bin, gelo derheqê bûyerê de lêpirsînek hatiye destpêkirin?

*Ger ev îdiaye rast bin, gelo polîsan li cihê bûyerê Muharrem Aksem bi zanebûn û bi daxwaza xwe kuştine?

*Di rapora ATK’ê de sedema mirina Muharrem Aksem çi hatiye nîşandan?

*Gelo di laşê Muharrem Aksem de û li cihê bûyerê berikên fîşekan hatine dîtin an na?

*Ev devera ku weke cihê guleberdana polîsan hatiye destnîşankirin, gelo walîtiyê ji wan re veqetandiye yan polîsan li gorî serê xwe ev der hilbijartine? Heke destûra walîtiyê nebe û bergiriyên ewlekariyê nehatibin girtin, gelo van polîsan li gorî serê xwe gule berdane? Heke ev yek hatibe kirin, gelo li gorî kîjan qanûn û rêziknameyê kirine?

*Derheqê bûyerê de lêkolîneke balîstîkî hatiye kirin an na?

*Gelo berikên fîşekan ên di laşê Muharrem Aksem de hatine dîtin di qeydên emniyetê de hene yan na?

*Heta niha derheqê çend polîsan de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Çend polîs ji kar hatine dûrxistin?

*Gelo çi şahidên bûyerê hene yan na? Heke hebin, ev kes hatine gundarkirin an na?”

MA/Enqere

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.