Jiyan Ebas-Qamişlo
Îro seat 10`an bi diruşmeya “Jina Sûrî di bin dagîrkeriya Tirkiyê de, êş-azar, xweragirtin-berxwedan” Meclisa Jinan ya bakur û rojhilatê Suriyê Konfransa xwe li Hola Zana ya bajarê Qamişlo li darxist û bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di konfrasnsê de nûnerên partiyên siyasî, Kongra Star, Meclisa Sûriya Demokratîk, Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, Hêzên Ewlekariya Hundurîn-Jin, YPJ, Meclisa Malbatên Şehîdan, endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed, seroka Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, hevserokatiya Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê, endamên Koordînasyona Jinan ya bakur û rojhilatê Sûriyê, Meclisa Ermenî, Meclisa Girê Spî, Komîteya Koçberên Serêkaniyê, Weqfeya Efrînê ya Civakî, Jinên Idlib El-Xedra, mêvanên ji herêma Firatê, kantona Şehbayê û Reqayê amade bûn.
Konfrans bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir, pişt re endama koordînasyona Meclisa Jinan ya bakur û rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah axivî û diyar kir ku di dîroka mirovahiyê de her tim du xet hene, xeta berxwedanê û xeta înkar û xiyanetê ne. Li ser asta cîhanê û Rojhilata Navîn em bi êrişên dewleta Tirkiyê ya dagîrker re rû bi rû ne ku tim û daim hewl dide bakur û rojhilatê Sûriyê derbe bike. Ev êriş jî di serî de jinan dike hedef, da ku di şexsê jinan de civakê qir bikin.”
Herwiha Asya Abdullah dazanîn ku qetilkirina jinan tê wateya qetilkirina jiyan û civakê û wiha axaftina xwe domand:”Bi armanca berdewamkirina jiyanê, jin bi pêşengtiya jina azad û Tevgera Rizgariya Kurdistanê li dijî hemû sûcên li ser xwe disekine. Ev sûc tê wateya qirkirina jinan û înkarkirina hebûna wan.”
Di dawiya axaftina xwe de Asya Abdullah bal kişand ser girîngiya bilindkirina asta berxwedanê da ku herêmên dagîrkirî werin rizgarkirin û ambargoya li ser were rakirin.”
`Jin her tim li ser bingeha Berxwedanê têdikoşe`
Herwiha endama Fermandariya Giştî ya QSD`ê Newroz Ehmed jî axivî û got: “Jin her tim li ser bingeha berxwedan û têkoşînê li dijî hemû awayên tundî û înkarkirinê yên ku sîstemên desthilatdar didin meşandin, têdikoşe. Herwiha bi xurtî tevlî Şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê bû û careke din dîrok guhart.”
Newroz Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola jinan ya li bakur û rojhilatê Sûriyê û wiha berdewam kir:”Destpêka şoreşê û heta niha jinan gelek zehmetî derbas kirin û bi hezaran şehîd dan. Di encamê de bi saya van şehîdan gelek destkeftiyên mezin hatin bi dest xistin.”
Newroz Ehmed diyar kir ku kiryarên dewleta Tirkiyê ya dagîrker, dikevin çarçoveya sûcên şer, lê dîsa jî civaka navneteweyî bê deng e, ev jî dihêle hîn zêdetir sûc pêk werin û dagîrkirina erda Sûriyê were rewakirin. Newroz Ehmed di dawiya axaftina xwe de dazanîn ku têkoşîna li dijî artêşa Tirkiyê têkoşîneke niştimanparêzî ye û dikeve çarçoveya parastina gelê Sûriyayê de.”
Piştî axaftinan beşên li ser jinan digel dagîrkeriya Tirkiyê de ji aliyên siyasî, civakî û hiqûqî hatin nîqaşkirin.
`Kesên herî rastî sûcên dagîrkeriya Tirkiyê tên jin in`
Li aliyekî din jî endamê Saziya Sûriyan ya ji bo Heqîqet û Edaletê Izedîn Salih bi rêya bernameya Zoom beşdarî konfransê bû û diyar kir ku şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyê ji hêla dagîrkeriya Tirkiyê ve hatin hedefgirtin û koçberkirin. Her wiha piraniya welatiyên ku hewl didan vegerin herêmên xwe yên dagîkirî rastî revandin, qetilkirin û îşkenceyê hatin. Ji wan kesên herî rastî sûcên dagîrkeriya Tirkiyê û çeteyên wê tên jin in.”
