Dilîn Ehmed-Qamişlo
Heyva Adarê ji bo gelê Kurd heyveke taybet e. Lewra di vê heyvê de hem bûyerên bi êş hem yên serkeftinê qewimîne. Di vê heyvê de herwiha rojên girîng û xwedîwate hene. Yek ji wan roja Cejna Newrozê ye. Her sal gelê Kurd bi cilûberg û çand û hunera xwe vê rojê pêşwazî û pîroz dikin.
Rêveberê Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo Ehmed Hemo, li ser amadekariya çalakiyên xwe ji rojnameya me re axivî.
Ehmed Hemo diyar kir ku, îsal jimara komên govend, stiran û şano wê ji salên borî pirtir bin. Lewra sal bi sal coşa gel ya vê rojê xurttir dibe. Ehmed axaftina xwe wiha domand: “Ji bo amadekariya me ya Newrozê vê dibêjim. Li navenda me şeş kom hene yek ji wan govend e. Herwiha sê hunermendên serbixwe jî hene. Di nava van koma de koma Sakîne ya xweser heye. Wan jî heta niha pênc stiran hazir kirine. Îsal wê jimara komên me zêdetir be, lewra par ji ber jimara kêm ya koman Newroza me zû bi dawê bû. Par 7 kom bûn îsal wê 13 kom bin.”
Ehmed Hemo li ser Newroza zarokan jî wiha got: “Par me Newroza zaroka li dibistanan pîroz kir. Lê ne wekî me xwestî hat lidarketin. Ji berw ê îsal emê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemd Şêxo li dar bixin. Heta niha me roja lidarxistina ‘roja Newroza zarokan’, diyar nekiriye.”
Ehmed Hemo di dawiya axaftina xwe de ji gelan bi taybetî gelê Kurd xwest ku, li rojên xwe yên pîroz û çand û hunera xwe xwedî derkevin, lewra çand nasnameya civakê ye.
‘Bi ruhê şervanên azad Newrozê pêroz bikin’
Mamosteyê govendê û amûrjen Rewan Temo jî, derbarê mijarê de bal kişand ser girîngiya cejina Newrozê û got, divê Newroza 2022’yan bibe bersiva êrişan û gel bi berxwedana xwe Rêber Apo ji zindanê azad bike.
Rewan axaftina xwe wiha domand: “Xwedîderketina li xwîna şehîdan û berxwedana li hermberî dijmin, di rojên wiha pîroz de diyar dibin. Dijmin li ber têkoşîna gelê me, nema dizane bi çi rêbazî me qir bike. Ji bo wê hêviya me ew e ku, gelê me bi hemû pêkhateyên xwe bi rihê azadiyê vê rojê pîroz bikin.”
Rewam Temo di dawiya axaftina xwe de got, divê Newroza 2022’yan bibe egera azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
`Şervan bi çekên xwe hunermend bi deng û awazên xwe têdikoşin`
Li ser heman mijarê dengbêj û amûrjen Sîmav Ehmed jî da diyarkirin ku, tevî rewşa heyî û êrişên ser gel, ew bi coşeke xurt ji bo Newrozê amadekariyên xwe dikin. Sîmav axaftina xwe wiha domand: “Ji bo derxistina gel ji rewşa şer û pîrozkirina vê rojê, em bi moraleke pir xurt amadekariyên xwe dikin. Ev sê heyv in me dest bi provayên xwe yên mûzîkê kiriye. Em bi hêvî ne bi dilê gelê me be.”
Sîmav Ehmed di dawiya axaftina xwe de got, ji bo parastina çand û hunera civakê, şervan bi çekên xwe, hunermend bi deng û awazên xwe divê tekojîn bikin.
Herwiha Sîmav Ehmed hêvî ji gel kir ku bi coşeke pir xurt û bi dilxweşî pêşwaziya cejna Newrozê bike û got, pîrozkirina rojên wiha û bi moralên xurt, dibe bersiva dagîrkeran.