Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​Birîndarên şer: Xeter berdewam e

25/03/2022
in Uncategorized
A A
​​​​​​​Birîndarên şer: Xeter berdewam e
Share on FacebookShare on Twitter

Birîndarên şer diyar kirin ku xetera çeteyên DAIŞ’ê hê berdewam e û gotin, divê civata navneteweyî piştgiriyê bide berxwedana li hemberî şaneyên DAIŞ’ê.

 

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Şervanê bi navê Ciwan Azad sala 2014’an di berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ya li gundê Yabîse yê Kobanê de birîndar bû. Ciwan Azad got: “Berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji bo gelên herêmê berxwedana hebûnê bû. Bi saya vê berxwedanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ewropa û cîhanê  ewle ne. Bi saya fedekariyên Hêzên Sûriya Demokratîk ên li dijî gefên DAIŞ îro di nava aramiyê de ne.”  

Azad anî ziman ku êrişên DAIŞ’ê xelekek ji xelekên qirkirina Kurdan bû û wiha domand: ”Lê îro em bi fikir û felsefeya rêber Ocalan me karî hêzên tarî têk bibin. Baweriya me bi serketinê hebû ku vebijêrka me ya yekane bû. Dewleta Tirk bi serokatiya Erdogan van hewldanên xwe didomîne û DAIŞ jî bi rêya dewleta Tirk gefên xwe yên li ser herêmê didomîne. Gelê herêmê di asta herî bilind a demokrasiyê de ye û Erdogan vê projeyê wekî metirsiyek li ser rejîma wî ya dîktator dibîne, lewma jî bi vê hovîtiyê êrişî me dike.”

Ciwan Azad di dawiya axaftina xwe de bang li civata navneteweyî kir ku rastiya israra gelê Kurd a ji bo jiyana azad li kêleka gelên din nas bike.

‘QSD’ê roleke sereke di tinekirina terora cîhanê de lîst ‘    

Şervanê bi navê Hîlal Şaman ê ji pêkhateyê Ereb ê bajarê Minbicê sala 2017’an di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de lingekî xwe winda kiriye, diyar kir ku QSD’ê roleke sereke û girîng di qedandina terora cîhanê ya çeteyên DAIŞ’ê de lîst û gelên herêmê ji bo xilaskirina xwe û gelên cîhanê ji terorê berdêlên mezin dan.

Hîlal Şaman her wiha anî ziman ku civata navneteweyî û welatên garantor li Sûriyê rê li ber dewleta Tirk a dagirker ku piştgiriya DAIŞ’ê dike vekirin û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û bersiveke qenc neda QSD’ê ku fedekarî dan.

Têkildarî berdewamiya metirsiya çeteyan Şaman wiha dom kir: “Metirsiya çeteyên DAIŞ’ê hîn jî dewam dike û êrişa wan a li ser girtîgeha Sîna ya li bajarê Hesekê vê yekê îsat dike. Piştgiriya cîhanê ya ji bo berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî kêm bûye.”

Şaman wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em xwedî maf û xwediyê vê axê ne, divê tevahî gelên cîhanê piştgiriya berxwedana me ya li dijî van hêzan bikin. Tevî her tiştî em her tim amade ne ku ji bo parastina ax û gelê xwe li ber xwe bidin.”

QSD’ê piştî pêngava ku 6 mehan dewam kir, di 23’yê Adara 2019’an de qedandina çeteyên DAIŞ’ê di aliyê erdîngariyê de li bajarokê Baxozê yê li ser sînorê Sûriyê-Iraqê ragihand. Tevî tunekirina DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê xeteriya şaneyên wê bi dawî nebûye.

ANHA

 

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.