Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​Li Girê Spî û Eyn Îsa sûcên dagîrkeran yên li dijî zarokan zêde bûn

25/03/2022
in Uncategorized
A A
​​​​​​​Li Girê Spî û Eyn Îsa sûcên dagîrkeran yên li dijî zarokan zêde bûn
Share on FacebookShare on Twitter

Nivîsgeha Parastina Zarokan ya kantona Girê Spî bi dehan sûcên dewleta Tirkan ya dagîrker û çeteyên girêdayî wê li dijî welatiyên Girê Spî û Eyn Îsa belge kirin.

 

Dewleta Tirkan ya dagîrker û çeteyên wê ji dema dagîrkirina Girê Spî (9’ê Cotmeha 2019) heta vê kêliyê êrişên xwe li ser gundên Girê Spî û Eyn Îsayê ranewestandine.

Hêzên dagirker li gundên Sefawiyê, Hedriyat û Dibis ên navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ku tijîe sivîl in 4 komkujî pêk anîne. Ji ber van komkujiyan 56 şehîd û birîndar çêbûne. Di nav de jin û zarok û kesên bi temen hene ku hinek ji malbatekê ne.

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Kantona Girê Spî sûcên li dijî zarokan belge dike û ji aliyên têkildarî ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dişîne.

Li gorî bîlançoya nivîsgehê, nêzî 9 zarok şehîd û 22 birîndar bûn.

Navên zarokên şehîd wiha ne; Hatim Zêdan El-Misto (7), Mistefa Salih El-Ehmed (17), Ehmed Îbrahîm El-Rehîm (12), Mehmûd Himêdî El-Xelîl (13), Ziyad Zeyd El-Xelef (12), Huda Zeyd El-Xelef (9), Muna Zeyd El-Xelef (7), Mistefa Salih (14) û Mihemed Elî El-Ehmed (14).

Zarokên birîndar jî ev in; Ebid Xidir El-Serhan (7), Mehmûd Zêdan Zêdan (3), Udey Îsmaîl El-Ehmed (16), Mueyed Elî El-Ehmed (15), Mihmed Elî El-Ehmed (16), Ebdurehîm Mihemed El-Hemed (12), Emîne Necîb (7 meh), Sîdra Zeyd El-Xelef (1), Udey Îsmaîl (15), Mistefa Adil Ehmed (17), Eqîl Ezîz Hisên (16), Reşîd Hesen El-Xelef (11), Beşîr Zeyd El-Hesen (16), Rexed Elî (15), Netîl Talib (1), Mehmûd Elî Merîd (17), Xufran Mistefa Xelîl (15), Ebûd Hemed Xelîl (12), Munîr Xalid Hisên (16), Xelef Casim Ferîc (15), Ewad Newaş Inêzan (14), Mahir Newaş Enêzan (10).

Hin ji van zarokan parçeyên laşên wan qut bûn, mîna rewşa Mueyed Elî El-Ehmed û pismamê wî Udey Îsmaîl ên ji gundê El-Ehmêr (20 km dikeve rojavayê Eyn Îsayê). Ev zarok di encama teqîna guleyên mûşekeke dewleta Tirk astendar bûn.

Girêdayî vê yekê Hevseroka Nivîsgeha Parastina Zarokan a Girê Spî Fadya Şerîf wiha got: “Nivîsgeha me bi dehan sûcên li dijî zarokan ên ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Girê Spî û Eyn Îsayê, her wiha bermahiyên şer belge kir”

Fadya Şerîf da zanîn ku piraniya rewşên dihatin nivîsgehê di çarçoveya sûcên şer de ne û got: “Di encama wan sûcan de bi dehan zarok şehîd bûn û ji ber parçeyên moşekan û bermahiyan hin zarok astengdar bûn.”

Fayda Şerîf bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û ji ber van sûcan dewleta Tirk û çeteyên wê muhasebe bikin.

Di 22’yê vê Adarê de di encamên topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê li gundê Xirbet El-Bêde yê girêdayî Eyn Îsayê ku kîlometreyek dikeve başûrê rêya M4 zarokên bi navê Mihemed Xelîl El-Hesan û Eymen Hesen El-Hesan (12) birîndar bûn û gihaştin Nexweşxaneya Omer Elûş. Bi vê yekê hejmara zarokên birîndar gihaşt 24 zarokan

Ji van sûcan zêdetir jî zarok ji mafên xwe bê par man. Nêzî 5 hezar zarokên li wan gundan ji ber girtina dibistanan ji ber topbarana yekser ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, ji xwendinê bê par in. Li gorî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Girê Spî, 23 dibistanên li eniyên şer girtî ne.

ANHA

 

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.