Rojnameya Ronahî

Penîr kêm bûye û bihayê wî jî zêde bûye

Darîn Silê/Qamişlo

Ji ber kêmbaraniyê û kêmbûna êmê sewalan, îsal çêkirina penîr kêm e û bihayê wî jî zêde ye. Li firoşgehên bajarê Qamişlo kîloya wî bi 15 hezaran tê firotin.   

Li rojavayê Kurdistanê penîr pêxwarineke girîng e, herwiha yek ji xwerekên sereke ye. Tişta ku sifreya taştê dixemilîne jî penîr e. Ji bo wê meha Adarê her kes dest bi çêkirina penîr dike û ji bo zivistanê hiltîne.

Xwediyê dikana Seyid ya penîr Ferhad Mihemed, ku ji sala 1988`an ve li bajarê Qamişlo karê firotina penîr dike wiha axivî: “Ji ber ku îsal penîr biha ye, em di karê xwe de gelek zehmetiyê dikişînin. Par di heman demê de kîloya penîr bi çar hezarî bû, lê îsal gihîştiye 15 hezarî. Îsal Ji bilî bihabûnê kêmbûn jî heye. Sala çûyî min rojane zêdî 400 kîloyî digirt. Lê îsal ji ber ku kêm e rojê nêzî 40 yan 50 kîloyî distînim.”

`Penîr biha bûye û firotina wê jî kêm e`

Ferhad Mihemed diyar kir ku rêjeya penîr û tevgera kirîna welatiyan îsal li gorî salên din gelek kêm e û wiha got: “Ji ber bihabûna penîr û kêmbûna êmê sewalan îsal hem karê me lawaz bûye, hem firotina penîr kêm bûye.”

Ferhad Mihemed bîr xist ku par ji çiyayê Kizwanan û Dêrikê penîr jê re dihat, lê îsal ji Dêrikê tenê tê, herwiha derbarê nirxê penîr de jî got, îsal bihayê kîloya penîrê çêlekan 10 hezar e, yê pez di navbera 12 û 13an de ye û yê kezî jî bi 15 hezarî ye.

`Em êdî nikarin penîr bikirin`

Li ser heman mijarê welatiyê bi navê Mihemed Yûsiv yê pêncî salî da zanîn ku îsal penîr pir biha ye û gelek malbat nikarin bikirin. Herwiha got, deh kîlo penîr zêdeyî 100 hezarî dike. Ji bo wê jî îsal li gorî rewşa ku em tê de dijîn gelek jê nikarin penîrê xwe peyda bikin. Çimkî ji bilî penîr gelek xwerekên din û pêdiviyên jiyanê hene.

Mihemed Yûsiv di dawiyê de wiha got: “Her sal me nêzî 30 kîloyî penîr ji bo malê dikirî. Îsal ancex em bikarin deh kîloyî bikirin. Ew jî têra malbatê nake. Çimkî zivistanê mirov rojane penîr dixwe.”

`Şînkayî nêne û êm jî biha bûye`

Xwediyê pez Reşo Beşîr Xelîl yê ji gundê Girbawî yê bajarê Qamişlo, diyar kir ku îsal ji ber bihabûn û kêmbûna êm, şîrê pezê wî li gorî sala çûyî pir kêm e û axaftina xwe wiha domand: “Ji Tebaxa sala borî ve, em êm dikirin û didin pezê xwe. Çimkî şînkayî nîne ku em pezê xwe lê biçêrînin. Ev barê me giran dike. Êmê ku em ji wan re dikirin ew jî biha bûye. Kîloya ce par bi 150 lîreyên sûrî bû, lê îsal gihîştiye 1800î, giya jî par bi 80 lîreyî bû, niha bi 1500î ye. Ji bo wê em neçar in penîr biha bikin.”

Derbarê alîkariya rêveberiya sewelkariyê bi xwediyên sewalan re Reşo Xelîl wiha got: “Heta niha rêveberiyê carekê tenê êm li sewalkaran belav kiriye û ji bo her serî pez deh kîloyî didin. Ev miqdar hindik e û têra demeke dirêj nake. Em hêvî dikin ku rêveberî ji sewalên me re êm peyda bike da ku sewalên herêmê werin parastin û berhemê şîr, mast û penîr li herêmê zêde bibe û bihayê wan kêm bibe.”