Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

27/03/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Newroza 50’yî ya Tevgera Apoy
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Îsal Newroz li Kurdistanê bi coş û kelecaneke mezin derbas bû. Newroz her sal bi rih û wateya ku Mazlum Dogan lê bar kiribû tê pîrozkirin. Di pîrozbahiyên Newrozê de em dibînin ku sala derbasbûyî têkoşîneke bi çi rengî hat dayîn û di sala pêş de wê têkoşîneke bi çi rengî bê meşandin, tê destnîşankirin.

Newroz di van salên dawî de di heman demê de, ezmûna Tevgera Azadiyê-PKK ye jî. Têkoşîna wê salê ji bo azadiya Kurdistanê hatî dayîn di Newrozê de diyar dibe. Tevlîbûna pîrozbahiyan û dirûşmên li qadên Newrozê bilind dibin, keda sala berê destnîşan dike. Îsal bi mîlyonan mirov li qada bûn û têkoşîna PKK’ê ya sala 2021’ê silav kirin.

Di sala 2021’ê de di 23’yê Nîsanê de dewleta Tirkan a dagirker li dijî gerîlayên Kurdistanê dest bi êrişan kiribû. Konsepta tinekirina PKK û Kurdan bê sekin dewam dikir. Li Herêmên Parastina Medyayê şerek hebû. Dijmin, bi hemû hêz û teknîka xwe li wêder bûn. Teknîk û hêz qîm nekir har bûn çekên kîmyevî bi kar anîn. Şerê taybet yê derûnî dan destpêkirin. Hin hêzên PDK’ê jî hevkariya wan kirin. Herêm hat dorpêçkirin.

Ev şerê li qada Avaşînê di 23’yê Nîsanê de dest pê kir, dîroka bi xwîn a mêtingeriyê dubare dikir û li hemberî vê jî wêrektiya serbilind a gerîla hebû. Berxwedanên li Mam Reşo, Mervanos, Aris Faris, Werxelê û Basyayê, fîşekên ji geliyan ber bi lûtkeyan ve dihatin avêtin, dijmin har kiribû. Gerîla destûr nedida ku li axa ku Îskender nikaribû tê re derbas bibe, ala mêtingeran were daçikandin. Di destpêka salê de li Garê di tunelên şer de bi pêşengiya Şoreş Beytuşebap destan hatin nivîsandin. Di pêvajoya şerê 2021’ê de, hemû cîhan ji lehengiya gerîla ya li dijî artêşa hov re şahidî kir. Gerîla destûr neda ku li wê axê bi cîh bibin. Piştî demekî dijmin neçar ma ku ji herêmê vekişe.

Ji qadên ku dijmin vekişiya bûn, dîmenên gerîla yê pîrozkirina Newrozê dihatin. Li gelek deveran bi sedan gerîla tevlî van pîrozbahiyan dibûn. Bi qasî hejmara ku Suleyman Soylu gotibû, li çiya 180 PKK’î mane, ewqas fermandar li kêleka Karayilan daxuyaniya çapameniyê didan. Li gelek deverên Herêmên Parastina Medyayê, bi qasî wê reqama ku Soylu gotibû,  gerîla Newroz pîroz dikir.

Civaka kurdan jî ji vê lehengiya gerîla û PKK’ê re şahidî kiribû  û di 21’ê Adarê, roja Newrozê ji bo silavkirina vê lehengiyê berê xwe dabûn qadên Newrozê. Erdoganê ku gotibû wê êdî hew bikaribin dakevin qadan bi tenê temaşe kiribû.

Di Newrozê de her çiqas têkoşîna salek berê were silavkirin jî peyamek jî ji bo sala pêş dihat dayîn. Di qadên Newrozan de peyama esas a sala 2022’yan azadiya Rêber Apo û yekitiya netewî bû. Dîsa li qadên Newrozê daxwazên bi zimanê kurdî perwerde derdiketin pêş.

Piştî Newrozê Hefteya Lehengiyê dest pê dike. Di vê hefteyê de lehengên ku şehîd bûne tên bibîranîn. Dîsa navê lehengên sala derbasbûyî jî lê tê zêdekirin. Îsal li vê lîstê navê lehengên sala 2021’ê yên wek, Cûmalî Çorûm, Şoreş Beytuşebap, Rêber Zana, Hewram Avyer, Nûjîn Amed, Zerdeşt Navdar, Şîlan Goyî, Egîd Bismil, Diljîn Marya, Nûjîn Koçer, Hêjar Ûrfa, Serhat Giravî, Botan Ozgur, Mûnzûr Dersim û Çavrê Kamûran hat zêdekirin. Van lehenga destûr nedan ku dagirker li wê axê bicîh bibin û dîsa van lehengan bûn sebep ku sala 2022’an de ewqas mirov li qadên Newrozê kom bibin.

Di sala 2022’yan de em bawer in ku Tevgera Azadiyê ji bo wan daxwaziyên li qadên Newrozê bilind dibin pêk were wê têkoşîna xwe xurtrir bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.