Navenda Nûçeyan-Qamişlo
Bi boneya Cejna Newrozê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniya da û diyar kir ku doza gelê Kurd dozeke neteweyî ye û divê li gorî peymana navnetewyî were çareserkirin.
Daxuiyaniya MSD`ê wiha ye:
“Piraniya gelan cejna Newrozê wekî ku rojeke nû ye pîroz dikin, ruxmî ku ji bo her gelekî xwedî nîşaneyên neteweyî yan jî olî yanî xwezayî ye. Lê dîsa li hev dikin ku nirxên Newrozê tên wateya serhildan, azadî û vejandinê, li ser xêr, wekhevî û dayînê teqez dike. Di sêrî de gelê Kurd ji zêdetirî 3`ê hezar salan ve Newrozê pîroz dikin.
Em Newrozê li gelê kurd û cîhanê pîroz dikin. Em teqez dikin ku doza kurd, dozeke neteweyî ye û divê li gorî peymanên navneteweyî were çareserkirin ku yekitiya welêt biparêze. Ev yek ji girîngtirîn bingehên istiqrara herêmê û çareserkirina aloziyên wê ye di sêrî de aloziya Sûriyê. Divê çareseriyeke adil ji doza Kurd re bê dîtin, ji ber ku beşeke sereke ya doza domkratîk ya li Sûriyê ye, pîvana pêkanîna guhertina demokratîk û avakirina Sûriyeyeke demokratîk ya nenavendî ye.
Çaresernekirina vê dozê ne li gorî berjewendiya tu aliyekê ye. Lê belê kêmneteweyên li Sûriyê dê winda bikin. Heke hêzên mêtînger bi zanabûn beriya sed salî mafên gelê kurd paşguh û înkar kirin, êdî dem hatiye ku hêzên neteweyî yên demokratîk ên Sûriyê nêrîna xwe ya adil têkildarî vê dozê û gelek dozên din bêjin.
Em bang li sûriyan dikin ku Newroz bikin cejneke neteweyî ya fermî li Sûriyê û êdî cejna Dayîkan mîna berê di 13`ê Gulanê de were pîrozkirin, piştî ku ev cejn li gorî biryara bi hejmar 104 sala 1988`an hat guhertin. Em hêvî dikin ku Newroza bê bibe dawiya êşa Sûriyê û destpêka aştiyeke mayende li Sûriyê, herêmê û cîhanê bi giştî.”