Salih axaftina xwe wiha domand: “Sûcên dagîrkeriya Tirkiyê li herêmên dagîrkirî tevahiya pîvan û mafên mirovan derbas kirine û divê sînorek jêre were danîn.”
Izedîn Salih axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em hevkar bin û rastiya dewleta Tirk eşkere bikin û hewl bidin şêniyan li herêmên wan vegerînin, aştî û edaletê pêk bînin.”
Piştre deriyê nîqaşê li ser beşan hat vekirin, gelek pêşniyar hatin kirin û wiha ne;
Dagîrkeriya Tirkiyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bê bidawîkirin, vegera koçberan li gorî mekanîzmaya desteyên têkildar yên NY’yê were dabînkirin, komîteyeke navneteweyî ya lêpirsîna rastiyan were şandin û sûcên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî werin belgekirin, mekanîzmayeke ji bo belgekirina sûc û binpêkirinan li gorî pîvanên navneteweyî were danîn û destek ji navenda belgekirinê re ji aliyên madî û manewî ve were dayîn.
Konferans bi van encamnameyan bi dawî bû:
“11 sal di ser şoreşa Sûriyê re derbas bûn, lê hîna krîztir dibe. Ev şoreş ji naveroka wê derket, dûrî armancên xwe ket û kete bi bandora fikrê radîkal û wê jî Sûriyê kir gola xwînê. Sûrî di navbera kuştî, birîndar û girtiyên desthilatdaiyê de belav kirin. Sûrî koçber û penaber kirin. Ji bo berjewendiya navneteweyî û herêmî Sûriyaiyê li pey hev parçeyên ji erdnîgariya xwe ji dest dan. Di dawiyê de jina sûrî di vê krîzê de azarên zêde ji bo zihniyeta desthilatdar û dagîrkeriyê da.
Divê hemû jinên sûrî bên rizgarkirin, çareyeke aştiyane ya siyasî ji krîza Sûriyê re bê dîtin û Sûriyeke pirrengî, demokratîk û nenavendî bê avakirin.
Divê dewleta Tirk dewleteke dagîrker were wisifkirin û banga bidawîkirina dagîrkeriya Tirk ji hemû xaka Sûriyê re were kirin.
Dewleta Tirk li hember sûcên ji hêla hêzên wê de yan jî bi desteka ji wê de were sûcdarkirin û li pêş dadgehên navneteweyî were darizandin.
Divê çareserkirina krîza Sûriyê li Sûriyê be, bi destê sûriyan û bi rêya danûstandinên siyasî be ku tê de hemû sûrî beşdar bibin.
Jin di xebata siyasî û biryaran de beşdar bibin.
Banga serbestberdana hemû girtiyan were kirin û çarenûsa wan were diyarkirin.
Banga derbasbûna komîteyên çavdêriyê yên navneteweyî were kirin û rê li pêş çapemeniyê were vekirin ku derbasî herêmên dagîrkirî bibin û nixumandina çapemenî ya ji bo belgekirina sûcan were şikandin.
Komîteyên hiqûqnasan werin avakirin û navendên lêkolînan ya lêpirsîna rastiyên li herêmên dagîrkirî û belgekirina sûcan werin vekirin.
Konferans, hevdîtin û pêşangehên wêneyên belgekirina sûcan li ser asta navneteweyî werin lidarxistin.
Asta têkoşîna jinan û civakê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagîrkirî were bilindkirin.
Têkilî bi civata Sûrî re li derveyî herêmên Rêveberiya Xweser were kirin, têkilî bi rêxistinên hiqûqî yên Sûrî re were xurtkirin ku wan bi bûyerên li herêmên dagîrkirî bidin nasîn.
Guhartina pisporiyên têkoşîna jinan li ser asta navneteweyî.
Xebat li ser aktîfkirina bernameya hevgirtina civakî di navbera pêkhateyan de were kirin.
Banga rawestandina êrişên leşkerî li tevahî herêman were kirin ku jin û zarok werin parastin, ewlehî û îstîqrar werin dabînkirin.”