Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Bi girseyî bi dûrişma `Bi vîna gelan, emê Newroza sala 2022`yan Bikin Newroza Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo` Newroz li Qamişlo hat pîrozkirin.
Bi tevlîbûneke Girseyî ya gelê Kurd, herwisa bi amedenûna Nûnerên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, `bi Dûrişma `Bi vîna gelan, emê Newroza sala 2022`yan Bikin Newroza Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo` Newroza 2634`an bi coşeke mezin li gundê Hîmo yê rojavayî Bajarê Qamişlo hat pîrozkirin.
Şahiya Newrozê bi xuleke rêzgirtin, pêxistin û geşkirina agirê Newrozê ji aliyê dayîkên Şehîdiyên Tevgera azadiyê, dest pê bûbû.
Herwisa her yek ji Hikmet Hebîb bi navê Rêveberiya Xweser, Fewza Yûsiv bi navê Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD), Dayîka Behiya Sebrî bi navê Saziya Malbatên Şehîdan ya Meclisa bajarê Qamişlo û Hesen Hiso bi navê PYNK`ê axivîn û Newroz li Rêber Apo, gelê Kurd li Her çar parçeyên Kurdistanê û tevayiya gelên azadîxwaz, pîroz kirin. Herwiha teqez kirin ku sala nû bi têkoşîna havbeş ya gelan di bin sîwana projeya Neteweya Demokratîk de wê veguhere sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Di şahiya Newroza Qamişlo de, komên folklor, huner, şanoya Kurdî û Sûryanî beşdar bûn. Ji aliyên wan ve jî stiran û dîlanên gelêrî hatin gotin û gerandin. Herwisa Şanoyeke bi Navê Aqilê sivik, Barê Giran e` ji aliyê Koma Bavê Teyar ya şano hat pêşkêşkirin.