Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ez qurbana xwe bim..

27/03/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ez qurbana xwe bim..
Share on FacebookShare on Twitter

Dijwar Ehmed Axa

Ev bûyer bi Apê Mûsa re çêbûye. Di sala 1989`an de dema ez çûm cem, min ji devê wî bihîst. Ji min re wiha got:

Em qefleyek xortên Kurd di zindana Amedê de girtî bûn. Di nava me de bi navê Emîn xortek ji Mêrdînê hebû. Pir bi liv û tevger bû û li xwe miqate bû. Ji xwe gelek hes dikir. Diçû dihat li ber eynikê disekinî temberiya xwe şeh dikir. Xwe di tiftifand û di bere xwe de wiha digot: Ez qurbana xwe bim. Xortê delal û spehî. Ti kes weke min nîne, ez heyrana xwe bim. Ez çi qenc û baş im. Em jî dikeniyan. Carekê min jê re got, lawo Emîno, ti her tim pesnê xwe didî, mane divê xelk pesnê mirov bidin ne mirov here û bê pesnê xwe bide heyran. Lê bersiva wî di berîka wî de bû: Ih, ji xwe re li Apê Mûsa binerin bê ji min re çi dibêje! Maqey kî lawê bavê min e ku bê û pesnê min bide! Eger ez pesnê xwe nedim ti kes nayê pesnê min nade, Apo…

Îca Apê Mûsa ev mesele dianî ser me Kurdan û wiha digot: Em Kurd heta ku ji me tê em hev reş dikin û şerê hev dikin. Ma ku em pesnê hev nedin, weke Emîno digot ma kî lawê bavê me ye ku bê û pesnê me bide?

Em bên ser îro û li rewşa xwe Kurdan binêrin. Gelo em pesnê hev didin, yan em gora hev dikolin? Em ji hevre başin? Em bi kêrî hev tên, yan em pesnê dijminê xwe didin û hev reş dikin?

Bi rastî weke ku em dinbînin di roja me ya îro de û di nava vê qeyranê de ku her kes li xwe xwedî derdikeve em Kurd tenê dûrî hev dikevin. Em xwe diavêjin himbêza dijminên xwe û heta ji me tê em şerê birayên xwe dikin. Ev rastiyek e û divê em çavên xwe jê miç nekin. De ka vêca werin em bi hev re li gotinên Nûrî Birîmo guhdarî bikin bê li ser ekranê TRT6 çi dibêje. Ev gotinên devê wî bixwe ne: Ez ji Efrînê me û rojane têkilya min bi xelkê wê re heye. Rewşa jiyana welatiyên Efrîn, Bab, Cerablûs, Serê Kanyê… ji ya Qamişlo, Amûdê, Dêrik herwiha ji herêmên di binê desthilatdariya rêjima Şamê jî xweştir e… De werin safî bikin. Ji dêvla ku em pesnê hev bidin û li xwe xwedî derkevin, kesên weke “Birîmo” tên pesnê dijminê xwe didin…

Ya Subhanellah!

Ji aliyekî din ve em bên li Newroza 2022`yan meyze bikin. Sê partiyên qaşo Kurdî ne (PAK, PSK û Tevger) bi hev re gelê me vexwendine şahiya Newroza Diyarbekir. Lê bi çi awayî! Werin li vê hetîketiyê binerin, wê Newrozê li otêlê çêkin! Gelo wê çend kes beşdar bibin! Ji xwe re li Newroza Șirnax, Wan, Nisêbîn, Cizîr, Sêrt û Amedê binerin! Çawa bi sedhezaran gelê me yê birûmet herikîn qadan û Newroza 2022`yan bi dirûşma “Dem Dema Azadyê Ye” pîroz kirin..

Xwelî li serê we be.. Dewleta Tirkan ku dijmina me ye, dema dixwest çalakiya Newrozê li dar bixe nêzî dused sêsed kes amede dikirin.. Yên otêlê mêvan, endamên komê û beşdar tev 50 kes hebûn yan tinebûn…

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.