Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Newroz rojeke sûrî ye

27/03/2022
in ROJEV
A A
Newroz rojeke sûrî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê Ilham Ehmed, Sekreterê Giştî yê Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk ya Sûriyê Ehmed Erac, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TevDem Xerîb Hiso, siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan, serokên partiyên rikberiya hundir û ji hemû parêzgehên Sûriyê mêvan beşdarî pîrozbahiyên newroza 2022’an ya Şehba û Helebê bûn.

Newroz diyaloga niştimanî ye

Serokê Şepêla Rêya Guhertina Aşîtiyane ya opozisyona hundir Fatêh Camûs kêfxweşiya xwe ya tevlîbûna Newrozê anî ziman û ji me re wiha axivî: “Ez gelek kêfxweş im ku beşdarî pîrozbahiyên Newroza 2022’an bûm. Tiştekî pir xweş e ku gelekî roja xwe ya neteweyî hebe û pîrozbahiyên xwe bi gelên din re û parve bike”.

Camûs bal kişand ser cudahiya Newroza îsal û wiha dewam kir: “Newroza îsal di nav şert û mercên dagirkirina axa Sûriyê de xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Li cihekî dagirkeriya Tirkiyê axa Sûriyê daqurtandiye, li cihê din jî Amerîka gelek nakokiyên hevalbendên xwe bi rê ve dibe û ji bo derbkirina jeopolîtîka Sûriyê destekê dide van hemû rengên dagirkeran. Ev yek me rûbirûyî kêşeyên mezin dihêle. Di serî de jî diyaloga niştimanî ya navxweyî ye û ne ya xwe dispêre diyaloga derve”

 

Doza Kurdan pirseke demokratîk e

Camûs di dirêjahiya axaftina xwe de diyar kir ku doza neteweyî ya Kurdî pirseke demokratîk e û diyaloga li ser wê, dê ji çareseriya kirîza niştimanî ya Sûriyê re bibe destekek rast. Camûs wiha bi dawî kir: “Newroz û nîşaneyên netewperweriya Kurd yek ji hêmanên girîng û neçar ên diyaloga niştimanî ya Sûriyê ne. Bêyî aliyên niştimanî ‘Şam, MSD, opozisyona niştimanî ya Sûriyê ya hundirîn, civaka sivîl ku nûnertriya piraniya bloka gel dikin’ ti carî pirsgirêka Sûriyê çareser nabe. Paldana ser diyalogên derve windakirina demê ye. Ji lewra em ê bi hemû hêza xwe ji bo diyaloga niştimanî ya navxweyî têbikoşin”.

Newroz cejneke neteweyî ye

Serokê Partiya Demokrat Sosyal Nîdal Fendî hêviya gelê Efrînê ya vegerê bi coşa Newrozê re dîqet kir û wiha got: “Bi vê festîvalê re min bawer kir ku gelê Efrînê hêviya xwe wenda nekiriye. Lê mercên objektîf in ku wan di vê rewşê de dihêlin. Çendîn dem derbas bibe wê Efrîn li gelê xwe vegere. Sekna gelê Efrînê gelek girîng e. Ji ber vê pêwîste kar ji bo hevgirtina tevna niştiminî ya Sûriyê were zêdekirin ku Efrîn û herêmên dîtir ên dagirkirî werin rizgarkirin. Rizgarkirina Efrînê erka her hemwelatiyekî Sûeriyê ye”.

Fendî di dawiya gotina xwe de tekez kir ku newroz boneyek neteweyî ye û lazime bê çalakkirin ku hersal bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Sûriyê were pîroz kirin.

Newroz çanda azadî û rizgariyê ye

Serokê Partiya Ronesans û Guhertinê Mustefa Qel’ecî teqez kir ku newroz rojek Sûrî ye û bi salan e bi gelên Sûriyê re tê parvekirin. Her wiha destnîşan kir ku newroz çanda rizgarî, azadî û avakirina şaristaniya gelan e.  Qel’ecî wiha domand: “Jiyana hevbeş li Sûriyê ne tiştekî nû ye. Sûriyê berê jî rewşek pêş hemû girêdanan jiyan dikir. Hemû boneyên pêkhateyên Sûriyê vê çandê temsîl dikin. Ji lewra îroj hemû pêkhateyên Sûriyê beşdarî pîrozbahiyên newrozê bûne. Mirovê Sûrî lêvegera xwe ya niştiminî li ser lêvegerên etnîkî tercîh dike. Ji ber vê jî hêvî dikim newroza bê li Efrînê bi beşdariya hemû Sûriyan were pîroz kirin û tevahî deverên Sûriyê hatibin rizgar kirin”.

Efrîn wê vegere hembêza welêt

Qel’ecî bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê û tekez kir ku pêwîste ev yek ji hemû Sûriyan re bibe dersek û wiha berdewam kir: “Tevî hemû destdirêjî û êrişan hîna jî şêniyên Efrînê girêdayî axa xwe ne. Berxwedana Efrîniyan hêviyê dide hemû Sûriyê ku dê Efrîn vegere hembêze welêt”.

Serokê Partiya Ronasans û Guhertinê Mustefa  Qel’ecî di dawiya axaftina xwe de got: “Hevgirtin û rêxistbûna ku gelê Efrînê li kampên koçberiyê û herêma Şehbayê raber dike, nîşan dike ku bi xwezaya berxwedanê re bûye yek û li dijî vê rewşa awarte heta vegera Efrînê hevkariyê dike”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.