Jiyan Ebas-Qamişlo
Rûken Ehmed: Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê wateya misogeriya aştiya civakî, demokrasî û azadiyê. Ji bo ku ev pêk neyên tecrîda girankirî li ser tê meşandin.
Ji ber ku felsefeya Rêber APO ya jiyana azad, felsefeyek e ku rizgariya mirovayiyê bi giştî dihewîne, felsefeyek e ku li dijî hemû ferasetên paşverû yên ku ji hêla pergala desthilatdar ve têne meznikirin, têdikoşe. Dewlata tirkî ya dagîrker û bi alîkariya hêzên navneweyeyî, li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda giran dide meşandin.
Endama Desteya Têkiliyên Dîplomatîk ya Kongreya Star Rûken Ehmed tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û axaftina xwe wiha domand: “Tecrîda li ser Rêbertiyê ne tişteke nû ye, ev 24 sal in ku ev tecrîd li ser tê meşandin. Ew di mercên pir zehmet de li ber xwe dide. Rêber Apo, Rêber û hêviya hemû neteweyên bindest e, lê mixabin di roja îro de ji ber tirsa ji ramanên wî, tecrîdeke girankirî li ser tê maşandin.”
Rûken da zanîn ku armanc ji tecrîda ku dewleta Tirkan dide meşandin, qutkirina rêbertiyê ji gelên azadîxwaz e û axatina xwe wiha domand: “Dewleta Tirkan ya dagîrker, dixweza Rêber APO ji gelê wî û ji tevayiya cîhanê qut bike. Bi vê yekê hewl dide pêşî li ber raman û felsefeya Rêber APO bigire. Ji ber ku felsefeya Serok APO felsefeyeke demokrat û aştiyane ye û kilîta çareseriya pirsgirêkên herêmê ye.”

`Rêber APO, bi pêşxistina berxwedana dîrokî plana komplogeran pûç kir`
Rûken da xuyakirin ku Hêzên kapîtalîst, desthilatdarên komploger, bi plangeriyeke navdewletî Rêberê gelê Kurd, dîl girtin û axftina xwe wiha domand: “Ev komplo di şexsê Rêber APO de, li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navî ye û hewldana planên nû yên qirêj dewam dike. Hêzên kapîtalîst, bi armanca tinekirina nirxên civaka azad, wekhev û jiholêrakirina Modernîteya Demokratîk, komplo pêş xistin. Ev pergala ku êdî di sînorê hilweşandinê de dijî, ji bo temenê xwe dirêj bike ev komplo pêk anî. Rêber APO, bi pêşxistina berxwedana dîrokî, bi heqîqeta avakirina jina azad û civaka azad plana komplogeran pûç kir. Hêzên komploger, ji ber ku li hemberî berxwedan û tekoşîna mezin ya Rêber APO bin ketine, bihêrs in û îro Rêbertiya me di nava tecrîdekî giran de digirin.”
`Tecrîdê di nava tecrîdê de pêk tînin`
Rûken bal kişand ser kiryarên dewleta tirkî û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî ji demên borî û heta niha bi kiryarên xwe yên faşîzan rêgezên mirovayiyê li ber çavên her kesî binpê dike. Tecrîda ku li ser Rêber Apo dide meşandin, li ti deverên cîhanê nehatiye kirin. Piştî vê jî di nava tecrîdê de tecrîdeke din pêk tîne. Em wek gelê rojavayê Kurdistanê di gelek mijaran de deyndarên Rêber Apo ne.”
`Divê em li xwediyê felsefeya çareseriyê xwedî derkevin`
Rûken Ehmed projeya Netweya Demokratîk wek çareseriya pirsgirêk û qeyrana cîhanê dît û wiha nirxand: “Projeya Rêber APO ya Neteweya Demokratîk, gav bi gav di şoreşa rojavayê Kurdistanê de pêk tê. Ev jî bi xwe re projeya sîstemên sermayedar bin dixe. Ji bo azadiya Rêber Apo divê her kes xwe berpirsiyar bibîne. Rêber Apo ne kesayeteke ji rêzê ye. Ew xwediyê nirx û felsefeyekê ye. Eger em bixwazin ji vê qeyrana heyî derkevin divê em li xwediyê felsefeya çareseriya vê qeyranê xwedî derkevin.”





